KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 12:58 27 Gulan 2021
  • |
img

AMED - KCD û DBP'ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike daxuyanî dan û wiha gotin: "Ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe; em dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin demildest şertê jiyana azad a Ocalan bê temînkirin û Birêz Ocalan azad bibe."  

 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 182'yemîn de berdewam dike, li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîn li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî Berdan Ozturk xwend û metna daxuyaniya tirkî jî Salîha Aydenîz xwend. 
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
'JI HÎTLERAN BIHÛRIYE' 
 
"Di pêvajoya ku welat ber bi zinarekî kûr ve diherike, azadiya mirovan bi sînor dibe û rejîma faşîzmê xwe ava dike de, em wekî hêzên demokrasiyê banga têkoşîna yekbûyî li ser xwe ferz dibînin. Li Tirkiye û Kurdistanê azadî û mafên mirovan, heq, hiqûq û demokrasî, bi rêbazên tundiyê di bin êrîşan de ye. Bi KHK'yên hatin derxistin, bi sedan komele, vakif û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Baro, rêxistinên pîşeyî û saziyên mafên mirovan di bin dorpêça zextan de ne. Medya sanal hatiye dorpêçkirin. Li vî welatî kesên der barê rejîma AKP-MHP'ê de gotinekê bêjin û tespîtekê bikin, şev nivê şevê polîs deriyê wan dişkîne û wan binçav dikin. Niha mirov xweziya xwe bi serdema Hîtler tîne. Di vê pêvajoyê de em vê talûkeyê baş dibînin. Ji bo em rê li pêş vê talûkeyê bigirin, em dixwazin hemû rê û amûrên têkoşîna demokratîk pêş bixin. Em dixwazin rê li pêş vê talûkeyê bigirin. 
 
ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN HEMÛ PIRSGIRÊKA KURD E
 
Ji tenduristiyê heta siyasetê, ji aboriyê heta ekolojiye çavkaniyên hemû pirsgirêkan neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Dema em li pirsgirêkên Tirkiyeyê dinerin, em bi gelek mijarên pirsgirêkan re rû bi rû ne. Pirsgirêkên aborî, perwerdehî, tenduristî û hwl. Lê çavkaniya hemûyan pirsgirêka Kurd e. Ji ber pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nabin, dixwazin bi rêbaza tundiyê çareser bikin. Ji ber vê yekê pirsgirêk çareser nabin. Em ketine pêvajoya ku betalî zêde dibe, qeyrana aborî kûr dibe û mirov întîhar dikin. Gelê me xizan dibe. Xwezaya me û warê jiyanê talan û wêran dibe. Li aliyê din hevkarên îqtîdarê sermayeyê li sermaya xwe zêde dikin. Pirsgirêkên tenduristiyê zêde dibin û çareserî ji şewba vîrûsê re nayê dîtin. Di vê pêvajoyê de di bin navê tedbîrên tenduristiyê de maf û azadiya mirovan tê sînorkirin. Dengê hêzên muxalif tên tepisandin. Li aliyê din bi milyonan dolaran didin şîrketên hevkarên xwe. Ji bo gelê Tirkiyeyê derziyekê zêde dibînin. Lê ji bo hêzên paramîliter ên li Lîbya, Sûdan, Azerbeycan û Sûriyeyê şer dikin û welatên cîhanê, ew wekî çeteyên terorîst îlan kirine, derziyan transfer dikin. Li şûna tenduristiya gel, îqtîdara xwe diparêzin. 
 
POLÎTÎKAYA TUNEKIRINÊ 
 
Ji avakirina Komarê heta îro, yek ji pirsgirêkên herî sereke yên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd di serdema Osmanî de jî hebû. Lê di salên dawî yên Osmanî de tepisandin. Di serdema Komarê de zext, tundî û tepisandina Kurdan bêtir zêde bû. Di serdema serhildanên Şêx Saîd, Agirî û Dersîmê de li şûna çareser bikin bêtir tundî zêde kirin. Dîsa di salên 1990'an de pirsgirêka Kurd bû sedema şerekî pir giran. Berberiya di nava civakê de zêde bû. Hêzên giredayî dewletê, nijadperestî sor kirin û nijadperestî pêş xistin. Gelê kurd wekî terorîst pênase kirin û reş kirin. Bi gotina 'Serê mar' li ser kurdan komkujî pêş xistin. Li aliyekî di qada ziman, çand û dîrokê de qirkirin pêş xistin, paralelî wê di qada eskerî de jî polîtîkaya qirkirinê pêş xistin. 
 
OCALAN AKTORÊ SIYASÎ YE Û MUHATABÊ ÇARESERIYÊ YE 
 
Birêz Abdullah Ocalan, li dijî pergalên dewletê yên pirsgirêkan kûr dikin, di sala 1993’an de agirbesta yek alî îlan kir. Aşkere kir ku pirsgirêka Kurd bi tundiyê û şer çareser nabe. Ji salên 1990'an heta niha gelek caran agirbest îlan kirin. Birêz Ocalan gelek caran xwest li şûna şer bi rêbaza diyalog û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Herî dawî di Newroza 2013'an de ji bo çareseriya demokratîk deklarasyon aşkere kir. Deklerasyona Birêz Ocalan heviyek nû geş kir. 
Di pêvajoya çareseriyê de dengê çekan qut bû. Kuştin bi dawî bûn. Di demek pir kin de li Tirkiyeyê di qada aborî, tenduristî, perwerdehî û gelek qadên din de pêşketinên mezin çêbûn. Di navbera gelan de tovên azadî, wekhevî û aştiyê hatin çandin. Kesên çareseriya bi diyalogê ji bo xwe wekî perçebûna îqtîdarê dîtin, dawî li vê pêvajoyê anîn. Dest bi pêvajoya xwînê kirin. Li dijî birêz Ocalan ku wekî mîmarê çareseriya pirsgirêkê ye, hemû rêgezên hiqûqê binpê kirin. Li dijî hemû pîvanên hiqûqê tecrîda giran xistin meriyetê.
 
Li dijî Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê siyasî yê heri mezin û sereke yê çareseriya pirsgirêka  Kurd e, ji sala 1999'an heta niha tecrîda giran pêş dixin. Pergala dewletê, her çend hin caran li gorî berjewendiyên xwe, vê polîtîkaya tecrîdê sist bike jî, lê tu carî tecrîd ranekiriye. Tu carî dest ji tecrîdê bernedaye. Piştî îqtîdarê dawî li pêvajoya çareseriyê ya sala 2013'an anî û dîsa serî li rêbaza tundiyê da, tecrîdkirina Birêz Ocalan bêtir giran kirin. 
Ji sala 1999'an heta niha, li zindana Îmraliyê, tecrîd û îşkence ya li nava demê hatiye belavkirin li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Ji ber vê tecrîda giran, nêzî Heft salên dawî ye, malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ne tenê ziyareta parêzer û malbatan, ziyareta girtiyên din ên li Îmraliyê jî asteng dikin. Mafê Birêz Ocalan ên zagonî yên wekî telefon, ziyareta malbat û parêzeran, name û hwd bi awayekî dijzagonî û keyfî asteng dikin. Tecrîda girankirî xistine meriyetê. 
 
LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR 
 
Me wekî KCD û DBP'ê, ji destpêkê heta niha, aşkere kir ku em ê li dijî israra neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriyê piştgiriyê bidin siyaseta demokratîk.  Me diyar kir ku; ji bo çareseriyê divê berî her tiştî tecrîdkirina Ocalan ê wekî Hêza Siyasî ye, bi dawî bibe. Me xwest rêbazên muzakereyan dîsa têxin meriyetê. Me got li welatê ku demokrasî, azadî, hiqûq, edalet, tune be, ne pêkan e aramî pêş bikeve. Lê ev hişyariyên me yek jî li ber çavan nehatin girtin. Bêtîr tecrîd giran kirin. Li şûna çareseriyê dest bi operasyonên dersînor kirin. Ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê, ji sînorê Îranê heta Lîbya, Azerbaycan û hemû Rojhilata Navîn, bi feraseta Panturkistê operasyonên eskerî pêş dixin. Wekî hemû kêşeyan, bi Kêşeya Kurd jî dixwazin temenê îqtİdara xwe dirêj bikin. Ev îqtîdar, hemû qirêjî û gunehên xwe li pişt baweriya îslamê vedişêre. 
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ
 
Her ku tecrîd giran dibe, çareseriya pirsgirêkan jî zor û zahmet dibe. Li girtîgehan bi hazaran girtiyên siyasî, ji bo polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Di salên borî de jî ev yek gelek caran dubare bû. Girevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kir, sînorên girtîgehan derbas kirin. Li welat û dervê welat belav bûn. Niha jî dîsa belav dibe. Her ku çalakiyên gireva birçîbûnê belav dibe, kaos, alozî û bê aramî jî zêde dibe. Rê li pêş siyaseta demokratîk tê girtin. Bêçareserî tê ferzkirin. Maf û azadî tê sînorkirin. Rêveberiya dîktayê, avakirina xwe bi lez dike. Gireva birçîbûnê ya li girtîgehan îro di roja 182'an de ye. 182 roj in bi hezaran mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê. Her ku gireva birçîbûnê dirêj dibe, bedena mirov bêtir zerarê dibîne. Her girtiyên ku dikevin gireva birçîbûnê, di bedena wan de xisarên mayinde çêdibin. Mirov jiyana xwe ji dest didin. Em wekî KCD û DBP'ê di ferqa vê talûkeyê de ne. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîda Birêz Ocalan bi dawî bikin. Ji bo Birêz Ocalan karibe rola çareseriyê bilîze, em dixwazin Ocalan karibe azad tev bigere û azad xebatê bike.
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ TIRKIYÊ DIKE DEWLETA MAFYAYÊ 
 
Ji ber pirsgirêka Kurd heta niha çareser nebû, pergala mafyayê hatiye avakirin. Ev pergala mafyayê, îro îqtîdar xistiye nava bêçaretiyê. Ev pergal dixwaze polîtîkayên tecrîdê bêtir giran bike. Di demên dawî de li ser medya sanalê pergala mafya ya paralel ketiye hev. Di vê pêvajoyê de ji ber pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, hev sor dikin. Aşkere dikin ku Kurdên demokrat, rewşenbir û rojnameger çawa qetil kirine. Muxalefet jî li hemberî van hêzên ku hev tawanbar dikin û sûcê hev teşîr dikin, tenê temaşe dike. Bi vê sekna xwe hêzê dide îqtîdarê. Muxalefet, nabîne ku ji ber pirsgirêka Kurd çareser nebûye; ev rêxistin di nava dewletê de ava bûne. Wekî pratîka çend endamên mafya pênase dike. Çiyayê li pişt gir nabîne. Pêla ku li keştiyê bixe, dê keştiyê noqî avê bike. Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nakin, çiyayê li pişt gir roj bi roj mezintir dibe. Hemû pergala dewletê dixe destê xwe. Ji ber vê yekê êdî daraz ne serbixwe ye. Têgehên edalet, maf û hiqûqê êdî bûne têgehên bîyanî. 
 
Birêz Ocalan hemû pirsgirêkan dibîne û çareseriyê pêşkêş dike. Ji salên 90'î heta îro, Komara Tirkiye hişyar kir. Aşkere kir ku rêxistinên paralel ên nava dewletê ne ji bo berjewendiyên civakê ne. Birêz Ocalan her tim destnîşan kir ku bi rêbazên heq, edalet û hiqûqê, rêxistinek demokratîk û azadîparêz dikare bê avakirin. Birêz Ocalan, her tim tîne ziman ku bi çareserkirina kêşeya Kurd a demokratîk, Tirkiyeyek demokratîk dikare bê avakirin. Aşkere dike ku Tirkiye dê bi Komara Demokratîk pêş bikeve û ev jî dê Tirkiyeyê ji hêzên emperyalist qut bike. Dê rê li pêş rêxistinên mafya bigire. Birêz Ocalan îro ji bo Kurdistanek Azad û Tirkiyeyek Demokratîk xebatê dike. 
Ji bo vê yekê jî tu carî ji berpirsiyariyê nareve. Lê îro Birêz Ocalan di tecrîdek giran de ye. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe; em dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin demildest şertê jiyana azad a Ocalan bê temînkirin û Birêz Ocalan azad bibe. 
 
DI ŞEXSÊ BIRÊZ OCALAN DE GEL TÊ TECRÎDKIRIN 
 
Pirsgirêka Kurd, bi qasî radestî însafa îqtîdara AKP-MHP'ê neyê kirin, pirsgirêkek jiyanî ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê hêzên demokratîk, muxalif û hemû kesên ji bo maf û azadiyê têdikoşin, bibin yek. Bi israr û yekbûna van hezan, çareseri pêkan e. Ev pirsgirêka jiyanî, mirov nikare bi çend hilbijartinan û dengan çareser bike. Ku ev pirsgirêk çareser nebe, Tirkiye dê hilweşe. Bi salan e hewl didin pirsgirêka Kurd bi şer û tundiyê çareser bikin. 
Lê divê çareserî perspektifa Komara Demokratîk be. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî sazumankarê vê fikrê Birêz Ocalan ji tecrîdê rizgar bikin. 
 
JI BO AZADIYÊ Û DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN
 
Em  KCD û DBP, aşkere dikin ku hêz û muxatabê sereke yê çareseriya Pirsgirêka Kurd; Birêz Ocalan e. Ji bo ev kêşe bi rêbaza demokratîk û aştiyane çareser bibe, em bang li hemû hêz, rêxistin û saziyên eleqeder dikin ku cîddî nêzî meseleyê bibin. Em di serî de bang li Hêzên Demokrasiyê, muxalifan û hemû kesên li dijî yekperestiyê têdikoşin dikin ku ji bo Siyaseta Xeta Sêyemîn pêş bikeve têbikoşin. Ji bo tecrîd rabe û gireva birçîbûnê bi dawî bibe, ji bo Tirkiye demokratîk bibe, Em bang li hemû hêzên demokratîk û muxalif dikin ku li ser xeta têkoşîna demokratîk têbikoşin." 
 

Sernavên din

29/05/2021
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin