47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin

  • rojane
  • 17:41 29 Gulan 2021
  • |
img
 
 
DUHOK - Operasyona eskerî ya TSK'ê ku li Herêma Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin 37 roj in didome. Heta niha 47 gund ji ber operasyona eskerî hatin valakirin. Komên cerdevan û OSO yên girêdayî TSK'ê darên welatiyan dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên KDP’ê jî birîna daran piştrast kir. 
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Metîna, Zap û Avaşînê di 23'ê Nîsanê de operasyona eskerî dabû destpêkirin. Operasyona eskerî bi tevlêbûna cerdevan û komên OSO yên girêdayî TSK'ê 37 rojin didome. Operasyon li herêma Girê Zendûra yê Metîna zêde bûye. Ji roja ewil heta niha esker dixwazin derkevin ser gir. Lê heta niha nikarin derkevin ser gir. Li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê hatin bi destxistin, heta niha esker gavekê jî pêşve neçûne. Esker ji bo herêmê bi dest bixin hewl didin derkevin ser girê Zendûrê. Eskerên ku dixwazin têkevin tunelên şer jî bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Eskerên ku hêza xwe winda dikin dîsa gavan paşve davêjin. 
 
DIXWAZIN HERÊMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN 
 
Li aliyeki şerê li herêma bejahî her diçe dijwar dibe, li aliyê din balafirên şer girê Zendura yê Metîna, Çîloyê biçûk ê Zapê û herêma Mervanos ê Avaşînê û qada Şûkê ji hewa ve bombe dike. Balafirên şer ji hewa de bêtir qadên ku gundî û sivîl lê dijîn bombe dike. Ji ber bombekirina balafirên şer zevî dişewitin û sewal tên kuştin. Di encama bombebaranê de qada di navbera Gundê Kestê û Kanîmasî yê herêma Metîna de nêzî hezar û 850 dolim bax û bostan tev şewitîn. 
 
DARAN DIBIRIN
 
Nêzî hezar endamên OSO yên anîn Baregeha TSK'ê û Lojîktika Bamernî û 560 endamên OSO yên ji Lîbyayê anîn Herêma Rûbarok û Şemzînanê ya Colemêrgê, tevî cerdevanên gundan, li herêma Zaxo û Berwarî dest bi talankirin û wêrankirina xwezayê kirin. Cerdevan û endamên OSO li gel eskeran dar û berên gundiyan dibirin û piştre difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên PDK û YNK’ê jî ev yek piştrast kirin. Rayedaran anîn ziman ku vê yekê bi destûra Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê dikin. Rayedaran da zanîn ku li herêma Zaxo û Berwariyê 47 gund ji ber esker lê bi cih bûn, welatî koç ber bûn û gund vala kirin. Rayedaran da zanîn ku endamên OSO û cerdevanên girêdayî TSK'ê daran dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. 
 
47 GUND VALA KIRIN
 
Çavkaniyên herêmê destnişan kirin ku li herêma Bêgova, Dêrekar û Berwarî yên girêdayî navçeya Zaxo ya Duhokê welatiyên 47 gundan ji ber êrîşên balafirên şer gundê xwe vala kirine. Gundiyan anîn ziman ku Endamê Politburo yê PDK'ê Ali Awnî destûr daye birîna daran. Çavkaniyan da zanîn ku dar ji aliyê şîrketên nêzî Awnî û şirîkên Tirkiyeyê ve tên birîn. Çavkaniyan da zanîn ku cerdevan û endamên OSO yên daran dibirin, difiroşin Tirkiyeyê. Çavkaniyan bibîr xistin ku li gundên hatin valakirin û darê wan tên birîn maşîneyên zirxî yên TSK'ê lê tên bicih kirin. 
 
Parlamenterê PDK'ê Rêving Hirurî têkildarî mijarê daxuyani da çapemeniyê û agahiyên li herêmê piştrast kir. Hirurî, anî ziman ku Dewleta Tirkiyeyê ji bo daran bibire gelek şîrketan tîne herêma Berwariya Bilind û Zaxoyê. Hirûrî da zanîn ku dar bi destê şîrketên Tirkiyeyê tên jêrin û bi taybetî bi destê cerdevan û çeteyan tê kirin. 
 
47 gundên di encama operasyonê de hatin valakirin wiha ne: Senat, Deşta Texît, Behnonê, Sorînk, Qesrok, Ava Gozê, Dêre Şeş, Mêrge Şîş, Erên, Perex, Binxirê, Bajawa, Elanş, Zawêtê, Kelok, Qir Kirank, Petromê, Kork, Kondok, Gewrik, Bazingira, Masîsa, Dergel Sindava, Comî, Bihêrî, Şeranşê Jûrê, Şeranşê Jêrê, Pîr Bala, Evlehî, Bîndiro, Banga Jêrê, Banga Jorê, Menîn, Bîrkî, Ava Toka, Şîlan, Şilîn, Kêşan, Heftenîn, Girê Biyê, Rosî, Mêrgehê, Êkmalê, Sewila Rojhilat, Sewla Rojava, Nizdorê, Hewak Golê, Xîzava.
 
MA / Erdogan Altan
 
 
 

Sernavên din

02/06/2021
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir