10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min

  • jin
  • 09:11 29 Gulan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika Xezal Kilinç a ku 10 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye diyar kir ku bi wê hesretê xwîn çûye ser mêjiyê wê û felc dimîne û got: "Beriya ez bimirim dixwazim azadiya kurê xwe bibînim." 

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bi dawî nabin. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li girtîgehan tên ragirtin û bi zext û muameleyan xerab re rûbirû dimînin. Gelek girtî jî di çarçoveya polîtîkayên taybet de tên sirgûnkirin. Hin malbat hene ku bi salan e nikarin zarokên xwe bibînin. 
 
Girtî li girtîgehên ji malbatên xwe dûr tên ragirtin û ji mafê herî sereke yê  hevdîtinê  bêpar tên hiştin. Dayîkên ku bi salan e zarokên xwe nabînin bi hesreta dîtina zarokên xwe dijîn. Yek ji van dayikan jî dayika Dervîş Kilinç ê ku   niha di Girtîgeha Amedê de tê ragirtin e. Cezayê heta hetayê li Kilinç tê birîn û ji sala 1992'yan ve girtî ye. 
 
29 SAL IN BI HESRETA AZADIYA WÎ DIJÎ
 
Tê gotin hema bêje girtîgehek ku têde nemaye tune ne. Kilinç di temenek biçûk de hatiye girtin û niha 57 salî ye. Dayika wî Xezal Kilinç 10 sal in nikare kurê xwe bibîne û dibêje ku ew 29 sal in bi hesreta azadiya lawê xwe dijî.
 
Dayîka Xezal ku nikare hesreta kurê xwe bêtir ragire di sala 2018'an de xwîn diçe ser mêjiyê wê û ji ber vê yekê felc dimîne û niha ew nexweşek li nav nivînan dijî ye. Dayik Xezal niha bi hêviya ku rojekê kurê xwe azad bibîne dijî. 
 
'10 SAL IN MIN WÎ NEDÎTIYE' 
 
Dayika Xezal a ku  her carê qala kurê xwe dike hêsirên çavê wê mîna dilopên baranê li pey hev dibarin û diyar dike ku ew bi hêviya ku wê carekî kurê xwe serbest bibîne dijî û wiha got: "Kurê min di sala 1992'yan de hat girtin. Dema ku hatî girtin şandin girtîgeha Amedê. Pişt re her sal sirgûnî bajarekî din kirin. Di wan salan de hevdîtina me bi wî re çênedibû. Piştî ku derfetên me çêbûn me hevdîtin pêk anîn. Herî dawî sirgûnî Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T kirin. Ji ber ku ez nexweş bûm û derfetên min tunebûn, ez nediçûm hevdîtinên wî. Ev 10 sal in ez kurê xwe nabînim. Rojeke ku ez kurê xwe nefirikim tune ye. Herî dawî ji ber hesret û mereqa wî ez nexweş ketim. Xeyala min û daxwaziya min tenê rojekî ditina azadiya wî ye. Ev nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye. Bifikirin dayikek 30 salan azadiya zarokê xwe nabîne. Ji kenê wî, hêrsbûna wî acizbûna wî û her tiştekê wî tu bêpar dimînî..."  
 
'HÎN KU EZ NEMIRIM DIXWAZIM AZADIYA KURÊ XWE BIBÎINIM' 
 
Kilinç anî ziman ku ew daxwaz dike ku kurê xwe bibîne û got: "Ez gelek pê diqehirim. Xemeke gelek giran e. Ez gelek dixwazim ku bê berdan. Ez dixwazim ku destê hemû dayîk û zarokan bigihîjin hev. Zarokên me dibin cihên herî dûr. Ez nexweşim nikarim biçim. Derfetên me tune ne ku em biçin. Xwedê tu dayikan ji zarokên wan dûr neke. Ez ne tenê ji kurê xwe re, ji hemû heval û hogirên wî re azadiyê dixwazim. Emrê min 80'ê ye. Ez nizanim ku wê sibê çi bê serê me. Ji ber wê ez dixwazim ku hîn ku ez nemîrim azadiya kurê xwe bibînim. Dema ku kurê min azad bû wê çaxê ez ê jî azad bimirim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

02/06/2021
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir