Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê

  • rojane
  • 12:03 19 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Grûpa Tifaqa Kurdistanî êrişa li dijî avahiya HDP'a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û destnîşan kir ku axaftinên Serokkomar Erdogan, Devlet Bahçelî ji êrişan re zemîn amade dike û got: "Li dijî van êrişan bersiva me ev e; em ê tu caran li hemberî we çok daneynin û navber nedin meşa xwe ya azadiyê." 
 
Grûpa Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya de hat destnîşan kirin ku êrişên li dijî HDP'ê sedema xwe ji axaftina Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî digire. Tifaqê got bersiva wan li hember êrişan ev e, "Em ê tu caran li hemberî we çok daynenin." 
 
Daxuyaniya Tifaqê wiha ye:
 
"Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku berberiya di nav civakê de afirand, bi zext, bi rêbaz û bi zimanekî kîn û nefretê ya siyasetê li hember muxalifan bi taybetî jî li hember Kurdan, bi polîtîkayên bêcezakirinê hate xelatkirin pêvajoya îro, êrişa Hevserokatiya Bajêr ya İzmîrê ya HDP ê û qetilkirina Deniz Poyraz anî holê. 
 
HDP a ku di parlementoyê de sêyemîn partiya mezin e, qanûn û fermiyeta xwe ji Destûra Bingehîn a vî welatî, rewatiya xwe ji sindoq û ji bingeha civakê girtiye, her roj di serî de ji aliyê serokkomar û zatê di serê MHP ê de û ji aliyê çapemeniya alîgir ve wekî terorîst tê îlan kirin. Ev yek di Destûra Bingehîn de him suc e û him jî sedema vê êrişê ye. 
 
EM Ê ÇOK DANEYNIN 
 
Doza girtinan a li hember partiyên ku siyaseta xwe li ser zemînên demokratîk dikin, astengiyên bêhiqûqî yên li hember partiyên ku dê nû vebin, siyasetmedarên ku di girtîgehan de rehîn tên girtin, bi dawîkirina peywirên Hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û bêhincet tayînkirina qeyûman, înkarkirina nasname, polîtîkayên asîmîlasyon û zextê ji HDP ê wêdetir êdî dide xûyakirin ku armanca wan çewsandina, helandina Kurdan e. 
Me peyama desthilatdariyê ya ku bi êrişa İzmîrê da me girt û bersiva me jî ev e; Em ê tu caran li hemberî we çok daneynin. Em dê tu caran navber nedin meşa xwe ya heq, edalet û azadiyê. Em ê tu caran li hember polîtîkayên we yên înkar, asîmîlasyon û tecrîdê serî netewînin. 
 
HÊJ GOTINEK JI DEVÊ ERDOGAN DERNEKETIYE 
 
Vê baş bizanin ku; li hember tirsa ku we afirandiye wêrekiyê, li dijî bêzariyê hêviyê, li dijî bindestî azadiyê, li hember zilmê edaletê û li hember mirinê em dê jiyanê ava bikin. Li gor ku di ser bûyerê re 48 saet derbas bûye, hêj ne ji devê serokkomarê vî welatî, ne jî ji devê wezareta karê hundir ku perpirsiyarê ewlehiyê yê hemû kesan e, yek hevokek jî derneketiye. Em vê rewşê watedar dibînin. Hemû civak wateya aramiyê baş dizane. 
 
ERDOGAN HEDEF NÎŞAN DABÛ
 
Piştî vê bûyerê divê Serokê Giştî yê AKP ê ku berî demekê, piştî teşebbûsa lîncê ya li Rîzeyê ku li hember şande û Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ hatibû kirin gotibû 'ev hêj rojên we yên baş in, ka hun dê çi bibînin' pêwîste ku şîroveya vê hevoka xwe bike. 
 
Peyamên şermezarkirinê yên kesên ji asta jêrîn ên di nav desthilatdariyê de bes xapandinek e. Ev êrîş berhema tovên kîn û nefretê ya ku we reşandiye ye. 
 
Hiqûq a ku ji aliyê desthilatdariyê wek amûra gefê tê bikaranîn, ji bingeheke ku têkîliyên dafya, dewlet û siyasetê derketiye holê mixabin em nikarin behsa heq, hiqûq û ji edaletê bikin. Em dipirsin; Gelo çima kesên dijber ên bêsuc, ji bo ku bên cezakirin bi rojan di binçav de tên girtin û diavêjin girtîgehê, lê kûjer hêj 48 saet derbas nebûyî, bê lêpirsînek e cidî di girtigehê de tên parastin? Ji eşkerekirina hêzên ku li pişt wan in ditirsin gelo?
 
BI ÇI ARMANCÊ ÇÛYE SÛRIYÊ?
 
Êrişkar bi çi armancî çûye Suriyeyê, li wir li wargehên kîjan rêxistinan de ma ye, li ser navê kî/kê bi kî re şer kiriye? Lêpirsîna ku bersivên van pirsan nehatiye dayîn û bi dawî bûye, giringiya bûyerê û xetereya bûyerê careke din dide ber çav. Ev êriş bi rêxistinkirî bû û armanc hewldana qetlîamek e bi tevahî bû ger civîn betal nebûna. Ev êriş ne bi serê xwe ye û heta ku hêzên li pişt vê êrişê neyên eşkerekirin dê Tirkiye bêhtir ber bi aloziyê ve biçe. 
 
SERSAXÎ BO MALBATÊ 
 
Em êrişa li hember Serokatiya HDP'ê ya Bajarê İzmîrê bi tundî şermezar û nalet dikin. Hevala me Deniz Poyraz a ku hate qetilkirin, xwedê bi rehma xwe şa bike û serê malbata me sax be. Li hember van êrişan em bang dikin ku hemû hêzên demokrasiyê û saziyên civakî yên sivîl piştgirî û hevkariyê bikin." 
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin