Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr

  • rojane
  • 13:03 7 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê 29 sal berê ji aliyê rêxistinên dewleta kûr ve hat qetilkirin wê li kûçeya hatiye kuştin were bibîranîn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan got têkiliyên dewlet-çete-mafya ku îro derdikevin holê diyar dibe ku Hafiz Akdemîr ji aliyê dewleta kûr ve hatiye kuştin. 

 
Di salên 1990’î de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek rojnamevan, siyasetvan û parêzvanên mafê mirovan ji aliyê rêxistinên dewleta kûr ve hatin kuştin. Ev demeke Sedat Peker ê ku di nav wê rêxistinên dewleta kûr ve cih digirt kirinên wan salan radixe ber çavan. Di nava mikurhatinên Peker de rojnamevanên wek Kutlu Adali, Hrant Dink û Mûsa Anter ku ji aliyê rêxistinên di nav dewletê de hatine kuştin hene. Peker navê rojnamevanên ku di nava wan rêxistinên dewletê de cih digirin jî eşkere dike. 
 
Dewleta kûr di salên 1990’î de pir çalak bû û gelek rojnamevanên kurd qetil kir. Rojnamevan ji ber êrişên dewleta kûr, sirgûn bûn, gef li wan hat xwarin û hatin girtin. Yek ji rojnameya ku herî zêde bû hedefa dewleta kûr jî Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 14’ê nîsana 1994’an de bi biryara dadgehê hatibû girtinê ye. 
 
Rojnameyê nêzî du salan weşana xwe domand û di nava vî du salî de 30 heb nûçegihanê rojnameyê di nav de 76 xebatkarên rojnameyê hatin kuştin. Yek ji van nûçegihanê hat kuştin jî Hafiz Akdemîr e. Akdemîr ê 27 salî piştî ku rojnameyê dest bi weşana xwe kir 9 roj şûn ve di 8’ê hezîrana 1992’yan de dema ji malê diçû buroya rojnameyê li kuçeyek navçeya Sûrê bi êrişek çekdarî re rûbirû ma û jiyana xwe ji dest da. 
 
Têkildarî kuştina Akdemîr lêpirsîn hat destpêkirin lê 8 sal tiştek jê derneket. Di wan salan de dewletê rêxistina Hîzbûllahê bi rêxistin kiribû û gelek rojnamevan û pêşengên kurdan ji aliyê wan veh atin kuştin. Serekê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû di 17’ê çileya 2000’î de li navçeya Beykoza Stenbolê di vîlayekê de hatibû kuştin û piştî vê kuştinê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê “Doza Sereke ya Hîzbûllahê” hat vekirin. 31 bersûc ji vê dozê hatin darizandin û ev kes ji 188 bûyerên kuştinê berpirsiyar dihatin dîtin û kuştina Hafiz Akdemîr jî di nav de cih digirt. 
 
KUJERÊ WÎ JI DOZA HÎZBÛLLAHÊ HAT DARIZANDIN 
 
Tetikkêşê kuştinê Cîhan Yildiz ê bi nasnav “Huseyîn” ku endamê Hîzbûllahê bû di sala 2008’an de ji aliyê Înterpolê ve li Avusturyayê hat girtin û anîn Tirkiyê. Ev tetitkêş bi tevî kuştina Akdemîr ve ji 11 bûyerên kuştinê berpirsiyar hat girtin. Di encama darizandinê de ji ber sûcê 6 kuştinan û du bûyerên birîndarkirinê cezayê muebetê lê hat birîn. Lê belê bi biryara “binpêkirna mafê darizandina adilane” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku dabû ev kujer bi girtiyên din ên Hîzbûllahê re serbest hat berdan. Tê gotin ku ev kujer bi endamên din ên Hîzbûllahê re reviyaye kampên wê rêxistinê yên li derveyî welat. 
 
LI GIRTÎGEHÊ KOVARAN DERDIXE 
 
Akdemîr di sala 1965’an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê û hêj 24 salî bû bavê wî wefat dike. Akdemîr di salên xwendekariyê de rêxistina bi navê Rizgariya Neteweyî ya Kurdistan (KUK) nas dike û bi hêceta ku sempatîzanê wê tê girtin. Akdemîr li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê beşdarî çalakiyên berxwedana girtiyan dibe û wî sirgûnî girtîgehên Eskîşehîr û Aydinê dikin û li girtîgehê kovarên bi navê “Heyamola” û “Kardelen” derdixe. 
 
GIRTÎGEH, SIRGÛN, GEF Û KUŞTIN… 
 
Akdemîr piştî 7 salan ji girtîgehê derdikeve û li Rojnameya Yenî Ulke dest bi nûçegihaniyê dike. Ev rojname tê girtin û li Rojnameya Ozgur Gundemê li Amedê wek nûçegihan dixebite û gelek nûçeyên girîng ji raya giştî re radigihîne. 
 
Ew gelek nûçe û nivîsên girîng derbarê Hîzbûllahê û kontragerîlla de dinivisîne û piştî gefên lê tên xwarin ew di 8’ê hezîrana 1992’yan de dema diçe buroya rojnameyê tê kuştinê. 
 
GELEK MERAQA WÎ HEBÛYE 
 
Xizma Akdemîr, Aklîme Hanas behsa serpêhatiya jiyana Akdemîr kir û destnîşan kir ku Hafiz gelek ji xwendin û nivîsnadinê hez dikir û meraqa wî hebû û hêj zarok bû wî dest bi xebatên welatpariyê kiriye. Hanas mala Akdemîr ku lê dima nîşanî me da û diyar kir ku her roj div ê rêyê de diçû kar û ew her roj bi coş û kêfxweşî diçû kar û roja 8’ê hezîranê ji bo ew rastiyan binivisîne dema diçû kar, li kûçeyê hat qetilkirin. Hanas anî ziman ku dema ew di kuçeya Akdemîr lê hatiye qetilkirin de derbas dibe her tim xemgîn dibe û got: “Kuçeyên me hemû bi xwîna însanan sor bûbûn. Ev kûçeyên me tije cînayet in û êş û kul in.” Hanas da zanîn ku Akdemîr ji aliyê dewleta kûr ve hatiye qetilkirin û xwest hesab were pirsîn. 
 
ALTAN: KEVNEŞOPIYEK LI PEY XWE HIŞTIN 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku Hafiz Akdemîr û hevrêyên xwe di wê serdemê de kevnşeşopyek li pey xwe hiştin. Altan anî ziman ku dema nûçegihanê Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn di meha sibata 1992’yan de li Batmanê hat qetilkirin rê li ber kuştina gelek rojnamevanan vekiriye û Hafiz Akdemîr jî di heman salê de hat qetilkirn û ew ne mirovek ji rêzê bûye. Altan got ji ber ku wî têkiliyên Hîzbûllah û dewletê ango dewleta kûr deşîfre dikir hatiye kuştin. Altan diyar kir ku Hafiz Akdemîr tevî gefên lê hatibûn xwarin jî bi paş ve gav neavêtiye û wî canê xwe da lê pênûsa xwe neda. Altan destnîşan kir ku têkiliyên dewlet-çete-mafya ku îro ji aliyê Sedat Peker ve li holê tên raxistin diyar dibe ku rojnamevanên wê demê ji aliyê dewleta kûr ve hatine qetilkirin. Altan got têkiliyên qirêj ên salên 90’î îro jî berdewam dike û rojnamevan îro jî di hedefa îqtidarê de ne. 
 
AKDEMÎR WÊ SIBÊ WERE BIBÎRANÎN 
 
DFG wê sibê li kuçeya ku navê Hafiz Akdemîr lê kirine li taxa Îskenderpaşa saet di deh û nîvê serê sibê de bernameyek bîranînê li dar bixe. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

08/06/2021
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin