* Muzîkjen Ahmet Tîrgîl ku di pêvajoya pandemiyê de li ser medyaya sanal ji xwe re dikek ava kiriye, anî ziman ku mirov bi muzîkê ji hev fêm dikin û muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e.
* Pîlotê şer Bahadir Altan, nûçeya rojnameya Mornîng Starê ku gotibû TSK'ê li Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar aniye, nirxand û diyar kir ku TSK'ê berê jî li Rojavayê bombeyên fosforê bi kar anîbû û ev yek bi raporan hatibû aşkerekirin û got: "Kesên bi saxî mirovan dîl digirin û înfaz dikin, bi awayekî hovane seriyan jê dikin û li ber poz didin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?"
* Cotkarên ku ji ber ziwabûnê û zêdebûna mesrefan barê wan pir giran bûye destnîşan kirin ku cotkarî nemaye û dewletê çav berdaye tekane çavkaniya debara wan jî.
* Malbatên girtiyan xwestin tecrîda li Îmraliyê û operasyona derveyî sînor bidawî bibin û gotin: "Heger deriyên Îmraliyê bên vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin."
* Danişîna duyemîn a Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Enqereyê di roja sêyemîn berdewam bike. (09.30)
* Danişîna ewil a doza Geziyê ku cara sêyemîne vebûye wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.30)
* Danişîna 11'emîn a doza siyasetmedarên kurd Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak wê li Dadgeha Meletiyê were lidarxistin. (10.00-17.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Çalakiya bi daxwaza "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 74'emîn de berdewam bike.