Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin

  • rojane
  • 09:00 21 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL – Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê girtiyên di grevê de li benda rêya çareseriyê ya gel û rêxistinên sivîl in û ev tişt got: “Tiştên ku divê bê kirin kesên li hundir dikin. A girîng kesên li derve çi dikin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger k udi 27’ê mijdara 2020’an de girtiyên siyasî bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye dan destpêkirin, di roja 207’emîn de didome. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku her diçe greva birçîbûnê dikeve rewşeke ne baş û bang li berpirsyaran kir ku peywira xwe bi cih bînin. 
 
BI BELAVBÛNÊ TECRÎD TÊ MEŞRÛKIRIN
 
Acettîn, da zanîn ku ji bo bidawîkirina grevê pêwistî bi rêvekirina hevdîtinên bi Ocalan re heye û wiha got: “Heke hevdîtin pêk werin dibe ku grev bi dawî bibe. Lê divê hevdîtine ne ji bo carekê be. Pirsgireka bingehîn nerakirina tecrîdê ya bi tevahî ye. Tecrîd pêkanîneke tund e ku bandor li azadî û kesayeta mirov dike. 22 sal in tecrîd tê kûrkirin. Girava Îmraliye bi qanûneke taybet tê birêvebirin. Tecrîda girankirî bi rakirina cezayê darvekirinê dertê holê. Muebbeta giran beyî darvekirin tecrîda demeke dirêj e. Pêkanîna li Îmraliyê jî nîşaneya vê ye. Pêkanîn li ser Ocalan êdî li girtîgehan li ser girtiyên din jî tê pêkanîn û bi vê tê meşrûkirin.”
 
XESPKIRINA MAFAN
 
Di axaftina xwe de Acettîn bal kişand ser şertên pandemiyê ku mafên girtiyan bin pê dikin û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Bi taybetî jî girtiyên nexweş ku di bin şertên zor de tedawiya wan tê astegnkirin. Bi girtiyên nexweş re girtiyên ku divê bên emeliyatkirin nayên emeliyatkirin. Girtî demeke dirêj xwe nagihînin dermanên xwe. Di çûna revîrê de jî pirsgirêkan dijîn. Bifikirin girtiyekî dil qrîza dil derbas dike. Lê wî ne bi ambûlansê bi wesayîta rîngê dibin nexweşxaneyê. Ev jî nîşan dide ku neheqiya li girtîgehan di kîjan astê de ye. Ev rewş hatiye wê astê ku êdî girtî hin caran naxwazin biçinnexweşxaneyê.”
 
SONDA HÎPOKRATÊ BI BÎR XIST
 
Di berdewamê de Acettîn, bi lêv kir ku di serdanên girtîgehan de girtiyan ji wan re sedemên ku naxwazin biçin randevûyên nexweşxaneyan ragihandine û wiha pêde çû: “Girtî dibêjin ku dema diçin nexweşxaneyê û tên lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û 14 rojan di qarantînaya qirêj de tên girtin. Bi vê rêbazî mirinê li girtiyan didine qebûlkirin. Ji ber vê li şûna başkirinê rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Rexmî ku li dijî şertên mafên mirovan ên navneteweyî ye jî hewl tê dayîn ku girtî bi kelemçekirî bên tedawîkirin. Divê bijîjk mieyneya bikelemçe qebûl nekin. Divê li gorî sonda hîpokratê tevbigerin.”
 
LI BENDA ÇARESERIYÊ NE
 
Acettîn, bi bîr xist ku girtiyan li dijî tecrîdê û bêhiqûqiyên li girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ne diyar e ku dê pêvajoya pêşiya çi bi xwe re bîne. Girtî ji malbat, rêxistinên sivîl û gel çareseriyê dixwazin. Tiştên ku divê bê kirin kesên li hundir dikin. A girîng kesên li derve çi dikin. Em neçar in rê û rêbazên ku alimandin, rêxistinbûn û rêbaza fikirînê ya civakê biguherînin bibînin. Ji xwe dest pê bikin û li tevahiya civakê belav bikin. Divê em bi hev re tevbigerin û hêza yekbûyî ava bikin. Ji bo bi dawîbûna grevan divê em çareseriyê bibînin. Divê êdî desthilat jî berpirsyariya dikeve ser bi cih bîne.”
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin