Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome

  • rojane
  • 09:01 6 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA - Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe 90 roj in li ber Edliyaya Rihayê li edaletê digere, anî ziman ku "zilma" ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome. 
 
Ferît Şenyaşar ku du birayên wî û bavê wî bi destê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin kuştin, 90 roj in tevî dêya xwe li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Şenyaşar, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa têkoşîna xwe ya 3 salan û nobeta xwe ya "Edaletê" kir. 
 
 
BEHSA BAVÊ XWE KIR 
 
Şenyaşar, anî ziman ku gava mamostetiya biheq dikir, piştî karê xwe yê mamostetiyê diçû dikana birayên xwe û alîkariya wan dikir. Şenyaşar, bilêv kir ku birayên wî hemû li dikanê dixebitîn û bavê wî Hecî Esvet Şenyaşar jî alîkariya kesên rewşa wan a aborî nebaş dikir û digot: "Li Pirsûsê dixwest xwe bigihîne feqîran û kesên rewşa wan nebaş. Alîkariya wan dikir. Di dema Kobanê de jî wisa dikir. Wê çaxê bavê min tu carî nesekinî û bi qasî quweta xwe alîkariya malbatên mexdûr dikir." 
 
MALBAT BELAWELA BÛ 
 
Şenyaşar, anî ziman ku ji xeynî xebatê tu jiyaneke wan a sosyal tunebû û bal kişand ser jiyana malbatê ya beriya êrîşê: "Li gund erdekî me yê biçûk heye. Em dawiya hefteyê diçûn nav wî erdî û em bi darên xwe bilî dibûn. Êvarî gava em dihatin malê, em hemû li mala dêya min dihatin cem hev du. Rewşa me ya aborî baş bû û ji bo pêşerojê plansaziyên me hebûn. Ê me hemûyan zarokên me biçûk bûn û derbarê wan de xeyalên me hebûn. Me dixwest em wan baş perwerde bikin û wan ji bo siberojê amade bikin. Lê niha malbata min perçe perçe bû. Niha ne ez ne jî dêya min em nikarin li malê rûnên." 
 
ZILMEKE GIRANKIRΠ
 
Şenyaşar, anî ziman ku zilma ku roja êrîşê dest pê kiriye 3 sal in bi darizandinan didome û got: "Em bi zilmeke girankirî re rû bi rû ne. Birayê min (Fadil Şenyaşar) 3 sal in bi awayekî bêhiqûqî bi tena serê xwe di hucreyekê tê ragirtin. Gava azad bibe, ez ê tiştên hatine serê me bikim pirtûk û ez ê di pêşgotina wê de bibêjim 'Li Edliyeya Rihayê zilm heye.' Zilma bi destê parlementer hat destpêkirin, 3 sal in bi destê darazê didome. Ez tiştên hatine serê me bi saetan bibêjim jî, ez ê nikaribim hestên me bînim ziman. Peyv têra gotina van tiştên hatine serê me nakin." 
 
Şenyaşar, bilêv kir ku ya ku wan li ser pêyan dihêle piştevanî ye û bi têkoşîna wan tevahiya Tirkiyeyê hîn bû ku "Malbata Yildizê hêza dewletê bi kar aniye û bi vî awayî komkujî kiriye." 
 
Şenyaşar, bibîr xist ku ji bo "edaletê" di 15'ê Îlona 2020'î de ew û dêya xwe çûne Enqereyê û di 9 rojan de 12 hevdîtin kirine. Şenyaşar got: "Em çûn paytexta welêt. Me biryar da ku em biçin deverên ku 'edalet' li ser tabelaya wan nivîsandî. Em çûn Wezareta Dadê, lê nehiştin em biçin hewşa wê jî. Rayedaran ji me re got, 'welatî nikarin' têkevinê. Yanî divê parlementerek an jî burokratek xizmek me hebe. Yanî nehiştin em têkevin hundirê avahya wezaretê. Me li ber xwe da û em bi mudaxileya polîsan re rû bi rû man. Em çûn serokkomartiyê, em li wir jî bi heman rewşê re rû bi rû man."
 
Şenyaşar, diyar kir ku ji xeynî AKP û MHP'ê hevdîtin bi hemû partiyên siyasî re kirine û got: "Ji me re gotin, 'Belê, em bi bûyerê dizanin. Li holê komkujiyek heye. Ji ber ku yê ku komkujî kiriye parlementerek e, li ser darazê zextek heye. Em ê wê bişopînin. Gava doz bê vekirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Lê hin partiyan tiştên gotin nekirin." 
 
Şenyaşar, anî ziman ku ji ber ku li ser tabelaya wê "edalet" nivîsandiye ew û dêya xwe di 16'ê Kanûna 2020'î de çûne avahiya AKP'ê ya Rihayê û got: "Me ji partiyeke li ser tabeleya wê edalet nivîsandî doza edaletê kir. Me xwest em hevdîtinê bi serokê bajêr re bikin, lê ne li wir bû. Me hevdîtin bi cîgirê serok û rêvebiriyê re kir. Ji me re gotin, 'Belê haya me ji bûyerê heye. Tu têkiliya bûyerê bi AKP'ê re tune ye, a ku kiriye malbata Yildiz e. Em komkujiyê şermezar dikin û di hilbijartinek din em ê wî nekin namzet.' Me xwest em demekê li wir bisekiniin. Piştî demekê polîsan em binçav kirin û em rojekê di bin çavan de man. Me doza edaletê kir, lê em binçav kirin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Şenyaşar, bibîr xist ku beriya nobeta edaletê xwestine hevdîtinê bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re bikin û got: "Heger serdozger me qaneh bikira û bersivek baş bikira, me yê ev çalakî nedana destpêkirin. Lê serdozger bi israr daxwaza me ya ji bo hevdîtinê red kir. Me jî têkoşînek bi biryardar da destpêkirin. 90 rojên çalakiya me qediyan. Gava me dest pê kir me jî nizanibû dê ev qasî bidome. Me hêvî kir ku dê doz di demeke kurt de bê vekirin û dê berpirsiyar bên darizandin, lê Serdozgerê Rihayê hê jî kesên komkujî kirin diparêz. Ev çalakî hezar roj jî bidome, em ê bên ber vê edliyeyê. Heya edalet pêk neyê em ê bitêkoşin." 
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku daxwaza wan ew eku birayê wan bê berdan û dosyeya derbarê komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin. 
 
Şenyaşar, diyar kir ku beriya çalakiyê dêya wî Emîne Şenyaşar di warê derûnî de dest bi tedawiyê kiriye û 90 roj in her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir dibe û çavê wê yê rastê ji sedî 70 qels bûye û nexweşîna dil lê peda bûye û nigên wê nerihet bûne. 
 
‘EM Ê ZILMÊ RAGIHÎNIN' 
 
Şenyaşar, di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo em têkoşîna xwe ya edaletê berbelavtir bikin, em ê her hefte biçin bajarekî cuda. Em ê hevdîtinê bi baroyan re bikin û em ê zilma ku li Edliyeya Rihayê bi destê darazê tê kirin ragihînin her kesî. Em ê doza alîkariya hiqûqî bikin. Ev, zilm divê bi vî awayî nedome. Li vir malbateke mexdûr heye. Li vir dayikeke mexdûr heye, dayikeke êşa wê nayê pênasekirin. Divê hemû kesên xwedî wijdan li dijî vî sûcê li hemberî mirovahiyê alîkariya me bike." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

09/06/2021
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike