WAN - Li navçeya Tûşba ya Wanê zaroka 6 salî ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbaya Wanê serê sibê Rûken Kolcû ya 6 salî bi êrişa kuçikan re rûbirû ma. Malbata wê û cîran li Rûkena biçûk geriyan û 500 metre dûrî malê wê dîtin û tespîtkirin ku jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Rûkena biçûk ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê û piştî karûbarên otopsiyê cenaze li goristana taxê hat veşartin.