DİYARBAKIR - Girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ku berê gardiyanan tiliyên wî şikandibûn, gardiyanan careke din lêxist.
Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 3'yan girtiyê edlî Kurbanî Ozcan telefonî malbata xwe kir û ragihand ku gardiyanan lêxistiye. Di 7'ê Gulanê de jî gardiyanan li Ozcan xistibû û tiliyên destên wî şikandibûn.
'Ê MIN BIKUJIN'
Ozcan telefonî dêya xwe Gulan Ateş a 65 salî kir û got: "Gardiyan tim li min dixin, îşkence dikin. Tim heqaretê dikin û çêran dikin. Heger wisa dewam bike, dê min bikujin."
Dayik Ozcan, diyar kir ku mehek e gardiyan tim li kurê wê dixin û got: "Em ditirsin. Tim li kurê min dixin. Mehek berê jî tiliyên kurê min şikandibûn. Bila dev ji vê tahde û îşkenceyê berdin."