Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin

  • rojane
  • 16:26 21 Gulan 2021
  • |
img

MELETÎ - Danişîna doza siyasetvan Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak cara 11’an hat taloqkirin. Parêzer Cîhan Aydin bertek nîşanî helwesta dadgehê da û got: “Hin bêtir me bi vê leyîstika darazê egle nekin.” 

 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna 11’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û Tuncel jî ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan Mehmet Emîn Aktar, Mesût Beştaş û Cîhan Aydin jî ji Edliyeya Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parêzer Hasan Dogan jî li eywana danişînê amade bû. 
 
‘AKP NABE SÛCDAR GELO EZ DIBIM SÛCDAR?’
 
Di danişînê de ewilî Kişanak axivî û bersiva pirsa şandeya dadgehê ya derbarê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK’ê hatibû girtin de da û got: “Ev sûcdariyên we mîna senaryoyê ne. Dema AKP alîkariyê dike sûcdar nabe, ku ez bikim dibim ‘terorîst’. Feqîr feqîr e ma qey cihêkariya vê dibe?” 
 
TUNCEL: HIQÛQ NEMAYE 
 
Pişt re Tuncel parastina xwe kir û Doza Kobanê ya li Enqereyê tê lidarxistin bi bîr xist û destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd bi fen û fûtan tên darizandin û hiqûq û edalet li holê nemaye û hiqûq û daraz ketiye destê îqtidarê. 
 
DI HER DANIŞÎNÊ DE SÛCEK CUDA! 
 
Pişt re parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzer Cîhan Aydin destnîşan kir ku ev 4 sal in miwekîlên wan tên darizandin û êdî ew hejmara dozgerên li dozê dinêrin hatine guherîn nizanin. Aydin anî ziman ku karê dozger û dadger dikin neheqiyeke li cubeyê li xwe dikin û di her danişînê de jî sûcek cuda derdixin pêşberî wan. Aydin got ev 4 sal in di danişînê de gotinek nemaye ku negotine û belgeyek nemaye ku pêşkêşî wan bikin û hêj miwekîlên wan nayên berdan.  Aydin da zanîn ku tu hêviyek wan ji dadgehê nemaye û got: “Êdî em bi fikar in ku hûn dadgeh in. Birêz dadger hin bêtir me bi vê leyîstoka darazê egle nekin. Qet nebe rûmeta pîşeya xwe biparêzin.” 
 
NEHATIN BERDAN 
 
Dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hêceta li benda sekinandina nivîsa muzekereyê ku ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, agahiyên derbarê Komeleya Sarmaşikê de ku werin, biryara dewama girtina Tuncel û Kişanak da û danişînê taloqî 22’yê tîrmehê kir. 
 

Sernavên din

24/05/2021
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê