Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin

  • rojane
  • 10:12 21 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku çeteyên ku ji aliyê dewletê ve tên xwedîkirin di nav civakê de kujeran hildiberînin û ev tişt got: "Mînaka herî dawî li Îzmîrê bi qetilkirina endama partiyê Denîz Poyraz hatiye dîtin."

 
Rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker, li ser hesabên medya sanal, bi vîdeoyên ku parve dike derbarê têkiliyên siyaset-mafya-dewletê îttirafan dike. Lê heta niha derbarê van îttîrafan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Kesên ku Peker derbarê wan de îttîrafan dike; di serî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Hundir ê berê û Midurê Giştî yê Polisan ê berê Mehmet Agar ku serdema wî de gelek cînayetên faîl nediyar pek hatin, Alîkarê Serokê Daîreya Ewlehiyê yê MÎT'ê yê berê Korkût Eken ku bi kuştina rojnameger Kutlû Adali tê sûcdarkirin tên.  
 
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî îttîrafên Peker û pêvajoya piştî van îttirafan nirxand.
 
ÇETE Û NEYARTIYA LI KURDAN
 
Hevberdevk Hişyar Ozsoy, diyar kir ku îttîrafên Peker bi sînor in û ji ber ku îttîraf ji aliyê kesekî nêzî desthilatê ve tên kirin ji nêz ve tên şopandin û wiha got: "Di bingeha rêxistinbûna çeteyên li Tirkiyeyê de neyartiya li kurdan heye. Peker û kesên mîna wî timik ji aliyê dewletê û derdorên faşîzan ve hatiye xwedîkirin. Ji ber ku Peker di nav vê rizandinê de cih girtiye ewqas di rojevê de ye. Di rastiyê de daxuyaniyên Peker mîna mîstîfakasyonê ne. Yanî dema ku van îttîrafan dike ser rastiyan jî digire. Rewşa Peker û Wezîrê Karên Hundir ne rewşeke îstîsnaî ye. Ev rizandin û angaşt li tevajiya saziyên dewletê berbelav bûye. Bi vekişandina çend mafyayan ya ji çend saziyên dewletê ya piştî daxuyaniyan pirsgirêk çareser nabe."
 
Ozsoy, got ku têkiliyên qirêj ên dewletê ne nû ne û bi van gotinan bal kişand ser tiştên ku di salên 1990'î de pêk hatin: "Em van ji salên 1990'î ve dizanin. Em têkiliyên dewletê yên bi Hîzbullahê re û cînayetên faîlên wan nediyar dizanin. Dewlet li hundir û li derve bi van hêzên paramîlîter re hevkariyê dike. Ji ber vê van têkiliyên dewletê ne têkiliyên raslêhatî û îstîsnaî nînin. Hema bibêje her demî dewletê van çeteyan bi kar aniye. Tişta îro girîng divê ev neyê paşguhkirin."
 
GEFÊM PEKER ÊN ‘NEPEN’
 
Ozsoy, anî ziman ku ji bo ku AKP hebûna xwe bidomîne, avabûnên çeteyan bikar tîne û wiha bilêv kir: “Ev çetêyên tên bi karanîn, di heman demê de li Sûriyeyê, di şerê navxweyî de, rolek mezin lîstin. Bi hezaran kamyon bar çek şandin Sûriyeyê. Dibêjin ku ev jî bi rêya SADAT’ê re şandine. Ev sewqiyat di qeydên telefonê yên Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan de derketin holê. Dewlet li dijî Kurdan çeteyan bi kar tîne. Ji xwe Peker piştî daxuyaniyên xwe yên derbarê Sûriyeyê de got, ‘Hîna min tiştek aşkere nekiriye.’ Peker bi vî awayî Serokkomar û Wezîrê Karên Hûndir tehdît dike. Peker bi gotina, ‘Ger gemariyek hebe, ez jî di nava vê gemariyê de me’ bi awayekê aşkere hikûmet û Wezîrê Karên Hundir nîşan dide.”
 
Ozsoy, da zanîn ku mûxalefetê li hemberî îtîrafên Peker nikare rola xwe bilîze û wiha bilêv kir: “Mûxalifet nikare bi ser desthilatdariyê de biçe û vê bûyerê lêkolîn bike. Ji xeynî partiye me, partiyên mûxalîf bi awayekê magazînî li van îtîrafan mêze dikin. Em tenê dibêjin ku ev bûyer ne bûyera mafyayê ye, pirsgirêka dewletê ye. Peker bixwe dibêje, ‘Em van hemûyan, di saya welat, netew û siyaseta Sakarya dikin.’ Van hemû qirêjiyên xwe bi vê polîtîkayê dikin. Divê ev hemû kirînên wan bên lêkolîn klirin. Pir bal kêşe ku hîna jî tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Kesên ku piştî bûyerê peywira xwe terk kirine hene. Di heman demê rojnamegerên navên wan hatin gotin jî dest ji karên xwe bernedan. Kesên mîna Veyîs Ateş ên dijûn ji HDP’ê re kirin, xwest bi zorê 10 milyon dolar bigire, di televîzyonan de, hatine peywirdarkirin. Îro kes nabêje, ‘em herin wan binçav bikin.’” 
 
PERGALA POYRAZ QETIL KIR
 
Ozsoy, dest nîşan kir ku çeteyên ku dewlet xwedî dike, di nava civakê de bûne kujerên rêze (Seri) û wiha pê de çû: “Mînaka vê ya herî dawî jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi qetîlkirina Denîz Poyraz hat jiyîn. Dewlet, mafya û medya, ji bo ku civak û derûniyek bi tirs ava bike, van êrişan pêş dixwe. Ev êrişên wiha ne  karê 2- 3 kesane. Encama polîtîkayên dewletê yên pir aliye”
 
Ozsoy, diyar kir ku ev 6 salin welat di pêvajoyek pir zor re derbas dibe û wiha bi dawî kir: “Em ê vê keştiyê radestî bendergehê bikin. Berdelên vê yekê pir giran in. Wisan xuya dike emê jî bedelên giran bidin. Divê muxalef bi awayekê biryardarî li dijî van çeteyan derkevin. Ger wisan bike, wê karibe bi civakê nefes bide û bistîne.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin