Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e

  • rojane
  • 10:23 27 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku ji bo ew nebin hevkarê sûcê bêhiqûqiya tecrîda li ser Ocalan kampanya dane destpêkirin, tecrîdkirina Ocalan sûc e û xwest her kes li dijî nenasîna hîqûqê ya dewletê helwesta xwe nîşan bide. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Bûrsayê tê ragirtin. Ocalan ji sala 1999’an heta sala 2011’an dem bi dem bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk dianî. Ji sala 2011’an heta sala 2019’an Ocalan nikaribû parêzerê xwe bibîne. Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û bi beşdariya hezaran kes li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin û 200 roj berdewam kiribû. Di encama vê çalakiya greva birçîbûnê de parêzer di 2’yê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7 Tebaxa sala 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî van 5 hevdîtinan heta îro parêzer ji bo hevdîtinê tên astengkirin. 
 
Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê yan bêbersiv man an jî bi hêceta cezayê dîsîplînê hatin redkirin. 
 
Li ser berteka ku agahî ji Îmraliyê nayê girtin, birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê Adarê de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi telefonê li gel kekê xwe axivî. Lê balkêş e ku ev axaftina telefonê tenê 5 deqîqe pêk hatibû û telefon hatibû qûtkirin. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di rojevê de cihê xwe digire û li girtî jî li girtîgehan ji bo tecrîd were rakirin ji 27’ê Mijdara 2020’an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger li dar dixin. Greva birçîbûnê di roja 182’yemîn de berdewam dike. 
 
768 PARÊZERAN BANGA RAKIRINA TECRÎDÊ KIR 
 
768 parêzerên girêdayî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku mudafiya Ocalan dike, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û 14 baroyan ji bo tecrîda li Îmraliyê tê sepandin bi dawî bibe û Ocalan dikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtine bike, duh belavokek belav kirin û bang li hikumetê kirin ku gav biavêje. 
 
TECRÎD BI KÛRKIRINÊ DIDOME 
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker têkildarî tecrîdkirina Ocalan û belavoka parêzeran ku îmze kirine ji ajansa me re axivî. 
 
Parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir ku ji sala 1999’an ve li Îmraliyê li dijî Ocalan konseptek hiqûqa taybet tê sepandin û tevî hemû hişyariyan jî tecrîd her ku diçe kûr dibe û didome. 
 
‘TECRÎDKIRINA OCALAN SÛC E’ 
 
Şeker anî ziman ku astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê ya li gel Ocalan wek “sûc” dibînin û got: “Ji sala 2011’an heta sala 2019’an hevdîtina parêzeran hatibû qedexekirin. Di sala 2019’an de qet nebe 5 caran hevdîtin pêk hat. Ji wê demê heta niha serlêdan bêencam dimînin. Hevpîşeyên me tên astengkirin û nikarin biçin cem miwekîlên xwe. Ev nehiqûqî ye. Me jî di vê çarçoveyê de pêvajoyek wiha da destpêkirin û di nava parêzeran de pêvajoya îmzeyan pêk anî. Di sala 2019’an de li ser banga birêz Ocalan greva birçîbûnê hat bidawîkirin. Wezîrê Dadê bi xwe got pêşiya hevdîtina hatiye vekirin. Lê îro vê qonaxa em gihîştinê eşkere dibe ku Wezîrê Dadê hurmetê nîşanî wê biryar û daxuyaniya xwe nade. Me jî xwest bi weşandina belavoka îmzeyan bidin nîşandan ku vaye sûc tê kirin  û ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe xebatek wiha da destpêkirin.” 
 
‘DEWLET HIQÛQÊ NAS NAKE’ 
 
Şeker destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya bêhiqûqî ya li ser Ocalan tê birêvebirin banga ku li parêzeran kirine rastî eleqeyê hatiye dîtin. Şeker da zanîn ku li gel qanûn û hiqûqa heyî jî Ocalan ji mafê xwe bêpar tê hiştin û di şûna sûd ji mafên xwe bigire, tê tecrîdkirin û got: “Yasayên navxweyî û navnetewî tên binpêkirin. Lê divê Tirkiye di çarçoveya rêgezên hiqûq û wekheviyê de yasayên xwe bisepîne. Wezareta Dadê dibêje ji ber cezayên dîsîplînê hevdîtina parêzeran nayê kirin. Lê belê girtiyek ceza jî bigire dikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Dema em van hemû bêhiqûqiyan dinirxînin, tam jî tişta ku em behsa wê dikin dewlet hiqûqê nas nake û li gorî kesan hiqûqek taybet disepîne. Em li dijî tecrîd û binpêkirinên mafê girtiyan her kesî vedixwînin refên têkoşînê.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek 
 

Sernavên din

30/05/2021
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin