Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin

  • rojane
  • 09:00 4 Hezîran 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Akin Bîrdal, anî ziman ku pêkanînên bêhiqûqî yên Teşkîlat-i Mahsûsayê ku di dema Îttîhat Terakkiyê de bi awayekî veşarî hatiye avakirin û girêdayî Enver Paşa bûye, dewrî Komarê hatine kirin. 

Piştî rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker li xwe mikur hat, careke din têkiliya dewlet-mafya-siyasetê derket holê û cinayetên kiryar nediyar ên salên 1990'î careke din bûn rojev. Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê berê Akin Bîrdal, lixwemikurhatina Peker nirxand. 
 
ÎTTÎHAT TERAKKΠ
 
Bîrdal, têkilia dewlet-mafya-siyasetê wekî pirsgirêkeke pergalê şîrove kir. Bîrdal, destnîşan kir ku pêkanînên bêhiqûqî yên Teşkîlat-i Mahsûsayê ku di dema Îttîhat Terakkiyê de bi awayekî veşarî hatiye avakirin û girêdayî Enver Paşa bûye, dewrî Komarê hatine kirin. Bîrdal, anî ziman ku îqtidar tiştên ku nikarine bikin bi rêxistinên derî hiqûqê dikin û li welatên endamên NATO'yê pergalên bêhiqûqî, darbekar û kuştinxwaz tim hene. Bîrdal, bilêv kir ku piştî ku Yekîtiya Sowyetê belav bû, hin welatên endamên NATO'yê ev pergal felişandine û got: "Yek ji welatên ku pergalên veşartî nefelişandine jî Tirkiye ye. Ev pergal carinan wekî kontrgerîlla, carinan wekî JÎTEM, carinan jî wekî Tûgaya Tolhilgirtinê ya Tirk (TÎT) tên binavkirin." 
 
NE TIŞTEKÎ NÛ YE 
 
Bîrdal, destnîşan kir ku pergalên derî hiqûqê û bûyerên bi vî rengî li Tirkiyeyê ne tiştine nû ne û ji roja Komar hatiye avakirin heya niha tim hene û got: "Mesela, bûyera Topal Osman, mînakên bi kuştina Alî Şukru Bey dest pê kirine hene. Kuştina Mûstafa Suphiyan, Sabahattîn Aliyan.... Mixabin hevrûbûyînek çênebû. Têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê tim dewam kirine. Ji ber ku hevrûbûyîn çênebû, ev têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê wekî pêdiviyekê esas hatin girtin." 
 
PIRSGIRÊKA KURDÎ
 
Bîrdal, anî ziman ku li Tirkiyeyê nepêkanîna demokrasiyê bûye hinceta van pergalên mafyayî û bal kişand ser pirsgirêka kurdî. Bîrdal, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî jî bûye hinceta pergalên mafyayî û heger neçareserî bidome dê ev pergal jî bidomin. Bîrdal, diyar kir ku israra di neçareserkirina pirsgirêka kurdî de bûye hincet ji bo nixumandina ser têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê, krîzên aborî, siyasî û civakî û got: "Di vir de maf û azadiyên di peymanên navneteweyî de hatine mîsogerkirin hemû hatine tunekirin." 
 
Bîrdal, bal kişand ser bêdengiya tevgera civaka navnetweyî ya li hemberî van pêkanînan jî û got: "Peywira xwe naynin cî. Ji lew re Tirkiye ji bo armancên wan ên emperyal bazareke girîng e. Sedema wêrekbûyîna îqtidarên Tirkiyeyê jî ev bêdengî ye." 
 
'DIVÊ MUXALEFET ROJEVÊ DIYAR BIKE' 
 
Bîrdal, diyar kir ku niha halî hazir li Tirkiyeya heyî rêvebirê rêxistina sûcî ya organîzekirî Peker rojevê diyar dike û got: "Kesên doza edalet, aştî û demokrasyê dikin jî didin dû vê rojevê. Halbûkî li Tirkiyeyê hemû kevir ji binî de hejiyane; hiqûq, mekanîzmayên kontrolkirinê ên hundirîn û derve nemane. Binpêkirina mafên mirovan bi awayekî sîstematîk didomin. Di rewşeke wiha de yên rojevê diyar bikin, divê kesên li ber vê rewşê radibin bi xwe bin. Divê muxalefeta civakî hebe." 
 
PÊVAJOYEKE TALÛKE 
 
Bîrdal, destnîşan kir ku divê partiya muxalefeta sereke dev ji hesabê "hilbijartinê" berde û hewl bide ku dê Tirkiyeya ku hindik maye ji kendal serserî bigindire çawa xelas û got: "Tu hêvî û baweriya civakê ji bo siberojê tune ye. Rabûne ji xwe re xeyalên serokkomartiyê dikin. Dizanin divê çi bikin. Lê newêrin bikin. MUxalefet bi peywireke dîrokî re rû bi rû ye. Bi rastî jî Tirkiye heya niah bi pêvajoyeke ev qasî talûke re rû bi rû nemaye. Û muxalefet jî tu carî bi peywireke wisa re rû bi rû nemaye. Lewma divê muxalefet vê peywira xwe ya dîrokî pêk bîne." 
 
MA / Nacî Kaya

Sernavên din

06/06/2021
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin