Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin

  • rojane
  • 09:46 20 Hezîran 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê, êrîşa kujer Onur Gençer a li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmirê û kuştina Denîz Boyraz şermezar kirin û gotin: "Jinên Kurd ji ber têdikoşin dibin armanc. Em ê li dijî van êrîşan her roj biçin avahiya HDP'ê û nobetê bigirin. Em 40 sal in têdikoşin û em ê têbikoşin." 
 
Kujer Onur Gencer, di 17'ê Hezîranê de êrîşî avahiya HDP'ê ya Îzmirê kir. Kujer Gencer ku armanc dikir gelek kesan qetil bike, xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz (38) qetil kir. Kujer Gencer piştî bûyerê hat binçavkirin û rojek şûnde ew girtin û şandin girtîgehê. Piştî bûyerê bi hezaran kesan cenazeyê Poyraz dan ser milê xwe û li goristanê defin kirin. Dayika Denîz Fehime Poyraz got: “Denîzek çû dê hezar Denîz werin. Em têk naçin û em li ser piyan in." Piştî merasima cenaze ji bo Poyraz Rêxistina HDP'ê li Taxa Doga ya Çîmentepe şîn danîn. Bi hezaran kesan mala şînê ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwestin. Dayikên Aştiyê jî mala şînê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. 
 
40 SAL IN EM TÊDIKOŞIN
 
Dayika Aştiyê Hediye Korkut, anî ziman ku ji ber sekna Fehime Poyraz serbilind in û wiha got: "Dayikên Kurdan her roj zarokên wan tên girtin û kuştin. Em dixwazin êdî zarokên dayikan neyên girtin û neyên kuştin. Em dibêjin êdî bes e. Ma ev zilm dê heta kengî bidome. 40 sal in em li ser piyan in û em têdikoşin. Em ê li ber xwe bidin. Em aştiyê dixwazin. Em gavan paşve navêjin. " 
 
'EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN' 
 
Korkut, anî ziman ku êrîşa li dijî HDP'ê û Poyraz, êrîşa li dijî hemû Kurdan e û wiha axivî: "Em tu carî serî natewînin. Em bi partiya xwe serbilind in. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Em bi van êrîşan natirsin. Em ê her roj biçin HDP'ê. Denîz saet di 10.'an de diçû HDP'ê. Em ê saet di 9'an de biçin. Em ê li avahiya HDP'ê nobetê bigirin. Em ê bi şev û roj li partiya xwe xwedî derkevin." 
 
Korkut, xwest ev êrîş û kuştin bi dawî bibe û wiha lê zêde kir: "Dayik ji bo neyên kuştin zarokên xwe mezin dikin. Em daxwazin dayik bigirîn. Divê hemû gelê Kurd li dijî van êrîşan bibin yek. Divê em hemû bibin yek. Êdî bes e." 
 
ÊDÎ BES E 
 
Dayika Aştiyê Şukriye Akburak jî xwest kuştin bi dawî bibe û wiha got: “Sakine Cansiz jî û Leyla jî û Denîz jî keçên me ne. Em dibêjin Êdî Bes e. Divê dewlet destê xwe ji xwîna Kurdan bikişîne. Bila dil û kezeba dayikan neşewite. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî lîstikên qirêj ên li ser gelê Kurd bi dawî bikin." 
 
Dayika Aştiyê Hanife Gumuş jî anî ziman ku Denîz erka xwe serkeftî pêk dianî. Jinên Kurd ji ber têkoşîna xwe dibin armanc. Jinên Kurd êdî zane ne û xwe bi rêxistin kirine. Ji ber vê yekê jinên Kurd dikin hedef. Bila tu mirov neyê kuştin. Bila Deniz bibe Şehîda dawî. Bila êdî kes neyên kuştin."
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin