Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn

  • rojane
  • 13:26 28 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişînê de bal kişand ser têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê ku ket rojevê û got: “Qirêjiya di hundirê dewletê de teqiya û derket holê. Wisa xuya dike ku wê demek nêz de derkevin pêşberî hiqûqê." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya “heqaret” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman kiriye û “gef” lê xwariye doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Demîrtaş li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqeeyê hat lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F lê girtî ye bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaşû parlamenterên HDP’ê doz şopandin. 
 
DOZGER 8 SAL CEZA XWEST 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dozger biryar ango mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger xwest Demîrtaş heta 8 salan were cezakirin. 
 
‘HER ROJA KU DIÇE WINDA DIKE’ 
 
Demîrtaş li dijî mutalayê axivî û doza lê hatiye vekirin wek “komplo” nirxand û wiha got: “Niha li Tirkiyê rejîma yek zilamî ya otorîter heye. Her roj piştevaniya gel ji bo wan kêm dibe. Dike nake li pêş nakev lewma jî muxalefetê di bin fişaran de dihêle. Dixwaze bi vîawayî îqtidara xwe li ser pêya bihêle. Daraz jî ketiye xizmeta îqtidarê û fermanê wan pêk tîen.” 
 
‘WÊ HESAB WERE PIRSÎN’ 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku hin endamên darazê pêvajoyê bi xwestekek mezin bi rê ve dibin û wiha got: “Helbet wê hesabê vê yekê li pêşberî darazê were pirsîn. Dadger û dozger gotinek ji bo AKP-MHP’ê nabêjin. Mudaxileyî parastina min dikin. Ji ber fikara kar dadger û dozger dibin şirîkê vê bêedaletiyê. Hiqûqzanek ku hişê wî li serê wî be, nikare parastina min wek sûc arasteyî min nake.” 
 
‘DOZGER FERMANÊ JI ERDOGAN DIGIRE’ 
 
Demîrtaş hevdîtina dozger Yuksel Kocaman a li gel Tayyîp Erdogan jî bi bîr xist û got: “Dema Daîreya 2’yemîn a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê min de biryara berdanê da, Erdogan rabû û got ‘em ê li dijî vê biryarê hemleya xwe bikin’. Heman êvarê Yuksel Kocaman vê daxuyaniya Erdogan di hesabê xwe yê medya civakî de belav kir. Endamê darazê neçare eşkere bike ku çima hevdîtin kiriye. Dema ez dibêjim wê li pêşberî darazê hesabê vê yekê were pirsîn, dikin sûc, çima dibe sûc? Heman dozger beşdarî xebata AKP’a Zongûldakê ya hilbijartinê bûye. Heke ev dozger derbarê min de lêpirsînê bi rê ve dibe, di heman demê de dema ez vê tînim ziman, çima wê bibe hedef. Yuksel Kocaman piştî zewicî bi Erdogan re wêneyê malbatî girt. Çawa dibe ku endamek darazê diçe Qesrê û bi serokek giştî yê partiyekê re hevdîtin dike?”
 
‘DARIZANDINA WAN DI DEMEK NÊZ DE YE’ 
 
Demîrtaş bal kişand ser têkiliya dewlet-mafya-siyasetê ku ji nû ve ket rojevê û wiha got: “Qirêjiyên di nava dewletê de teqiyan û li derdorê belav bûn. Wisa xuya dike ku wê demek nêz de derkevin pêşberî hiqûqê. Wê çaxê em ê ji Yuksel Kocaman jî hesab bipirsin. Ji îqtidarek wiha re dozgerek wiha… Ev doz qetilkirina hiqûqê ye. Tişta di vê dozê de tenê were kirinê ew e ku biryara beraetê were dayîn.” 
 
Danişînê bi parastina parêzeran berdewam kir. 
 

Sernavên din

29/05/2021
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin