Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere

  • rojane
  • 09:02 27 Gulan 2021
  • |
img

RIHA - Serhat Dîcle Înan ku ji bo kiryarên bavê xwe bibîne bû parêzer û bi salan de di warê hiqûqî de têdikoşe, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi cinayetên kiryar nediyar polîtîkaya bêcezatiyê heye. 

Li navçeya Wêranşar a Rihayê, di 7'ê Nîsana 1994'an de Parêzer Kazim Ekîncî û Fahrî Înan, ji aliyê kesên ku bi "Torosa Spî" hatin û ser çavên wan girtîbû hatin kuştin. Dosyeya Ekîncî û Înan di sala 2014'an de hat girtin. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî serlêdana malbatan di sala 2019'an de hat redkirin. Piştî vê malbatan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Ewropayê (DMME) dan, lê belê DMME'yê jî di 15'ê Tîrmeha 2020'î de bi hinceta "hiqûqa navxweyî nexitimiye" serlêdan red kir. 
 
Piştî ku rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, hin vîdeo parve kirin û di van vîdeoyan de li xwe mikur hat, dosyeyên kiryar nediyaran cardin bûn rojev. 
 
Serhat Dîcle Înan ku ji bo dosyeya bavê xwe bişopîne û cinayetên kiryar nediyar zelal bike bûye parêzer, bi salan e li edaletê digere. Dîcle Înan, dosyeya bavê xwe û cinayetên kiryar nediyar nirxandin û ji bo aştiya civakî îşaret bi avakirina komîsyoneke heqîqetê kir. 
 
Înan, diyar kir ku dosye ji sala 1994'an heya 2014'an di asta lêpirsînê de bûye û çendî ku di sala 2009'an de polîsekî teqawid nameyek şandiye ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re jî, dîsa dosye hatiye girtin. Înanî anî ziman ku polîsê teqawidbûyî di nameyê de bal kişandiye ser hin kesên êrîş pêk anîne û got: "Diyar kiribû ku ev kes li herêmê cinayetên kiryar nediyar kirine û ev bi destên dewletê hatibûn kirin. Lê belê dîsa jî lêpirsîn pêş neket. Mixabin dosye piştî 20 salan hat girtin. Me îtiraz kir, lê îtirazên me jî hatin redkirin." 
 
HELWESTEKE POLÎTÎK 
 
Înan, anî ziman ku piştî ku îtirazên wan nehatine qebûlkirin, serî li DMME'yê dane, lê belê DMME'yê jî bi hinceta ku "rêyên hiqûqa navxweyî nexitimîne" îtiraza wan red kiriye. Înan, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn biryareke siyasî ye û got: "Ji darizandineke adil wêdetir, helwesteke polîtîk e. Bi vî awayî dosye hat girtin. Lê ev nayê wateya ku dê kiryar nediyar bên jibîrkirin." 
 
DAYIKÊN BI HESRETA GOREKÊ 
 
Înan, bilêv kir ku ber van bêhiqûqîtiyan bûye parêzer û got: "Dil dixwest gava min nû dest bi vê pîşeyê kir, min di qadine din ên vê pîşeyê de hin tişt bikirana. Lê mixabin, binpêkirinên mafan berê me dan vir. Xwezî lêgerîna me ya ji bo heqieyê ne miriyên me bûna. Xwezî bi mirina bavên me, apên me û xalên me dest pê nekira." Înan, anî ziman ku bavê wî di cinayeteke kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest daye, lê qet nebe goreke wî heye ûg ot: "Em diçin ser gora wî. Lê mixabin bi hezaran xizmên windayan, nikarin bi vî awayî jî xwe tesellî bikin. Gor bi xwe jî dibe cihê teselliyê. Em vê ji Dayikên Şemiyê dizanin. Hin dayik hene, bi salan e li ber deriyê xwe li benda zarokên xwe ne. Dev ji hatina zarokan berde, bi hesreta gorekê ne jî. Mixabin gelek dayik, wekî Dayika Berfo bi hesreta gora zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan." 
 
AKTOR DIHATIN ZANÎN 
 
Înan, bal kişand ser kesên ku rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker behsa wan dike. Înan, got: "Polîsê teqawid ku di sala 2009'an de ji bo dosyeya me nameyek şandibû, di nameyê de li Wêranşarê behsa pergala JÎTEM'ê û kesên bi wan re dikir. Ev aktor, aktorine tên naskirin. Bi salan e behsa wan tê kirin. Lê belê di demên dawî de mafya û rêvebirên dewletê bi hev ketine û ji ber vê cardin ketin rojevê. Behsa Mehmet Agar û pêwendiya wî ya bi kiryar nediyaran re kir û piştî vê dosyeya JÎTEM'ê ya Enqereyê biryarek girt. Em ji nêz ve dişopînin. Hêvîdar im ji bo zelalkirina wê gavine baş bên avêtin." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ 
 
Her wiha Înan bal kişand ser gotinên wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku di 24'ê Gulanê de di televîzyonekê de gotibû "me bûyera 170 hezar kiryar nediyaran çareser kir" û got: "Derpêş dike ku 170 hezar bûyerên kiryar nediyar çareser kirine. Lê em nizanin derbarê kîjan bûyerê de çi agahî hene. Heger qesda wî cinayetên kiryar nediyar ên di navbera 1980-2001'ê de be, heya niha ji vana cinayetek jî nehatiye zelalkirin. Çend sal berê Tahir Elçî hat kuştin, lê hê jî kiryarê wê nehatiye cezakirin. Li Tirkiyeyê derbarê cinayetên kiryar nediyar de polîtîkaya bêcezatiyê heye." 
 
Înan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo kiryar bên cezakirin divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin.
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

30/05/2021
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin