8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn

  • jin
  • 09:01 26 Gulan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Hatûn Koç ku bi awayekî sîstematîk tahde lê hatiye kirin û ji bo vê 33 caran gilî kiribû, dîsa jî bi çekê hatibû birîndarkirin. Koç got: "8 sal in li korîdorên edliyeyê li edaletê digerim. Lê min nedît. Divê cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn." 

Li navçeya Toroslar a Mêrsînê, Ozkan Yarbî, di 27'ê Gulana 2020'î de bi çekê êrîş biribû ser Hatûn Koçê û ew birîndar kiribû. Yarbiyê ku berê bi Koçê re zewicandîbû û Koçê dev jê berda bi sûcê "birîndarkirina bi qesdî" hat girtin, lê Koç jî seqet bû. Koç, behsa tahdeya lê hatiye kirin, bêeeleqedarbûna saziyên fermî kir. 
 
DESTDIRÊJΠ
 
Hatûn Koç a 26 salî, gava 13 salî bûye Yakûp K.'yê 13 salan jê mezintir ew îstismar kiriye. Piştî destdirêjiyê bi 20 rojan Yakûp K. ji ber tiryakê hatiye girtin û Hatûn Koç jî çûye mala dêya xwe. Lê paşê pê dihese ku ducanî ye. Di 14 saliya xwe de dibê dê. Koç, 3 salan li cem malbata xwe dimîne. Di saliya wê de vê carê Ozkan Yarbî ew îstismar dike. 
 
TEMENÊ WÊ MEZIN NIVÎSÎN
 
Ozkan Yarbî, ji bo bi "destdirêjiyê" neyê cezakirin, bi rêya dadgehê temenê Koçê mezin dike, temenê wê dike 19 sal. Bi awayekî fermî mahra Yarbî û Koçê tê birîn. Lê hê di hefteya ewil a zewacê de Yarbî dest bi tahdeyê dike. 
 
Koç, anî ziman ku gava ducanî bûye Yarbî tahde lê kiriye û got: "Cihekî pê de biçim tune bû. Lewma li wê malê ma." 
 
TAHDE 
 
Koç got: "Tahde, ji bo min bûbû tiştekî rûtîn. Gava ducanî bûm, tahde li min dikir. Gelek caran ez ji malê qeirandim. Gava ducanî bûm (8 mehî) li min xist. Min û keça min a 3 salî ji mal derxist. Cihekî me yê em biçûna tune bû. Ji ber ku ev zewac bê dilê malbata min bû, ez nikaribûm biçûma wir. Çûm mala hevaleke xwe. Wê çaxê cara ewil hîn bûm ku 'Sitareyên Jinan' hene û dikarim giliyê wî bikim. Min giliyê wî kir. Xwe avêt dexlê min got, 'ez carek din wiha nakim.' Ji ber ku hindik mabû keça min bê dinê, mecbûr mam cardin biçim malê." 
 
DEV JÊ BERDA 
 
Koç, diyar kir ku hê çilê wê neqediyabû hevjînê wê cardin tahde lê kiriye û got: "MIn tim giliyê wî kir, lê du rojan di nezaretê de dihiştin û cardin wî berdidan. Min hew deyax kir. Di sala 2013'an de min min ew da ber dadgehê, ji bo devjêberdanê. Me bi awayekî fermî, dev ji hev berda." 
 
Koç, anî ziman ku Ozkan Yarbî devjêberdan qebûl nekiriye û bi zorê hatiye mala wê û got: "Me dev ji hev berda, lê wekî em zewicandî bin tim dihat malê. Gava min nedihişt were, di şaneşînê re dihat û cam dişikand û diket hundir. Min tim giliyê wî dikir. Biryara dûrxistinê dan, lê dîsa jî dihat. Gava min nedihişt bê malê, gef li min dixwarin. Ez û zarokên xwe, li malê wekî êsîran bûn." 
 
MAL ŞEWITANDIN, BIRÎNDARKIRIN 
 
Koç, bilêv kir ku Yarbî di sala 2015'an de mala ku lê dima şewitandiye û got: "Mala min şewitand û bi kêrî ez birîndar kirim. Hê jî dewsa kêra wî li ber çavê min ê çepê û biruyên min heye. Hê jî nikarim hêla xw eya çepê bixebitînim. Her cara çûm qereqolê, gotin, 'temam çi hewce be em ê bikin.' Çûm cem dozger, ji min re got 'tu here mala xwe, em ê hel bikin an jî em ê te bibin sitareyekê.' Ji dêvla ku min bişînin sitareyeke jinan, dikaribûn wî bigirtana. Çima min hepsî cihekî din, lê wî nagirin?"
 
33 DAXWAZNAME 
 
Koç, destnîşan kir ku ji sala 2013'an heya niha derbarê Yarbî de 33 daxwazname dane û got: "Min 8 salan giliyê wî kir. Heya niha min 33 daxwazname dane û giliyê wî kirine. Lê ranebûn wî negirtin." 
 
'EZ BIRÎNDAR KIRIM'
 
Koç, anî ziman ku herî dawî Yarbî par bi çekê êrîşê wê kiriye û ew birîndar kiriye û beriya bûyerê bi hefteyekê gilî kiriy, lê dozger guh lê nekiriye. Koç, got: "Beriya wê bi hefteyekê bi wêneyê xwe yê bi tivingê kişandibû, gef li min xwarin. Çûm Qereqola Cumhûriyetê ya Pozcûyê û min giliyê wî kir. Qereqolê berê min da Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê. Min peyamên wî û wêneyê wî dan dozger. Dozge rli ser çavê min jî mêze nekir, got, 'hege rte daxwaznameya xwe dabe qereqolê, ne hewce ye tu werî vir.' Min jî got, 'ma gava ev zilam bera min bide, hûn ê wî bigirin?' Dozger got, 'Em nikarin li gor her îfadeyê kesan bigirin. Heger tu ew qas zana yî were şûna min.' Bi vî awayî ez ji odeya xwe derxistim. Min ev tişt bi nivîskî jî dan ber dozger. Giliya min kêrî tiştekî nehat. Ji lew re heftek bi şûn de Ozkan Yarbî, bi wê tivinga pê wêne kişandibû, li ber çavê keça min a 7 salî bera min da." 
 
BÊCEZATΠ
 
Koç ku got "Ez ne jina ewil ne jî ya dawî me ku tahde lê hatiye kirin", destnîşan kir ku heya cezayên giran li van kesan neyên birîn, dê jin tim bimirin. Koç, anî ziman ku 33 daxwazname dane û gilî kirine, lê dîsa jî Yarbî hewl daye wê bikuje, lewma divê ne bi sûcê "birîndrakirina bi qesdî", bi sûcê "kuştinê" bê darizandin." 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Koç, bibîr xist ku Peymana Stenbolê ji bo jinan ewlehiyek e û biryara fesixkirina wê jî rexne kir.
 
Koç got: "Yarbî niha girtiye, lê hê jî gefan dixwe. Ez piştî her danişînê, gava têm malê zarokên min dibêjin, 'dayê tu xelas bûyî?' Lê ez nikarim bêjim, 'em xelas bûn.' Ji lew re darizandin hê jî didome û ceza lê nehatiye birîn. Fikara min ji bo min û zarokên min e. Gava Peymana Stenbolê hebû, qet nebe hebikekî hêviya me hebû, lê niha ew jî tune ye. Heger Peymana Stenbolê pêk bihata, dê ji 33 giliyên min miheqeq yek jê esas bihata girtin." 
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Koç, da zanîn ku dê danişîna dozê di 25'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrsînê bê lidarxistin û ji bo danişînê bang li jinan kir: "Gava min dizanibû ez ê jê xelas nebim jî min gilî dikir. Bang li jinan dikim, tahdeyê qebûl nekin. Şelmaqek û derba mirinê heman tişt in." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

30/05/2021
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin