EDENE - Danişîna doza derbarê rojnamevan Îbrahîm Karakaş ji ber xebatên xwe rojnamevaniyê girtî ye de hat lidarxistin û dozger mutala xwe pêşkêkir û daxwaza ceza kir.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê rojnamevan bi hêceta xebatên xwe yên rojnamevaniyê û giliyê şahid lê kiribû ji 6’ê mijdara 2020’an ve girtî ye. Danişîna sêyemîn a doza Karakaş li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Karakaş ji Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F bi Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerî wî Tugay Bek jî li eywana danişînê amade bû. Karakaş parastina xwe kir û tewanbariyên li ser xwe red kir. Karakaş destnîşan kir ku ew rojnamevan e û ji ber xebatên xwe rojnamevaniyê girtî ye û xwest were beraetkirin.
Parêzer Tugay Bek jî diyar kir ku divê bawerî bi giliyên şahid neyê kirin û xwest miwekîlê wî were beraetkirin.
Dozger biryar ango mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ji “endamtiya rêxistinê” ceza li Karakaş were birîn.
Şandeya dadgehê biryara dewama girtina Karakaş da û danişînek din taloqî 13’ê tebaxê kir.