Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye

  • rojane
  • 09:00 6 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Buse Uçer, ji ber ku xwedî li Peymana Stenbolê derket doz lê hat vekirin got: "Dê kesên ku ser mirina Îpek Erê digirin bên darizandin." Rojnamevan Eylem Akdag jî got: "Heya ku pênasekirina sûc ji bo kiryaran neyê pêk neyê û tam neyên cezakirin dê nûçeyên me bidomin." 
 
Danişîna ewil a 33 jinên ku li ber biryara fesixkirina Peymana Stenbolê rabûn û derbarê wan de doz hat vekirin, sibê ye. Yek ji van kesan jî nûçegihana ajansa me Eylem Akdag e.
 
Danişîn dê sibê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 28'an a Enqereyê bê lidarxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku her 33 jin bi hinceta "li ber qanûna jimare 2911'an rabûne" ji salekê heya 3 salan bên cezakirin. 
 
Bûse Uçer û Endama Platforma Jinan a Enqereyê û rojnamevan Eylem Akdag ku derbarê wan de doz hatiye vekirin, beriya danişînê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. 
 
Bûse Uçer, diyar kir ku doz li tevahiya jinan hatiye vekirin û got: "Îqtidar ji ber ku ji jinan ditirse ev doz vekiriye. Di vê dozê de tenê ne 33 jin, bi milyonan jin tên darizandin."
 
EDALETA MÊR 
 
Uçer ku got "Peymana Stenbolê nayê darizandin", destnîşan kir ku ya ku divê bê darizandin îqtidara AKP'ê ye. Uçer got: "A ku divê bê darizandin îqtidara AKP'ê ye ku dijminatiya jinan dike û jinen dike qurbanê cinayetên kiryar nediyar. Di vê dozê de yên divê bên darizandin kesên ku ser mirina Îpek Erê digirin, kesên mirina Nadarî Kadîrovayê wekî întiharê didin der û Parlementerê AKP'î Şîrîn Unal diparêzin û bûne sebeba mirina Yeldayê. Dê ev kes li ber dîrokê bên darizandin." 
 
Uçer, diyar kir ku ew ê bi xweparastinê li hemberî kesên li dijî wan şer dikin rabin û got: "Edalet mêr û serokomarê 12'emîn li bara jinan tê darizandin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Uçer, bang li hemû jinan kir ku xwedî li vê dozê derkevin û got: "Dengê me li kuçeyan olan dide. Em ê bidomînin. Em ê li dijî êrîşan îsyan û têkoşîna xwe bilind bikin. Em natirsin, li ber xwe didin."
 
PARASTIN 
 
Endama Platforma Jinan Hande Kose jî, anî ziman ku 33 jin ji ber ku mafên xwe û jiyana xwe parastine tên darizandin û got: "Dewlet ji dêvla parastina jinan, kujerên jinan wêrek dike û dixwaze jinên mafên xwe diparêzin bidarizîne. Me li her derê got, em ê tim bibêjin. Dê nikaribin têkoşîna jinê bidarizînin. Parastina Peymana Stenbolê ne sûc e." 
 
JIN BIHÊZ IN 
 
Kose, destnîşan kir ku li seranserê Tirkiyeyê doza piştgirî ji bo doza wan heye û got: "Ji bo vê me pêwendî bi tevahiya rêxistinên jinan û platformên herêmî re danîn. Her wiha em bang li jinên ku nikarin di 7'ê Hezîranê de bên hêwana edliyeyê jî dikin û dibêjin, cihê xwe bikin qada çalakiya 'Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.' Em baş dizanin ku em jin gava bi hev re bin, bihêz in û gava em bi hev re bin em ê bi ser bikevin." 
 
BÊCEZATΠ
 
Rojnamevan Eylem Akdag ku dema daxuyaniyên jinan dişopand derbarê wê de doz hat vekirin, bibîr xist ku ji roja ku peyman bûye hedef heya niha jinan dev ji çalakiyên xwe û gotina xwe bernedaye. Akdag got: "Li Enqereyê jî jinan her roj dengê xwe bilind kir. 33 jin ji ber ku doza mafên xwe yên jiyanê kirin û parastin hatin binçavkirin û niha jî dê bên darizandin. Bi sedan kujerên jinan li derve ne. Ev yek nayê qebûlkirin."
 
Akdag, anî ziman ku li Tirkiyeyê li her derî polîtîkayên bêcezatiyê hene. 
 
ROJNAMEVANÎ NAYÊ DARIZANDIN
 
Akdag, diyar kir ku kesên tahdeyê û tecawizê dikin nayên cezakirin, lê rojnamevanên vê tahdeyê dikin nûçe tên darizandin. Akdag, destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got: "Li qadê di dema şopandina nûçeyan de em tim bi van zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, lê em ê qadê ji feraseta baviksalariyê re nehêlin." 
 
Akdag, anî ziman ku bi qasî ku di çapemeniyê de dertê rojê 4 jin tên kuştin û got: "Daxwaza ji bo darizandina kiryarên van jinan û şopandina çalakiyên jinên tahde li wan tên kirin ne sûc e. Heya ku pênasekirina sûc ji bo kiryaran neyê pêk neyê û tam neyên cezakirin dê nûçeyên me bidomin." 
 
MA / Zemo Aggoz 

Sernavên din

09/06/2021
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike