Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû

img
ENQERE - Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay anî ziman ku têkiliya dewlet û mafya mekanika darbeyê bi xwe ye û wiha got: "Ocalan berê gotibû eger çareseriya demokratîk peş bikeve dê rê li pêş mekanîka darbeyê û kaosê bê girtin. Em îro bi vê pergal û mekanîkê re rû bi rû ne." 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Gişti ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, der barê geşedanên di rojevê de û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kirin. 
 
Gunay, ewil bal kişand ser komkujiya 29'ê Gulana 1980’a ku 57 kes li Çorûmê hatibûn qetilkirin û wiha got: "Ev komkujî jî wekî komkujiya Sêwas, Mereş û komkujiyên din bûn. Ev komkujî jî di kontrola dewletê de pêk hatin. Wê demê plankar û sazumankarê vê komkujiyê hatin parastin. Hej hesap ji van kesan nehatiye pirsîn. Em komkujiya Çorûmê nalet dikin û kesê di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wan bi rêzdarî bibîr tînin. Îro têkiliyê qirêj ên derdikevin holê carek din nîşan dide ku ev komkuji çapa pêk hatine." 
 
DARBEYA ÎRO BERDEWAMA DARBEYÊN DIN IN
 
Gunay, anî ziman ku bi darbeya 27'ê Gulanê ya 61 sal berê vîna gel tune hat hesibandin û wiha got: “Em hemû kes dizanin ku van darbeyan birînê mezin di jiyana me ya civakî û siyasi d vekirin. Her darbeyek li Tirkiyeyê pêş ket, Tirkiye bêtir ber bi rojên tarî ve bir. Bêtir Tirkiye xizan bû û neliretî bêtir pêş ket. Bê hiqûq û demokrasî pêtir paşve çû. Bêtir hêz û çeteyên mafya mezin bûn û xwe bi rêxistin kirin. Mixabin îro hişmendiya darbeyê berdewaa 12'ê Îlonê, 28'ê Sibatê û berdewama darbeyen din e."  
 
Gunay, bal kişand ser rewşa îro û wiha lê zêde kir: “Em di sala 2021'an de bi heman tabloyê re rû bi rû ne. Dîsa hiqûq û demokrasî tune ye. Êrişên li dijî siyaseta demokratîk didomin. Hilbijêrên siyasî girtî ne. Qeyûm tayîni vîna gel dikin. Çete û mafya şirikê vê îqtîdarê ne. Xwediyê çete û mafya ne. 
 
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ
 
Birêz Abdullah Ocalan ê di tecrîda mutlaq de ye berê der barê darbeyan de hişyarî kiribû. Berê gotibû ku çareseriya demokratîk pêş nekeve dê darbe pêş bikevin. Gotibû ku çareseriya demokratîk pêş nekeve de mekanîka darbeyê têkeve meriyetê. Birêz Ocalan berê hişyar kiribû, Tarbeya ku Birêz Ocalan berê hişyar kiribû îro em dijîn. Li aliyekî kaosa dewletê, li aliyê din kaosa çete û mafya pêş dikeve. Ev hemû berhemên bêçareseriyê ye. Ev mekanîka darbeyê bi destê îqtîdarê pêş dikeve. Îqtîdar her roj darbeyan dike. Dîsa ji hêzê muxalif re dibêje 'Piyê xwe rast bavêjin Ev rojên we yên xweş in' û gefan dixwe. Ev hişmendiya darbeyê bi xwe ye. Ji bo ku Tirkiye ji vê hişmendiya darbeyan rizgar bibe, divê demokrasî pêş bikeve. 
Divê têkoşîna hevpar a demokrasiyê pêş bikeve. Êdî ev de naxwazek e. Ev pêdiviyek mecbûrî ye. Ger ku têkoşîna hevpar a demokrasiyê pêş nekeve, dê çete, mafya, û hêzên tarî bêtir Tirkiye dorpêç bikin û têxin nava tora xwe." 
 
BI HATINA AKP-MHP'ê RE ÊRÎŞ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛN
 
Gunay, da zanîn ku êdî tu kes nikare ser van çete û mafya bigire û wiha axivî: "Piştî qatîl û çete ji girtîgehan derketin, rewşa çeteyan derket asta herî jor. Dema mijar dibe meseleya Kurd hemû hêz dibin yek. Hemû çete dibin îtîfaq. Em hemû bindestênn vê civakê, jinên Kurd, elewî û hemû ên din, em bûne şahidê vann êrîşên xedar ê dewletê. Bi hatina AKP-MHP'ê ev êrîş li hemû Tirkiyeyê belav bûn. Îro aktorê van têkiliyên qirêj bi şerê ku heta niha bi ser neketine û wekî bi ser ketine nîşan didin, xwe diparêzin. Îro ev dîmen û vîdeoyên ku rastiya qirêjiya wan derdixe holê, ji sedî ne 1 perçeyê rastiyê ye. Ev rastiya wan tenê ji deryayê dipolek av e. Ji xeynî navên Peker, Soylu, Agar raste rast girêdayî dewleta bûye çete ye.Aliyeki van çeteyan dikevin îhaleyan. Aliyê din jî şerê parvekirina burokrasiyê ye."  
 
JI BO QIRÊJIYA XWE VEŞÊRE ÊRÎŞ DIKE
 
Gunay, da zanîn ku ev pergala mafyayê ji bo ser sûc û qirêjiya xwe bigire êrîş dike û wiha berdewam kir:  "Divê em vê rastiya mafya bibînin û têbikoşin. Li dijjî vê rastiyê ji xeynî têkoşîna hevpar wekî din çare tune ye. Divê em bi hevre têkoşîna hevpar a siyaseda demokratîk pêş bixin. Ev pergala mafya ji bo me îtîfaqa çete û mafya ye. Hemû bi hevre hevkariya sûc dikin. Ji bo em vê yekê ji holê rakin divê em rêxistina civakî pêş bixin. Divê em bi hevre îtîraz û dengê gel bêtir zêde bikin. Berpirsiyarê kuştiyên kujer nediyar ên salê 90’î tetîkêşên JÎTEM’ê ne. Tetîkêşê JÎTEM'ê û yên gund vala kirin û şewitandin, şirîkê van kesê ku îro navê wan li holê belav bûye ye. Îro Tirkiye nikare vê rizîbûnê rake. Civak ne mecbûr e qirêj bibe. Ji ber vê yekê heta ku civaka me û gelê me bigêje rojên xweş û pêşerojek ronî, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li dijî vê vîrûsa ku civakê dirizîne çareserî pêşxistina têkoşîna demokratîk e. 
 
SEDEMA RIZÎBÛNÊ DIJMINANDIYA LI DIJÎ KURDAN E 
 
Gelek sedemên vê rizînê hene. Lê sedema sereke dijminantiya li dijî Kurdan e. Roja berê Erdogan bi xwe îtîraf kir. Gelê Tirkiye bi hesret û heviyek mezin piştgirî da  Tirkiyeyê. Erdogan bi xwe vegot ku çawa li dijî aştiyê suikast pêş xistin Eger îro pêvajoya çareseriyê bi ser ketibûya. Eger îqtîdarê ev pêvajo nekiribûya qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî, civake dê îro li şûna çeteyan pêşketina demokrasiyê niqaş kiribûya."  
 
SEDEM TECRÎD E
 
Gunay, da zanîn ku eger ev mekanizmaya mafya hebûna xwe berdewam dike sedem tecrîd e û wiha lê zêde kir: "Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan, malbata wî û girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe bang dikin. Nûnerênn civakê ji bo tecrîd bi dawî bibe bê navber bang dikin. Ev bang û têkoşîn di heman demê de ji bo Tirkiye ber bi pêvajoyek xerab ne neçe ye. Çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê îro di roja 183'an de didome. 768 hiqûqnas ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe bang kirin. Têkokoşina li dijî tecrîdê erk û peyvira têkoşîna demokratîk e." 
 
XIZANIYA JINAN NE TESADUFÎ YE 
 
Gunay, herî dawî bal kişand ser xizaniya jinan û wiha bi dawî kir: "Xizaniya jinan ne tesadufî ye. Sedema xizaniya jinan a bingehîn cudakariya li ser zayendê hatiye avakirin e. Îro sedema vê xizanî û cudakariyê dijminantiya îqtîdarê ya li dijî jinan e. 
 

Sernavên din

29/05/2021
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin