Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî

  • rojane
  • 09:26 6 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Yenî Bakişê Denîz Abîdîn, diyar kir ku medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng û dest guherî. Gerînendeya Weşanê ya Rojnameya Ozgurê Pinar Batur jî anî ziman ku navendên hêzê êdî eleqeyek taybet nîşanî medyayê didin. 
 
Piştî Rêveberê Çeteya Mafya ya girêdayî dewletê Sedat Peker, der barê rewşa mafya-dewletê ya li Kibrisê mikur hat, êrîşên li ser çapemeniya muxalif jî zêde bûn. Rojnamegerên muxalif anîn ziman ku bi taybetî di salên dawî de medya jî li gorî siyaseta Tirkiyeyê reng û rû diguherîne. Rojnamegeran anîn ziman ku rojnameger û çapemeniya muxalif jî bi tenê tê hiştin. 
 
BI 75 HEZAR TL SERBEST BERDAN
 
Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Yenî Bakişê Denîz Abîdîn, destnîşan kir ku çapemeniya Kibrisê di bin gefan de weşanê dike û wiha got: "Roja Penşemê (3 Heziran) qunciknivîsê me Kazim Denîzcî û Nûçegîhana me Esengul Aykaç hatin binçavkirin. Bi kefaletê hatin berdan. Ji ber me nûçeya qeydê deng parve kir, hevalên me hatin binçakirin. Rojnameyê qeyda deng a di nava 2 kesan de bi sernavê “Bi 13 Hezar TL'yî welatîbûna KKTC'ê" kir manşet. Ji ber vê manşetê 2 hevalên me binçav kirin. Heta 6 salan cezayê girtîgehê ji wan dixwazin. Li Dadgeha Cezayên Giran tên darizandin. Me bi 75 hezar tl senet îmze kir û hevalên me hatin berdan. Me 3 hezar TL nakit da û 2 welatiyên KKTC'ê kirin kefîl." 
 
'ÇAPEMENIYÊ DEST GUHERÎ' 
 
Abîdîn, destnîşan kir ku beşek rojname, TV û çapemeniyê dest guherî û êdî rêveberiya wê ketiye destê kesên cuda û wiha got: "Wekî medya li Tirkiyeyê li Kibrisê jî medya hawiz hatiye avakirin. Ji vê medya hawiz tê xwestin ku bêtir nûçeyên li gorî îqtîdarê binivîsin û biweşînin. Naxwazin ku nûçeyên nelirêtî, dizî û rastiya pergalê aşkere dikin bên weşandin. Ji ber vê yekê gelek kes ji çapemeniya muxalif bêzar in. Çapemeniya li dervê medya hawiz dimîne dibe hedefa êrîşan. Bi hinceta "Jiyana taybet a veşarî" teşîr dibe, darbeyê li azadiya çapemeniyê dixin. 
 
'PIŞTÎ MIKURHATINA PEKER EM BÛN HEDEF'  
 
Gerînendeya Weşanê ya Rojnameya Ozgurê Pinar Batur jî anî ziman ku di demên dawî de navendên hêzê êrîşî wan dikin û wiha got: "Medya ku dest guhert û rêveberiya wê hatiye guhertin êdî van îtîraf û rastiyan nanivîse. Rastiyên li holê nanivîse. Ji ber em van rastiyan tînin ziman em bêtir dikevin çavê wan. Dibêjin 'Kes van nûçeyan çênake, hûn çima çêdikin?' û gefan li me dixwin. Em bi êrîşan re rû bi rû ne. Ya balkêş ne êrîş û zextên li ser me ne. Ya balkêş cihekî ku em serî lê bidin û gilî bikin tune ye.  Di rastiyê de li vir dewletek tune ye. Ji ber vê yekê cihê em lê gilî bikin û xwe di ewlehiyê de bibînin jî tune ye. Di şertên asayî de divê em serî li polîsan bidin. Lê encam nayê guhertin, ji ber ku li pişt polîsan navendên hêzê yên siyasî hene. Ji ber vê tiştekî em zêde bikin tune ye." 
 
NAVENDÊN HÊZÊ DI DEMÊN DAWÎ DE ELEQEYEK MEZIN NÎŞANÎ MEDYA DIDE
 
Batûr, bibîr xist ku di demên dawî de patronên gazîno û mirovên zengîn û navendên hêzan ên li Tirkiyeyê nêzî AKP’ê û li Kibrisê jî nêzî UBP (Partiya Yekîtiya Neteweyî), li hemberî medyayê eleqeyek taybet nîşan didin û wiha bi dawî kir: "Di demên dawî de navendên hêzê beşek medya xistine destê xwe. Bi meaşên zêde dibin dengê xwediyê xwe. Bi fermanê tev digerin. Li aliyê din jî em komek biçûk a rojnamegeran man. Em tenê karê rojnamegeriyê dikin. Ji ber em bertîl û kurtêlan qebûl nakin, gefan li me dixwin. Zextan li ser me zêde dikin." 
 
MA / Sedat Yilmaz
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/06/2021
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin