Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê

  • rojane
  • 12:28 26 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ku ji bo zilma li dijî wan bi dawî bibe 110 roj in nobeta "Edaletê" digire, piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbolê vegeriyan mala xwe ya navçeya Pirsûsê. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku di serdanên xwe de sozê piştgiriya hiqûqî ji Baroya Stenbolê girtine û rêveberiya baroyê di rojên pêş de ji bo ku bi dozger re hevdîtinê bike dê bê Rihayê.  
 
 
Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 110'an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar heftê 5 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobet digirin û dawiya heftê jî nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin. 
 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, herî dawî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûn Stenbolê û di 24'ê hezîranê de tevlî Kongreya Demokrasiyê bûn û serboriya xwe û têkoşîna xwe ya ji bo "Edaletê" vegotin. Malbata ku tevlî hin weşanên televîzyonan jî bû, serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê kirin û daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin. 
 
Ferît Şenyaşar ku bi dayika Emîne Şenyaşar re van serdanan pêk anî, piştî ku vegeriya mala wan a li navçeya Pirsûsê têkildarî hevdîtinên wan ên li Stenbolê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'HEWAYA KONFERANSÊ GUHERT'
 
Şenyaşar, da zanîn ku bi beşdarbûna Konferansa Demokrasiyê dest bi hevdîtinên xwe yên Stenbolê kirine û wiha got: "Dema ku dora axaftinê hat me, em li gorî zilm û bêdaletiya ku li me hatiye kirin axivîn. Axaftina me hewaya konferansê guhert. Lewre tiştên ku me digot ne tiştên bawerkirinê bûn. Piştî herkesê ku axivî bal kişand ser rewşa me û axaftina wisa berdewam kir. Gelek kesên li eywanê berî ku em rewşa xwe ji wan re vebêjin ji rewşa me haydar bûn. Êdî tevahiya Trkiyeyê dizane ku em çi dijîn."
 
'TIŞTEKÎ KU BIBÊIN NEDÎTIN'
 
Şenyaşar, bi lêv kir ku di roja duyemîn a serdana xwe de beşdarî weşanên hin televîzyonan bûne û serboriya xwe ji temaşevanan re vegotine û ev tişt got: "Tiştên ku 3 sal im em dijîn me di weşanên televîzyonan de vegot. Rexmî ku pêşkêşvan ji rewşa me haydar bûn jî li hemberî vegotinên me matmayî man. Li dijî bêdaletiyê tiştekî ku bibêjin nedîtin."
 
DURAKOĞLU: BÊHIQÛQÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Şenyaşar, da zanîn ku serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê kirine û vê derbarê de ev agahî dan: "Me serdana baroya herî mezin a Tirkiyeyê Baroya Stenbolê kir. Me bi Serokê Baroyê Mehmet Dûrakoglû re 40 deqe hevdîtin kir. Me bûyerê û bêhiqûqiyên ku piştî bûyerê hatine kirin bi hûrgulî jê re vegot. Dûrakoglû ji me re got, 'Ev bêhiqûqiya pêk hatiye nayê qebûlkirin. Weke Baroya Stenbolê ji bo vê dozê çi pêwîst be em ê bikin'. Gotin ew ê şopdarê dozê bin."
 
'WÊ SERDAN BIDOMIN'
 
Şenyaşar, agahî da ku di encama hevdîtinên wan de dê rêveberiya Baroya Stenbolê bê Rihayê û axaftina xwe wiha domand: "Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû ku bê Rihayê wê ji bo tiştên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatin bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtin pêk bîne. Wê serdanên me yên ji bo piştgiriya hiqûqî bidomin. Em ê vê bêhiqûqiyê ji hemû baro, STK û rêxistinên girseyî re ragihînin û daxwaza piştgiriyê bikin. Nobeta me ya li ber Edliyeyê 110 roj li pey xwe hiştin. Em ê heftê 5 rojan rûniştina xwe ya li ber edliyeyê bidomînin. Em li bendê ku herkesê dixwazin deng bidin me bên ber Edliyeya Rihayê."
 
'EM LÊGERÎNERÊN MAF IN'
 
Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya sanal jî ev parvekirin kir: "Em lêgerînerên maf in! Partiyan nizanin! Hewldana me tenê sererastkirina hewsengiya mêzîna edaletê ye ku xera bûye..." . 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

29/06/2021
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin