Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e

  • rojane
  • 10:02 18 Hezîran 2021
  • |
img
WAN - Nûnerên rêxistinên sivîl ên Wanê bertek nîşanî êrişa ser avahiya HDP’a Îzmîrê dan û diyar kirin ku berpirsyarê êriş û qetilkirina Poyraz tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye. 
 
Êrişkarê bi navê Onur Gencer ku li Suriyeyê hatiye perwerdekirin duh di saetên serê sibê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê endama partiyê Deniz Poyraz qetil kir. Bertekên li dijî qetilkirina Poyraz didomin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên û partiyên siyasî yên li Wanê diyar kirin ku berpisyrarê êrişê tifaka AKP’ê û MHP’ê ye. 
 
KESK: EM Ê LI DIJÎ PERGALA FAŞÎST TÊBIKOŞIN
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Wanê û Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Wanê Mûrat Atabay têkildarî êrişê wiha got: “Ez li ser navê Platforma Şaxan a KESK’a Wanê êrişa li ser avahiya HDP’ê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Em wan kesên ku ev êriş pêkanîne baş nas dikin. Kesên ku axatiya faşîstan dikin, berpirsyarên vê komkujiyê ne. Li dijî komkujiyên van em paş ve gavê naavêjin. Kesên ku her çalakiya HDP’ê dorpêç dikin qetilkirina xebatkara HDP’ê temaşe kirine. Di komkujiya Pirsûs, Enqere û Amedê de çawa temaşekirin, dîsa temaşe kirine. Bila vê baş bizanin ku em natirsin. Li dijî vê pergala faşist, li dijî axayên wan em ê li her derê têbikoşin.”
 
ODEYA TABÎBAN: GELEK XETERNAK E
 
Serokê Odeya Tabîban ê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî diyar kir ku êrişa pêk hatiye li dijî aştî û demokrasiyê pêk hatiye û wiha got: “Di vê bûyera qewimî de berpirsyariya kesên ku HDP’ê hedef nîşan didin gelek mezin e. Ev bûyer gelek xeternak e. Divê kesên di hin meqamên girîng de cih digirin di gotinên xwe yên li dijî partiyên siyasî de gelek baldar bin. Ev nêzîkatî di civakê de vedigerin êrîşa ser partiyeke siyasî. Ev jî dibe sedemê ku xebatkareke partiyeke siyasî jiyana xwe ji dest bide. Em vê bûyerê şermezar dikin.”
 
HDP: EM Ê HESAB BIPIRSIN
 
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî da zanîn ku di encama hedef nîşandana AKP, MHP û organên wan yên çapemeniyê de bûyera Îzmîrê pêk hatiye û wiha axivî: “Ev êriş hişmendiya desthilata ku bûye çete û mafya ye. Desthilat, kesên ku bîatî wan neke weke dijmin nêzîk dibe. Di encama vê de jî di avahiya me ya Îzmîrê de hevrêya me hat qetilkirin. Bedelê wê çi bibe bila bibe em li dijî vê hişmendiya faşîst têbikoşin û em ê hebin. Em ê têkoşîna xwe li her derê li her qadê bilind bikin. Kesên ku hevrê Denîz qetilkirin bila ji bîr nekin ku em ê hesabê bipirsin.”
 
DBP: EM Ê XWE BIPARÊZIN
 
Hevserokê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî destnîşan kir ku gengaz e ku wêneyê êrişker û rayedarên dewletê li cem hev derkevin holê û wiha got: “Em vê êrişî bi awayekî herî tund şermezar dikin. Ev êriş ne ya ewil e wê ne bibe ya dawî jî. Berpirsyarê vê bûyerê desthilata ku provakatoran dişîne li pêş avahiya me ye.  Em bi dorpêça polîsan dikevin avahiyên xwe. Ji bo daxuyaniyeke me ya çapemeniyê bi sedan polîs tên lê êrîşkar li Îzmîrê destê xwe dihejîne, dikeve avahiya me û hevrêya me qetil dike. Ev kes tenê nîne ev bûyer bi awayekî organîze kirî hatiye kirin ev vekiriye. Em van faîlên vê bûyerê ji salên 90’an ve nas dikin. Dixwazin qirêjiyên xwe yên ku Peker aşkera kirin bipeçinin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin û em ê li dijî vê têkoşîna xwe bilind bikin. Bila her kes vê bizane, li cihê pêwîst em ê xwe biparêzin.”
 
OHD: EM Ê ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Erhan Çîftçîler destnîşan kir ku faîlê bûyerê yek kes nîne, sûcekî hatiye organîzekirine û wê şopdarên bûyerê bin. Çîftçîler bi lêv kir ku ji ber rewşa darazê ya niha darizandineke bêalî çênabe û wiha got: “Heke faîlên vê bûyerê derxînin holê û darizînin wê demê em ê bibînin ku rastî jî darizandinek tê kirin. Lê tenê ev faîl were darizandin ev dê bibe darizandineke şeklî. Em vê darizandina şeklî qebûl nakin. Em êrîşî şermezar dikin. Bila vê jî bizanin ku parêzerên kurdan û rayagiştî ya kurdan li dijî vê serê xwe natewîne. Em xelasnebûn, xelasnabin û em ê her tim hebin. Em ê weke OHD şopdarên vê bûyerê bibin.”
 
MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê: EM FAÎLAN DIZANIN
 
Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP’ê Çetîn Temel jî diyar kir ku faîlan baş nas dikin û wiha axivî: “Ev êrişeke desthilatê û MHP’ê ye. Weke her carê nikarin li hemberî HDP’ê bisekinin, êrişî avahiyên me dikin û hevala me şehîd dikin. Bila bizanin ku em faîlan dizanin û em ê faîlan derxînin holê. Ji bo ku em van êrişan vala derxînin bang dikin ku hemû ciwan werin di qadên demokratîk de têbikoşin.”
 

Sernavên din

18/06/2021
15:40 Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê
15:39 Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin
15:36 GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e
15:32 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP'ê pêşkêşî meclisê hat kirin
15:27 Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê
15:05 Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin
14:57 Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e
14:50 CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin
14:24 Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be
14:24 Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin
14:07 Berteka navneteweyî ya li dijî êrişa ser HDP’ê
13:53 Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin
13:52 Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin