RIHA - Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li pêş Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê didomînin, beriya seredana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi lêdanê hatin binçavkirin.
Polîsan Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî xilas bibû, bi lêdanê binçav kirin. Hat diyarkirin ku dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar bi îdiaya “Heqaret li peywîrdarên cemaweriyê kirine” hatine binçavkirin.
Balkeşe ku beriya seredana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, malbata Şenyaşar hat binçavkirin.