Tecrîdê şermezar kirin

  • rojane
  • 20:26 26 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL -  HDP'iyên ku gava ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ji Galatasarayê ber bi Şîşhaneyê ve meşiyan û polîsan ew asteng kirin, daxuyanî dan. 
 
Rêxxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, doza derbarê girtina HDP'ê de, operasyona derveyî sînor a Trkiyeyê û kuştina Denîz Poyrazê şermezar bike, xwest li Qada Şîşhaneyê daxuyaniyê bide, lê belê polîsan pêşiya wê girt. Paşê Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî di nav de gelek parlementer li Qada Şîşhaneyê li hev kom bûn, lê polîsan biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê kir hincet û nehiştin HDP daxuyaniyê bide. 
 
JI GALATASARAYÊ BER BI ŞÎŞHANEYÊ VE MEŞIYAN 
 
Her wiha endamên TJA'yê jî di nav de gelek parlementerên HDP'î jî li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Jin û parlementer ji vir ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiyan û gelek welatiyan jî bi çepikan piştgiriya wan kir. 
 
Gava girse li Şîşhaneyê gihaşt koma din, polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn. Piştî nîqaşeke dirêj polîsan diyar kir ku dê tenê destûra koma parlementeran bidin. 
 
GIRSE MEŞIYA 
 
PIştî vê girse bi berzkirina dirûlmeyan ji Xaçerêya Tarlabaşiyê ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya. Piştî demekê polîsan bi mertalên xwe pêşiya meşê girt. Polîsan li ber Şaredariya Beyoglûyê pêşiya girseyê birî.
 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku dê têkoşîna wan a li dijî êrîşan bidome û got: "Em ê di 1'ê Tîrmehê de cardin li vir bin. Em ê ji bo jinên tên kuştin li virê bin." 
 
Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci jî destnîşan kir ku ji zû de ye Tirkiye tê tecrîdkirin û got: "Di serî de Birêz Ocalan û girtî, bi giştî jî hemû gelê kurd û hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin. Navê vê faşîzm e. Em pêkhateyên HDP'ê, hêzên demokrasiyê û gelê kurd kom bûn. Em ê her tim bibin hêviya serketinê ya gelê xwe." 
 
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî anî ziman ku doza ji bo girtina HDP'ê, Doza KObaniyê û kuştina Denîz Poyrazê hemû helwesta dewletê ya li hemberî siaseta demokratîk a gelê kurd e û got: "Ev operasyonên ku 40 sal in tên ceribandin û bi ser nakevin, ne tu rê ye. Birêz Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin, pêwendiya wî ya bi civakê tê qutkirin, civak bi temamî tê çewisandin. Divê bê gotin ku çareserkirina pirsgirêka kurdî ji bo gelên Tirkiyeyê ne talûke û xetere ye." 
 
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku ew kesên ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê têdikoşin li hev kom bûne û di siyaseta demokratîk de israr dikin. Olûç, bal kişand ser êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û got: "Em hêzên li pişta vê êrîşê, hêzên tarî ên di nav dewletê de careke din şermezar dikin. Em ê tu carî Denîz Poyrazê ji bîr nekin, ji bo em soza xwe ya ji bo wê bi cih bînin em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin." 
 
Olûç, bal kişand ser doza derbarê girtina HDP'ê de jî û got: "HDP, fikr û ramenek e, HDP polîtîkayek e, HDP, berxwedan e, HDP, gelê kurd e, HDP, hêzên demokrasiyê ye. Heger hûn HDP'ê bigirin dê sibê fikriyat û têkoşîna HDP'ê xurtir bibe." 
 
TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURDΠ
 
Olûç, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî bang kir û got: "Tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqîtî ye, binpêkirina maf û hiqûqê ye. Raporên CPT'yê û biryarên Konseya Ewropayê li holê ne. Biryarên DMME'yê li holê ne. Li gel ev qas rapor û biryaran jî, tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Ev dijî hiqûqa navneteweyî û qanûna bingehîn e. Divê li Tirkiyeyê careke din aştî bê nîqaşkirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin." 
 
MUDAXILEYÎ GIRSEYÊ KIRIN 
 
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûme berz kir û belav bû. Polîsan jî bi gazê mudaxileyî girseyê kir. Meş li ber avahiya partiyê ya Stenbolê bi dawî bû. 

Sernavên din

29/06/2021
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin