Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire

  • rojane
  • 09:02 18 Gulan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Derûnnas Mesût Aslan, diyar kir ku fikara ji bo pêşerojê û nediyarî xwekuştinê gur dike. Aslan, destnîşan kir ku dê bi piştevaniyê pêşî li bûyerên civakî bê girtin. 

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara kesên ku xwe dikujin zêde dibe. Li gor rapora 2018'an a TUÎK'ê di salekê de 3 hezar û 161 kes xwe kuştine. Ên xwe kuştine ji sedî 75,6 mêr in û ji sedî 24.4 jî jin in. 
 
Derûnnas Mesût Aslan, bûyerên xwekuştinê ku bi taybetî di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de zê bûne û sedemên wê nirxandin. 
  
TENDURISTIYA GEL 
 
Aslan, destnîşan kir ku divê sedemên xwekuştinê bi awayekî berfireh bên nirxandin û ji bo vê îşaret bi faktorên wekî aborî, siyasî û çandî kir. Aslan, anî ziman ku xwekuştin pirsgirêkeke tenduristiya gel e û li seranserê cîhanê ji 10 sedemên mirinê yek jê jî xwekuştin e. Aslan, bilêv kir ku piştî ku krîza aborî kûr bûye xwekuştin jî zêde bûye û got: "Di demên dawî de mirov li destê xwe 'nan-kar' dinivîsin û bal dikişînin ser rewşa xwe ya aborî. Rewşa aborî bandorê li ser derûniya mirov dike. Betalî, pirsgirêkên aborî, nexweşî û têkilî faktorên girîng in." 
 
XIZMETA TENDURISTIYÊ 
 
Aslan, diyar kir ku rewşa aborî hem jiyana mirov zehmet dike hem jî dibe sedema xirabbûna têkiliyan û got: "Bêhêvîtî û nediyariyê zêde dike. Zemîna depresyonê amade dike. Ên herî zêde bandorê ji krîza aborî digirin komên rewşa wan a aborî nebaş e. Kesên krîza aborî û civakî ji kûr de hîs dikin, nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiya ruhî bigirin. Ev jî sedemek e." 
 
FIKARA PÊŞEROJÊ Û NEDIYARΠ
 
Aslan, destnîşan kir ku divê mirov ferdan derî civaka wan nefikire û alozî, xizanî û nediyariya ji bo pêşerojê di kesan de dibe sedema fikar û tirsê. Aslan, anî ziman ku gava ev fikar û tirs demeke dirêj bidme bandorine pir nebaş li kes dikin. Aslan, bilêv kir ku gava hin pirsgirêkên nû li pirsgirêkên berê yên nehatine çareserkirin zêde dibin çareserî dixetime û ev yek fikira xwekuştinê gur dike û got: "Gava kes nikarin xwe ji vê rewşa aborî, civakî, bêhêvî û nedilxweşiyê xelas bikin ajoya jiyanê û mirinê bi ser wan de diçe." 
 
GIRÎNGIYA PIŞTEVANIYA CIVAKΠ
 
Aslan, anî ziman ku kes berî ku xwe bikujin vê yekê bi awayekî didin der. Aslan, bal kişand eleqedarî û pêwendiya bi van kesan re û got: "Heger hûn bibînin ev têr nake, dîsa divê hûn vê pêwendiyê bidomînin. Ji lew re rêbaza herî mezin a ku pêşî li ber întiharê bigire pêwendî û piştevaniya civakî ye. Lê mixabin nediyariya ku di demên dawî de li civakê peyda bûye, pratîka alîkariyê ji holê rakiriye. Gava hesta piştevanî û alîkariyê ji holê rabe, devereke ku kes serî lê bide namîne." 
 
BANDORA PANDEMIYÊ 
 
Aslan, destnîşan kir ku qedexeyên di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de tên girtin jî bandorê li depresyona extiyar û ciwanan dike û ji bo xwekuştinên di demên dawî de jî got: "Ev jî nîşaneya ku krîzeke civakî heye." 
 
Aslan, anî ziman ku xelasbûna ji bê krîzê jî ji dêvla çareseriyên şexsî, divê lêhûrbûna li ser çareseriyên civakî zêdetir be û got: "Tenduristiya kes, girêdayî tenduristiya civakê ye. Tenduristiya civakê jî girêdayî ya kes e. Xwekuştina kes jî bi piranî têkildarî pirsgirêkên civakê ye, yanî ev yek ruhê ku civak di nav de ye jî dide der." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

21/05/2021
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir
14:08 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:46 Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
13:43 Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:42 EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir
12:47 Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket
12:34 Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir
11:58 Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye
11:58 Piştî teqîna li Amedê dengê balafirên şer qût bû
11:17 Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin
10:34 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin
10:33 Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye
09:57 Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe