Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa

  • rojane
  • 09:04 10 Hezîran 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Mûstafa Tekçî, dema hatiye dinê destê wî şikestî bûye. Dayika wî Gulşen Tekçî, diyar kir ku heger kurê wê neyê tedawîkirin dê felcî bibbe û ji bo alîkariyê bang kir. 

Li navçeya Gever a Colemêrgê Gulşen Tekçî, di sala 2019'an de ji ber sancûyên ducaniyê diçe Nexweşxaneya Dewletê. Lê ji ber ku bijîşk B.K. di dema zarokanînê de şaş mudaxile kiriye kurê wê Mûstafa Tekçî, bi awayekî destê wî yê çepê şikestî, tê dinê. Ji ber vê îhmalkariya bijîşk B.K., nexweşîna "Brîndariya Brakiyal Pleksus" li Mûstafa Tekçî peyda bûye. 
 
Gava Mûstafa Tekçî tê dinê, piştî demekê rewşa wî xirab dibe. Ji ber vê malbat wî dibe Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê. Li vir tê tespîtkirin ku milê çepê yê zarok şikestiye. Çendî ku bi raporê îhmalkariya bijîşk B.K. hatiye tespîtkirin jî, heya niha di warê hiqûqî de tiştek nehatiye kirin. 
 
 
PÊVAJOYA HIQÛQΠ
 
Tekçî, ji ber vê îhmalkariyê di Hezîrana 2019'an de li Dozgeriya Komarê ya Geverê giliyê bijîşk dike. Dozgerî jî ji bo lêpirsînê ji Qeymeqamtiya Geverê destûr xwest, lê belê qeymeqamtiyê di 29'ê Hezîrana 2019'an de bi hinceta ku "tu îhmalkariya bijîşk tune ye" nehişt lêpirsîn bê destpêkirin. Piştî biryara qeymeqamtiyê malbata Tekçî jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê da. Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê jî di 8'ê Tîrmeha 2019'an de bi hinceta "delîl tune ne" serlêdana malbatê red kir. 
 
Gulşen Tekçî ku tevî 4 zarokên xwe li Taxa Kişla ya Geverê di xaniyekî bi kirê de dimîne, 3 sal in di şert û mercên dijwar de ji bo tedawîkirina kurê xwe têdikoşe. 
 
ÎHMALKARIYA BIJÎŞK 
 
Tekçî, anî ziman ku piştî sancû dest pê kirine çûye Polîklînîka Zarokanînê ya Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û piştî bijîşk ew kontrol kiriye, wê birine cihê welidandinê. Tekçî, diyar kir ku gava kurê wê Mûstafa hatiye dinê rengê wî reş bûye û çavên wî mehekê sor, wek xwînê bûne. 
 
Tekçî got: "Piştî zarok hat dinê, kurê min ji min stendin û tam 3 saetan rê min nedan. Min ji bijîşk re got, 'ka kurê min?', ji min re got, 'me ew biriye serwîsê, nikare bêhnê bistîne.' Ewilî ji min veşartin ku destê kurê min şikestye. Piştî çend saetan gava kurê min anîn cem min, pir digiriyah. Min ji bijîşk pirsî, çima digirî? Ji min re got, 'Meraq neke kurê te baş e. Ji ber ku birçî ye digirî.' PIştî kar û barên nexweşxaneyê, em çûn malê. Li malê min ê, kincên kurê xwe biguheranda, lê nikaribû milê xwe rake. Gava min dest da milê wî, kir qîrînî. Paşê dîsa em çûn enxweşxaneyê. Me sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê kirin." 
 
LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN 
 
Tekçî, anî ziman ku li nexweşxaneyê bijîşkan jê re gotiye kurê te felcî ye û got: "Gava min bijîşkê ku kurê min xist vî halî dît, min jê pirsî, çima te wisa kiriye. Ji min re got, 'Li ber ketim, xwezî wisa nebûna lê tiştekî ku em bikin tune ye.' Jixwe bijîşk piştî mehekê ji navçeyê çû." Tekçî, bilêv kir ku ji ber îhmalkariya bijîşk wisa bûye lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin û got: "Ez çûm cem qeymeqam. Min daxwazname da Wezareta Tenduristiyê. Lê tiştek jê derneket. Çûm cem parêzeran, lê ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş bû, me nikaribû tiştek bike. Dê tedawiya kurê min 15 salan dewam bike. Lê rewşa min a aborî nebaş e. Alîkariya min bikin." 
 
Tekçî, anî ziman ku divê kurê wê 3 mehan carekê orteziyê biguherîne, lê ji ber ku rewşa wan a aborî nebaş e ancax 8 mehan carekê orteziyê diguherînin û got: "Rewşa min a aborî nebaş e. Duvê du mehan carekê wî bibim Enqereyê, lê nikarim. Alîkariyê dixwazim." 
 
BANGAWAZÎ
 
Dayik Tekçî bang li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê kir û got: "Bang li her kesî dikim, bila bibin dengê Mûstafa. Dixwazim wî tedawî bikim û oretziyan jê re bistînim. Min serî li gelek ciyan da, lê kesî tiştek nekir. Qey ji ber ku em colemêrgî ne, kes naxwaze aliyê me bike an jî dengê me nabihîse? Dixwazim her kes aliyê Mûstafa bike."

Sernavên din

11/06/2021
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin