BEDLÎS – Li Tetwanê di nuqteya lêgerînê ya leşkerî de leşkeran tûrikê arvan ê gundiyan desteser kir. Leşkeranji gundiyan re gotin ku ji bilî 5 kîloyan birina xurekan qedexe ye.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, di nuqteyeke leşkerî de leşkeran wesayîta gundiyekî ji Gundê Oleka Jêr dan rawestandin û tûrikê arvan ê 50 kîlo ku gundî ji bo bibe mala xwe kiribû desteser kirin. leşkeran ji gundî re ev tişt gotin: “Fermana teqez a Fermandarê Alayê heye. Hûn tenê dikarin 5 kîlo arvan, 5 kîlo şekir bibin. Her wiha boriya avê jî qedexe ye.”
Gundiyan bertek nîşanî rewşê da û leşkeran têkildarî desteserkirin girtek jî neda gundî.