Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin

  • rojane
  • 16:53 17 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Girseya ku li ser banga KCD, TJA, DBP û HDP’ê, bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Kolana Hûnerê kom bû, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “HDP gele, gel li vire” dest bi meşê kir. 

Bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê yên herêmê, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û gelek welatiyan, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî û meş tê lidarxistin. 
 
Hevserok û parlamenterên li Kolana Hûnerê ya Amedê kom bûn, xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bo ku daxuyanî neyê dayîn û girse ne meşe, polîsan avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê dorpêç kirin. 
 
DENGÊ XWE BILIND DIKIN
 
Polîs destûrê nadin ku welatî bikevin Kolana Hunerê. Welatiyên li cadeyan kom bûn bê navber dirûşmeyan berz dikin û hewl didin meşekê lidar bixin. Ji bo ku girse li hev kom nebe, polîsan mudaxile kirin û hin parlamenter di mudaxileyê de birîndar bûn. Şermezarkirin û nerazîbûna girseyê berdema dike. 
 
Polîsan Kolana Gevranê girt û welatiyên hatine dorpêçkirin, çalakiya xwe didomînin.
 
POLÎS ÊRÎŞÎ PARLEMENTERAN KIRIN
 
Li Kolana Gevranê polîsan mudaxileyî girseyê kir. Di dema mudaxileyê de Parlementera Amedê Remziye Tosûn ji destê xwe birîndar bû û polîsan hin parlementerên din jî derb kirin. Girse li Kolana Gevranê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Li deverên cuda yên bajêr protestoya welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan, çepik û tilîliyan didome. Di dema dorpêçkirinê de welatiyek ji ser hişê xwe ve çû. Welatiyê ji ser hişê xwe ve çû paşê bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. 
 
Polîsan Kolana Gevranê girt û çalakiya koma hatiye dorpêçkirin didome. 
 
Li Kolana Gevranê Parlementerê HDP'ê Tayyîp Temel got: "Çi dibe bila bibe îro em ê ji vir neçin. Em ji bo tecrîda li Îmraliyê li vir in. Em ji bo komkujiyha li Îzmîrê li vir in. Ne HDP'ê, herin çeteyan asteng bikin. Bihêlin em daxuyaniya xwe bidin. Em bi êrîşên adî re rû bi rû man. Du hevalên me hatin derbkirin." 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN' 
 
Parlementerê HDP'î Omer Ocalan jî got: "Em ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan li vir in. Em ji bo aştiyê li vir in. Em ê ji fikra xwe daneyên xwar. Em ê tecrîdê bişikînin. 
 
Welatiyên ji aliyê polîsan hatin dorpêçkirin tim dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Dê Kurdistan bibe gora faşîzmê" û "Denîz Poyraz nemir e" berz kirin.
 
Piştî demekê polîsan diyar kir ku ji bo daxuyaniyê dê tenê destûra parlementeran bidin û xwestin welatiyên li derdorê ji qada ku dê daxuyanî lê bê dayîn dûr bixin. Gava heyetê dest bi daxuyaniyê kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîsan bi mertalên xwe daxuyanî asteng kir. Polîsan ji parlementeran re got, "propagandaya rêxistinê nekin", lê parlementeran guh neda polîsan û daxuyanî domandin. 
 
Gava polîsan xwest rojnamevanên dîmen digirtin ji qadê dûr bixin, parlementeran bertek nîşan dan. 
 
BERPIRSIYAR SEROKKOMAR E 
 
Li gel hemû astengiên polîsan jî girseyê berxwedana xwe domand. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li ser navê girseyê axivî û got: "Me xwest em derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bidin, lê wekî hûn dizanin li Îzmîrê hevala me Denîz Poyraz hat kuştin. Em van kujeran baş nas dikin. Ê ku ev komkujî pêk anîne diyar in; esas berpirsiyar Serokkomar e. Ev serdestên faşîst in, em wan baş nas dikin. Dê hesabê vê bidin. Îro nedin dê sibê bidin. Em soz didin dê bidin. Denîz Poyraz, şehîda demokrasiyê ye." 
 
Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi tecrîdakirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, tevahiya civakê hatiye tecrîdirin û got: "Heger îro ji bo demokrasî, azadî û jiyaneke wekhev mifteyek hebe, ew jî li Girtîgeha Îmraliyê di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Li Tirkiyeyê heya pirgsirêka kurdî neyê çareserkirin, dê tecrîd bidome. Lewma heya ev tecrîd neyê şikandin dê çareserî çênebe. Em careke din dubare dikin. Heger hûn doza azadiyê, jiyaneke wekhev û demokrasiyê dikin, muxatab diyar e; muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e." 
 
AYDENÎZ: HER ROJ TÊKOŞÎN 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bertek nîşanî helwesta tund a polîsan da û got: "Dîmena li vir nîşan dide ku bê li Tirkîyeyê tecrîdeke çawa heye û dijminatiyek çawa bi gelê krud re tê kirin. Sedema vê jî tecrîda li Îmraliyê ye."
 
Aydenîz, bal kişand ser êrîşa li Îzmîrê û got: "Tiştên niha diqewimin ji ber tecrîda li Îmraliyê ne. Tiştên îro li Îzmîrê qewimîn, polîtîkaya şerî ye ku tê xwestin pêk bînin. Vê jî bi destê îqtidarê bi tecrîdê dikin. Gava Birêz Abdullah Ocalan diaxive, bêhna civakê dertê. Heger tecrîd neyê şikandin, heger dev ji polîtîkayên şer bernedin, cihê îqtidarên berê çi be dê cihê vê îqtidarê jî e be. Êrîşên niha li HDP'ê tên kirin, êrîşên li Tirkiyeyê tên kirin bi xwe ne. Heya tecrîd neyê şikandin û Birêz Abdullah Ocalan azad nebe, em ê rojekê jî nesekinin. Ê ku dibêje dê pirsgirêka kurdî bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin Birêz Abdullah Ocalan e. Lewma demildest divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê şikandin û em ê ji bo vê her roj li qadan bin û bitêkoşin. Heya ku Kurdistan azad nebe û demokrasî neyê Rojhilata Navîn, em ê mil bidin milê hev du." 
 
Piştî daxuyaniyê girse dest bi meşê kir. Girse, bi astengiyên polîsan re rû bi rû ma û bi çalakiya rûniştinê rewşa heyî şermezar kir. Piştî çalakiya rûniştinê girse cardin dest bi meşê kir û bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan çalakiya xwe bi dawî kir. 
 

Sernavên din

18/06/2021
15:40 Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê
15:39 Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin
15:36 GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e
15:32 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP'ê pêşkêşî meclisê hat kirin
15:27 Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê
15:05 Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin
14:57 Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e
14:50 CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin
14:24 Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be
14:24 Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin
14:07 Berteka navneteweyî ya li dijî êrişa ser HDP’ê
13:53 Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin
13:52 Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin