Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e

  • rojane
  • 09:19 15 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica anî ziman ku nêzîkatî û helwesta li dijî muwekîlê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di warê demokrasiyê de veguheriye pirsgirêkeke mezin û got: "Çavkaniya sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîda li ser Birêz Ocalan û helwesta di warê pirsgirêka kurdî de ye. 

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in didome. Ev demeke dirêj e hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ya rû bi rû nayê kirin. Serlêdanaên ji bo hevdîtinê tên kirin jî nayên bersivandin.  Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Rezan Sarica, pirsên me yên derbarê tecrîda li ser muwekîlê wan Ocalan û gavên di vî warî de tên avêtin bersivandin. 
 
'HAYA ME JI MUWEKÎLÊN ME TUNE YE'
 
Sarica, anî ziman ku ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê re bikin, hay ji rewşa wan û şert û mercên girtîgehê çêbibin tim serlêdanê dikin, lê belê dîsa jî hevdîtin pêk nayên. Sarica got: "Bi vî awayî a rast em nizanin bê di çi rewşê de ne. Hevdîtinên parêzeran ji Tebaxa 2019'an ve tên astengkirin. Destûra tu hevdîtinê û serdanê nakin. Malbat jî bi awayekî rêk û pêk ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê daxwazên wan jî tên redkirin. A rast nayên bersivandin. Malbat jî ji 3'yê Adara 2020'an heya niha nikarin hevdîtinê bikin. Demek berê hevdîtinek bi rêya telefonê çêbû. Hevdîtineke kurt. Ji xeynî vê derbarê rewşa hiqûqî, tenduristiya muwekîlên xwe de û derbarê pêkanînên li girtîgehê de tu agahî li ber destên me tune ne. Serlêdanên me nayên bersivandin." 
 
 
NAME NAYÊN BERSIVANDIN
 
Sarica, da zanîn ku ji xeynî daxwazên ji bo serdanê nameyan jî ji muwekîlên xwe re dişînin û got: "Em bi awayekî rêk û pêk nameyan dişînin. Em dixwazin bi her awayî derheqê wan de agahiyan wergirin. Em tim dibêjin, em şert û mercên wan meraq dikin û dixwazin hevdîtinê bi wan re bikin. Heya niha çi erênî çi neyînî tu nameyek me jî nehatiye bersivandin. Gelek name ji Girava Îmraliyê re hatine şandin, lê yek jê jî nehatiye bersivandin. Ev ne tiştekî asayî ye. Yanî dikarim bibêjim ev nediyariya Îmraliyê, bi her awayî dorpêçkirina wê û qutkirina pêwendiyê ya bi derve re mirov ber bi nediyariyekê ve dibe." 
 
LI ÎMRALIYÊ PERGALEKE KOMPLÎKE
 
Sarica, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê divê di warê siyasî û hiqûqî de  bi berfirehî bê nirxandin, ji lew re gava tenê di çarçoveya hiqûqî de bê nirxandin dê kêm bimîne.
 
Sarica, bilêv kir ku nêzîkatiya ji bo Îmraliyê nêzîkatiyeke siyasî ye, tiştên li wir pêk tên pergala rejîma Îmraliyê ye û tiştekî wisa ye ku zêdeyî quweta îdareya girtîgehê ye. Sarica, anî ziman ku lewma pergala li Îmraliyê pergaleke komplîke ye û got: "Ji lew re em dizanin ku li wir pergaleke komplîke tê birêvebirin. Yanî saziyên di nav pergala hiqûqê de, ji xeynî îdarevaniyê tu tiştî nakin. Em ji îdareya girtîgehê bigierin heya bi Wezareta Dadê ve, hemû ji xeynî îdarevaniyê tu tiştî nakin. Karmendên divê li gorî hiqûqî tevbigerin, bereksê vê dikin. Daxuyaniya Wezareta Dadê ya di dema çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an de, bi rewşa niha diyar dibe ku daxuyaniyeke konjuktrel bû."
 
Sarica, destnîşan kir ku heger hiqûq wekî referans esas bê girtin divê li ber hevdîtinê tu astengî nemînin, ji lew re di warê hiqûqî de mafine sereke yên girtiyan hene. Sarica, ev maf jî hevdîtinek bi rêk û pêk a bi praêzerên xwe re ye û ev maf di qanûnê de, di qanûna bingehîn de û di peymanên navneteweyî de ku Tirkiye îmezeya xwe daniye binî wan, hene. 
 
BÊHIQÛQÎTIYEKE HETA TU BIBÊJÎ KÛR
 
Sarica got: "Ev mafek e. Yanî li ber mafê hevdîtinê û serdanê tu astengî tune ne. A ku asteng e, feraseteke derî hiqûqê û pêkanîn in. dem bi dem hin biryarên qedexekirinê tên dayîn. Ev biryar jî ne biryarine hiqûqî ne. Hadê em bibêjin di hin deman de wekî hincet biryarên qedexeyê datanîn ber hevdîtinê. Lê niha tu biryarek jî tune. Di sala 2019'an de gava qedexe rabûn, demeke dirêj tu qedexe tune bûn. Em ji wezaretê bigirin heya îdareya girtîgehê, meqamên darazê û îqtidara siyasî, hemû ji heman pencereyê li tecrîda li Îmraliyê mêze dikin. Yanî du bingeheke wê ya hiqûqî jî tune ye, ne fikirekî demokratîk e. Bêhiqûqîtiya li Girava Îmraliyê, pir kûr e." 
 
'ÇAWA NÊZÎ PIRSGIREKA KURD DIBIN WISA NÊZÎ OCALAN JÎ DIBIN' 
 
Sarica, destnîşan kir ku helwesta dewletê û hikûmetê ya li dijî pirsgirêka Kurd a ji bo çareserkirina demokradîk û helwesta li dijî Ocalan bi hevve girêdayî ye û wiha axivî. "Ev nêzîkatiya hikûmet û dewletê ku ji çareseriya pirsgirêka Kurd dûr disekine, girêdayî plan û bernameyên dewlet, hêzên navdewletî û partiyên siyasî ne. Ev nêzîkatî bi taybetî girêdayî polîtîka û stratejiya 6 salên dawî ku guhertine ye. Ji ber nêzîkatiya dewlet û hikûmetê ya li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd nayê guhertin, nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan jî gihand astek dîtir. Helwesta dewletê li dijî fikr û çareseiya Birêz Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji bo Birêz Ocalan fikrên xwe yên der barê çareseriye de biguhere, zextan pêş dixe. Divê mirov aliyê tecrîdê ku bandorek neyînî çawa li ser civakê û jiyanê dike jî bibîne. Hemû mafên zagonî û xwezayî ji destê muwekilê me girtine. Destûr nadin ku fikrên xwe bigîne civakê. Dixwazin rê li pêş naskirina Ocalan û pêşxistina fikrên wî bigirin. Ji ber tecrîdkirina Birêz Ocalan, li ser civakê jî zext û tundî pêş dikeve. Edî tecrîd bûye pirsgirêka hemû beşên civaka Tirkiyeyê. Ji ber ku Birêz Oclan ji bo çareseriya rasteqîn a aştiyane, ji beriya pevajoya Îmraliyê de, ketiye nava hewldanê. Ji beriya Îmraliyê ve têkoşînek bê hemba dimeşîne."  
 
'HEMÛ MAFÊN ZAGONÎ JI KOK VE RED DIKE' 
 
Sarica, bibîr xist ku hemû mafên Ocalan ên zagonî û rewa yên wekî mafê ziyareta parêzeran, mafê ziyareta malbatê, mafê telefon, name, pirtûk û hemû mafê fikrê bi komî tê redkirin û wiha berdewam kir: "Divê em hem parêzer û hem jî civak li dijî vê tercida li Îmraliyê derkevin. Ji bo ku em bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin, ji 15'ê Adarê û vir em her roj serlêdan dikin û em dixwazin biçin hevdîtinê bikin. Heta niha hemû serlêdanên me bê encam mane. 
Ji ber vê yekê her roj mafê muwekilê me tê binpêkirin û li dijî wî sûc tê kirin. Me li Serdozgeriyê Komarê yê Bûrsayê gilî kir. Lê dozger tu bersîv neda me. Me serî li Hekîmê Înfazê ya Bûrsayê da, lê piştî demek dirêj em bi biryarek li dijî bêhiqûqiyê re rû bi rû hatin. Hemû mafên ragihandin, malbat, parêzer, parastin, serlêdan, azadiya ramanê, û hemû mafên bingehîn bi komî red kirin. Di bersîvê de em fêr bûn ku di çileya 2021'an de cezayê dîsîplenê daye muwekilê me. Dîsa di Îlona 2020'an de em bi qedexek nû re rû bi rû man. Ev biryar û ev pêkanîn li dijî hiqûqê ne. Bêyî hincet, an jî bi hincetê li dijî hiqûqê prosedurekî dixin meriyetê. Li gorî vê yekê cezayê disiplinê didin. Dema vê yekê dikin jî agahiyê nadin parêzeran. Li gel ku cezayê dîsîplînê 1-3 meh in jî, lê ruxmê ku dema ceza qediya ye jî dîsa cezayê dîsîplînê didome û bê dem dixin meriyetê. Bi vê hincetê mafê ziyareta parêzeran asteng dikin.' 
 
ME DI DEMA DAWÎ DE 2 CARAN SERÎ LI CPT DA LÊ ENCAM TUNE
 
Parêzer Sarica, anî ziman ku heta niha hem tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin û hem jî hemû qedexe bi komî didomin û wiha lê zêde kir: "Tecrîda Îmraliyê tenê bi Azadiya Ocalan dikare bi dawî bibe. Ji bo ku ev pêvajoya tecrîdê bi dawî bibe, em serî li hemû saziyên muxatab ên pergalê didin. Yek ji van saziyan jî Wezareta Dadê ye. Lê hemû serlêdanên me bê encam man. Dîsa di pêvajoya dawî de me 2 caran serî li CPT'ê da. Lê heta niha CPT tu bersîv nedaye me. CPT berê gotibû ji bo tecrîd bi dawî bibe xebatan dikin. Lê heta niha tu daxwazên me li ber çavan nehatine girtin." 
 
NAXWAZIN PARÊZER ERKA XWE PÊK BÎNIN
 
Sarica, bal kişand ser helwesta darazê ya li dijî parêzerên Ocalan jî û wiha got: "Bi taybetî rewşa dadgehan balkêş e. Her girtî bi awayekî zagonî dikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Dikare ziyaret bike û biparêze. Girtî dema mafê wî hat binpêkirin dikare bi rêya parêzer mafê xwe biparêze. Dema cezayê dîsîplînê da, divê bi parêzeran re bê parvekirin. Divê agahî bidin parêzeran û wan agahdar bikin. Lê tu agahiyê nadin parêzeran. Ji ber ku naxwazin em têkoşîna hiqûqî bidin. Ji ber hiqûq li holê tune ye. Naxwazin em parêzer erka xwe ya zagonî pêk bînin. Cezayê ku didin Ocalan dixwazin veşêrin. Naxwazin ev ceza bêne dîtin. Gelek cezayê dîsîplînê ji ber Birêz Ocalan mafê xwe yê sporê bi meşê derbas dike, didin wî. Ji ber ku Birêz Ocalan li hewşê diçe û tê tûran davêje, ceza dide wî. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber li hewşê tûr (Volta) avêtiye ceza lê hatiye birîn. Di wextê wê de ev yek îtîraz jî kiriye. Mafê tûran (Volta) mafekî gerdûnî ye. Ev nîşan dide ku cezayekî keyfî dane. 
 
EM Ê SERÎ LI AYM'Ê BIDIN
 
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, diyar kir ku bi hin muwekilên xwe re îtîraz kir û wiha berdewam kir: "Piştî em fêr bûn ku ceza dane, me mînakên dosyayan xwestin. Lê ev daxwazên me yên xwestina dosyayan red kirin. Heta niha bersîva îtîraza der barê muwekilê me de nehatiye. Dema bersîv bê em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Bersîva hin îtîrazên me hatin. îtirazên me red kirin. Em ê serî li AYM'ê bidin. Gelek biryarên ku didin teblîgî me nakin. Agahiyê nadin me. Ji ber vê yekê em nizanin cezayê dîsîplînê li gorî çi û ji bo çi didin." 
 
 
Parêzer Rêzan Sarica, herî dawî diyar kir ku heta encamê bistînin dê hemû mafê xwe biparêzen û serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin û wiha bi dawî kir: "Em naxwazin mafê muwekilê me yê hiqûqî bi tu awayî bê asteng kirin. Ji xwe dixwazin mafê muwekilê me yê hieqûqî asteng bikin. Lê li dijî vê bêhiquqiyê têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Heta em encam bistînin em ê hemû mafê xwe yê hiqûqî biparêzin û emê serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin. Dem dema têkoşîna hiqûqî ya demokratîk e. Divê em hişmendiya demokratîk zindî bikin. Bi temaşekirin û bendemayînê pirsgirêk çareser nabe. Îro çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê pêk tên, tecrîdkirina Birêz Ocalan û helwesta li dijî gelê Kurd e. Pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka azadiyê ye." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 

Sernavên din

15/05/2021
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin