MÊRDÎN - Şêniyên navçeya Qoser û Artukluyê ji ber arîzeya şebekeya avê ya xeta Ava Spî 3 rojin bê av in.
Li Navçeya Qoser û Artukluyê yên Mêrdînê welatî 3 roj in bê av in. Ji ber di xeta îsale ya Ava Spî de arîze derketiye, rayedarên şaredariyan 3 roj in avê nade welatiyan. Welatiyan diyar kirin ku ji roja 4'ê Hezîranê heta niha kaniyên wan ên avê naherikin û neçar in avê derdorê temîn dikin. Welatî bi erebokên destan û meteran avê ji derve temîn dikin.
Piştî rojnameyên herêmî nûçeya avê çêkirin, rayedarên MARSU daxuyanî dan û diyar kirin ku dê di demek nêzîk de çareser bikin. Lê 2 rojin ava kaniya welatiyan neherike.
Li navçeyên Qoser û Artûkliye di meha nisanê de jî dîsa av ji ser welatiyan qut kiribûn û 10 rojan av nedabûn welatiyan.