Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide

  • rojane
  • 09:00 1 Hezîran 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayîka Aştiyê Nahîde Ormanli ku 20 sal in ji bo aşitiyê têdikoşe û ji ber vê 2 caran hatiye girtin, ji bo tahde û zilma li wan hatiye kirin got: "Min û zarokên xwe dît, lê bila neviyên min nebînin." 

Dayîkên Aştiyê ku ji sala 1996'an heya niha ji bo bidawîkirina şerê li Tirkiyê têdikoşin, di vê rêçê de gelek caran bi gef, zext û êrîşên dewletê re rû bi rû dimînin. Lê dîsa jî Dayîkên Aşitiyê dev ji  daxwaziya xwe bernadin û ji bo aştiyeke mayinde têdikoşin. Yek ji van dayîkan jî Nahîde Ormanli ye. Ormanli, di sala 1966'an de li gundê Babika yê girêdayî navçeya Sîlopiyayê ji dayik bûye. Ormanli, di temenekî biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin. Piştî ku tê bajêr bi rastiya şer re rû bi rû dimîne û ji bo aşitiyeke mayînde daxilî nav xebatên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê dibe. Di  sala 2011'an de, polîs davêjin ser mala wan û wê binçav dikin. Di binçavan de îşkencê lê dikin. Paşê jî bi îdiaya "sûcê li ser navê rêxistinê" tê girtin. Piştî tê girtin, 3 kurên wê jî tên girtin. Piştî ku 2 salan di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê  de dimîne, tê berdan. Lê di sala 2017'an gava Dadgeha Bilind 4 sal û 8 meh cezayê lê hatiye birîn pesend dike, dîsa tê girtin û 6 mehan jî di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de dimîne. Piştî ku dayîka Nahîde tê berdan vê carê jî  hevserê wê Necmettîn Ormanli yê 70'ê salî jî bi heman îdiayê tê girtin û niha di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de ye. 
 
ÎŞKENCE
 
Dayîka Nahîde Ormanli behsa serboriya jiyana xwe kir. Ormanli, diyar kir ku di jiyana wê de zehmetî piştî zewacê dest pê kirine û got: "Ez ji gundê Babika ji dayîk bûm. Min heta dibistana navîn xwend. Berî çêbibim 7 zarokên diya min ji ber nexweşiyên cuda jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber vê jî diya min û bavê min gelek qedir û qîmet didan min. Ez zarok bûm û haya min ji tiştekî tune bû. Carekî hatin û ji min re gotin, tu yê bizewicî. Dema ku wiha gotin, ez pir tirsiyam û min serê xwe kir bin lihêfê û min qîr da. Lê feyde nekir. Min dan. Zehmetî, piştî zewacê dest pê kir. Dema ku ez zewicîm hemû karê malê min dikir. Ji bêriyê heta paqijkirin nav malê, hema çi kar hebe min dikir. Piştî ku ez bi darê zorê hatim zewicandin, îşkence jî dest pê kir. Heta ku min zarokên xwe mezin kirin, min gelek ked da. Min zarokên xwe di nav xîzaniyê de mezin kirin. Heya niha jî dixebitim." 
 
Ormanli, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî ku ew derbasî bajêr bûne, bi rastiya şer re rû bi rû mane. Ormanli, bilêv kir ku ji ber vê jî daxilî nav Dayîkên Aşitiyê bûye û got: "Li welat bêmafî, şer û pêvçûn hebû. Ji bo ku li hemberî şer aştiyeke mayînde, ez jî daxilî nav Meclîsa Dayîkên Aşitiyê bûm. Tenê daxwaziya me, aşitiya gelan bû. Me nexwest tu kes bimre û tu kes bi bêmafiyê re rû bi rû bimîne. Min heta vî umrî ji aşitiyê pêvetir tiştekî din daxwaz nekiriye. Di sala 2012'an de avêtin ser mala min. Ez hatim binçavkirin. Di binçavan de îşkence li min kirin. Bi çekê li pişta min xistin. Destê min ji paş de hatibûn kelemçekirin. Bi saetan ez îşkence kirim. Piştî ev qas îşkenceyê ji me re xwarin anîn. Min ji wan re got, 'We ev qas tişt anîn serê min ez ê çawa xwarina we bixwim? Ez xwarina we naxwim.' Bi dû re em birin nexweşxaneyê. Bijîşk rapora derpkirinê da, lê polîs rapor qetand. Ez qet ji wan netirsiyam. Pişt re em sewqî edliyeyê kirin û li wir jî bi îdiyeke pûç hatim girtin. Ez 2 salan di Girtîgeha Mêrdînê de mam. Ez di girtîgehê de nexweş ketim. Êş li min peyda bûn. Em nedibirîn nexweşxaneyê. Tişta ku min bi van çavên xwe dît, bila dijminê min nebîne. Ez û 3 kurên xwe di girtîgehê de bûn. Piştî 2 salan bi şûn de ez bi şev saet di 11'an de hatim berdan. Min bajêr nas nedikir û di wê saetê şevê de ez ê bi ku ve biçûma, min nedizanî. Pişt re ciwanekî ez dîtim û ez birim malê. Min 14 rojan nekarî xwarin bixwara." 
 
'MIN Û ZAROKÊN XWE DÎT, LÊ BILA NEVIYÊN ME NEBÎNIN' 
 
Ormanli, bilêv kir ku heya vî umrî gelek tişt dîtine, lê şert û merc çi dibin bila bibin ew ê tim doza aştiyê bike û got: "Me digot, ne bila kesek zarokê me bikuje ne jî zarokên me kesekî bikujin. Em dayîkên aştî û edeletê bûn. Me digot, bila xweşiyek bikeve dinyayê. Ez ji bo vê têkoşiyam. Lê daxwaziya aştiyê bû sedema girtina min. Di girtîgehê de min rojên gelek zor û zehmet derbas kirin. Her gav davêtin ser qawîşa me. Em nedibirin nexweşxaneyê. Rojekê ji ber xwarineke xera bûyî, em 79 kes jehrî bûn. Girtîgeh gelek zehmet bû û ez pir westandim. Min bi çavên xwe gelek tişt dîtin. Piştî qedexeya derketina derve ez dîsa hatim girtin û vê carê jî 6 mehan di girtîgehê de mam. Min dît, zarokên min jî ditin, lê bila neviyên min nebînin. Hêvî dikim ku êdî ev şer bisekinin û em aştiyê bibînin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

01/06/2021
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê