Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • rojane
  • 09:15 5 Hezîran 2021
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 191 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 170’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 153’yemîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 39'emîn dewr girt di roja 191'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 170’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 170’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 153'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 153'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

06/06/2021
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin