Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin

  • rojane
  • 09:16 27 Hezîran 2021
  • |
img

AMED – Weşanxaneya Aramê, Seta Klasîkên Zarokan ku ji 10 pirtûkan pêk tê wergerî Kurdî kir. Zarokên Kurd êdî dê Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De bi zimanê Kurdî bixwînin. 

 
Weşanxaneya Aramê, ku heya niha bi sedan pirtûkên Kurdî, Tirkî, wergerên ji zimanê biyanî çap kirine û gihiştandiye xwendekaran, ev car jî ji bo zarokan xebateke hêja û qedirbuha kir. Ji bo zarokên Kurd ji klasîkên zarokan ên cîhanê bêpar nemînin, ev demeke dirêj e xebata ku dimeşand gihîştande encamekê. Aramê di pirtûkxaneya xwe de cih da seta Klasîkên Zarokan ku ji 10 pirtûkan pêk tê. 
 
Êdî zarokên Kurd dê bi zimanê dayikê karibin Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De bixwînin. Ne tenê zarok; diyar e mezinên ku di zarokatiya xwe de bi zimanên din ev klasîk xwendine jî dê vê carê bi zimanê Kurdî xwe berdine nava behra klasîkên zarokan û bi zimanê xwe vê wêjeyê tam bikin. 
 
MASÎREŞKÊ BIÇÛK
 
Masîreşkê Biçûk, pirtûka nivîskarê Îranî Samed Behrengî ye ku cûreya wê çîrok e. Ev pirtûk berhema Samed Behrengî ya herî bi nav û  deng e ku di dema 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê di nava pirtûkên qedexe de hatibû diyar kirin û hê jî li Îranê di lîsteya pirtûkên qedexe de cih digire. Ev çîrok behsa edalet, wekhevî, berxwedana li hemberî neheqiyan û fikrên pirsiyarîkirina wan qedexe ye dike. Masîreşkê Biçûk ku ji 38 rûpelan pêk tê ji hêla Rojhilat Aydin û Rêdûr Dîjle ve ji zimanê Farisî bo Weşanxaneya Aramê hate wergerkirin. 
 
POLLYANNA
 
Pollyanna, pirtûka nivîskara Amerîkî Eleanor H. Porter e û di sala 1913’an de hatiye çapkirin. Pollyanna, ji roja ku hatiye nivîsandin heya niha li gelek zimanan hatiye wergerandin û yek ji berhemên sereke yên zarokan e. Pollyanna, behsa çîroka zarokeke sêwî dike. Piştî bavê wê dimire, li Vermontê li cem xaltîka xwe ya zengîn, lê cirnexweş dimîne. Jiyana Pollyannayê bi her awayî li ser asasên bextewariyê ye. Bereksê cirnexweşiya xaltîka xwe, biçe kû derê bextewariya xwe jî bi xwe re dibe wir. Lîstika wê ya bexetewariyê, wê ji helwesta hişk a xaltîka wê diparêze û wê bi jiyanê vê girêdide. Tu tişt nikare wê bedbext bike. Xaltîka wê odeya herî xirab a malê, odeya bê xalî û tej dide wê. Lê gava li vê odeya xirab tê bicihkirin Pollyanna ya xwîngerm dîsa jî dibêje bergeha herî xweş ji vê derê xuya dike û her wiha gava ji bo xwarinê dereng dimîne xaltîkê ew ceza dike, lê dîsa jî malavayiya xaltîka xwe
dike. Tevahiya bajarokê bi saya “Lîstika Bextewariyê” ya Pollyannayê hay ji qîmeta jiyanê çêdibe. Axirê di dawiya çîrokê de Pollyanna ya ku ji xemgîniyê dilxweşiyê, ji zehmetiyan kêfxweşiyê diafirîne xaltîka xwe ya cirnexweş jî diguherîne û dilxweş dibe. Zarokên Kurd dê êdî Pollyanna bi wergera Rêdûr Dîjle bixwînin.
 
KEMANJENÊ PIÇÛK
 
Kemanjenê Piçûk, berhema nivîskara Amerîkî Eleanor H. Porterê ye. Di sala 1916’an de hatiye nivîsandin. Davîd, kurê kemanjenekî navdar e li cîhanê û piştî hevjîna wî dimire tevî kurê xwe ji holê winda dibe. Bavê Davîd, , wî dibe cihekî ku mirov lê tune ne, wî li nav xwezayê mezin dike. Xweşiyên jiyanê yên rasteqîn, çiya, dar, kulîlk û heywanan li ber dilê wî xweş dike. Davîdê ku ji mirovan, ji hemû xirabiyan û gunehan dûr mezin dibe, bi mirina bavê xwe bi tenê dimîne. Êdî ji xeynî kemana wî tu tiştekî wî tune ye. Ev pirtûka ku bi gelek zimanan hatiye wergerkirin bi wergera Aynur Ilı, di refên pirtûkxaneyên Kurdî de jî cihê xwe girt. 
 
OLIVER TWIST
 
Oliver Twist, romana duduyan a Charles Dickens e. Di sala 1838’an de hatiye nivîsandin. Oliver, li sêwîxaneyekê tê dinê. Wexta dibe 9 salî, wî dibin sêwîxaneyeke dinê û li vê derê ji ber ku şorbeyeke din dixwaze, midûrê
sêwîxaneyê wî dide ber destê darbestvanekî. Li vê derê jî neheqî û tahdeyeke mezin lê tê kirin. Oliverê bêkes hew îdare dike û berê xwe dide Londrayê. Wexta li taxeke perkende ya Londrayê tî û birçî digere, leqayî Dogerê hilebaz tê. Axirê Doger wî daxilî nav çeteyeke cêbkesrana dike. Oliver Twist, destaneke wêrekî û duristiyê ye; têkoşîna zarokekî bêkes e, li dijî çeteyan. Zarokên Kurd vê pirtûkê jî dê bi wergera Rêdûr Dîjle, bi zimanê xwe karibin bixwînin. 
 
PÎNOKYO
 
Li gor tê gotin, li cîhanê piştî Qur’an û Încîlê pirtûka herî zêde hatiye xwendin û li zimanên din hatiye wergerandin Pînokyo ye. Sebeba vê jî, çendî ku wekî çîrvanokeke zarokan bixuyê jî, lê di esasê xwe de di nav wêjeya cîhanê de deqa xwedî wesfên herî wêrek û biraz e. Çîroka Pînokyo, qelsî û durûtiya me ya ji ber sixtekariya me aşkere dike. Lewma çendî wekî karakterekî kûkla û pêlîstikî xuya bike jî, a rast di nava me hemûyan de Pînokyoyekî ku rabûye pêdarê heye. Ev kûklayê pêlîstikî yê bi destê Hoste Gepetto ji êzingekî bisêr hatiye çêkirin û dû re bûye kurikek; her cara ku derewan dike pozê wî mezin dibe! Ew her tim bi qencî û dilhenûniya xwe hereket dike. Lê belê dû re her tim ji rêya xwe dertê û çav ber dide rêya herî rihet. Yanî ji bo ji cezayan xelas bibe, bi derewan emel dike. Hingî hînî derewan dibe, piştî wextekê êdî nikare rastî û derewê, tiştên bera û nebera ji hev derxe. Aha! em jî werê ne. Hûn ê bi vî lehengê şîrîn û xweşik ê nivîskarê Îtalî Carlo Collodî ku di sala 1881’ê de nivîsandiye, xenê bibin. Pînokyo, bi wergera Rêdûr Dîjle, di nava pirtûkên zarokan de bi etîketa Aram'ê bi zimanê Kurdî cihê xwe girt. 
 
GER Û GEŞTÊN GULLIVERO
 
Romana Ger û Geştên Gullîvero ya Jonathan Swift ku di sala 1726’an de hatiye nivîsandin, behsa ger û geştên bijîşkê bi navê Lamuel Gullîver dike. Gullîver, çend caran ji qezayên deryayê difilite û her carê jî xwe li warekî din ê xerîb dibîne. Li van warên xerîb, ku ji welatê wî Îngilîstanê pir û pir cudane, leqayî tiştên pir ecêb tê. Gullîver,
li welatê ecûckan wekî dêwekî, li welatên dêwan jî wekî ecûckekî dijî. Gava hûn vê pirtûka nuwaze bixwînin û xwe bera nav pêlên serpêhatiyên Gullivero bidin, hûn ê kêfeke mezin jê bistînin û jê pir hez bikin. Di ser xwendina
we re, sal û zeman jî derbas bibin hûn ê bixwazin careke din lê vegerin û bixwînin. Ev pirtûka bi nav û deng jî bi wergera Sorgul Keskîn hate çapkirin. 
 
KONTÊ MONTE KRÎSTO
 
Alexandre Dumas, di sala 1844'an de romana Kontê Monte Krîsto nivîsiye. Romaneke dîrokî-serpêhatiyî ye. Dijminên Edmond Dantes, şeva dawetê bi hinceta ku dek û dolab li kiral gerandiye, bi awayekî neheq wî digirin û dixin Şatoya Îfê. Dantes, li vê derê rahibê bi navê Abbe Farya nas dike û bi saya wî komploya lê hatiye çêkirin baş fêm dike. Farya wî baş serwext dike. Rojekê Farya jê re behsa xezîneyekê dike. Piştî vê, ji bo revê bi hev re tunelekê çêdikin. Lê roja ku tunel bi dawî dibe Farya dimire. Gava ku xwendekar dest bi xwendina çîroka vî zilamî bike, ku 14 salan bi neheqî di hepsê de maye û piştre jê reviyaye, wê pir kelecanî bibe. Kontê Monte Krîsto bi wergera Şengul Ogur di nava pirtûkên Aram'ê de cihê xwe girt. 
 
ROBIN HOOD
 
Robîn Hood, kesayeteke ku di çîrokên gelê Îngilistanê de cihê xwe digire ye. Tê texmîn kirin ku ev çîrok di sedsala 12'mîn de derbas dibe. Kesekî li hemberî zordestan serî hildide, ji wan didize û dide feqîran. Kesên xerab ceza dike û yên baş diparêze. Di danasîna wergera Kurdî ya Robîn Hood de wiha tê gotin: "Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku
serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; 'Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!' naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana... Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana." Robîn Hood, bi wergera Sorgul Keskîn derket. 
 
TOM SAWYER
 
Çîroka Tom Sawyer a nivîskarê Amerîkî Mark Twain, di sala 1875’an de hatiye çapkirin. Tom, sêwî ye û li ba xaltîka xwe dijî. Zarokekî îsyankar, ingirokî, fêlbaz û şerûd e. Ji bo ji cezayên lê tên birîn xelas bibe, tiştên werê dike ku mirov heyr dimîne û axirê her tim xwe bi xelasê dixe. Bi wan xeyalên xwe yên dorfireh, li çeman, li daristan, şikeft û giravên razdar wekî lehengekî dijî. Lê gava ji vê jiyana sêrdar dertê, Tom li gundê Missouriyê yê St. Petersburgê cardin dibe zarokekî nehs. Wexta xwîner çîroka vî zarokê nehs, mirovan dibehicîne û dibe bela serê xaltîka xwe Pollyê bixwîne, wê bibîne ku Tom, ne yekî xerîb e. Tom Sawyer ji hêla Rêdûr Dîjle ve hatiye wergerandin. 
 
GERA LI DOR DINYAYÊ DI 80 ROJAN DE
 
Phileas Fogg, kesekî sirdar, zengîn û pir nazik e. Jiyaneke wî ya pir bi rêk û pêk heye. Bi nişmîbûn û rêkûpêkiya xwe tê naskirin. Rojekê li “Kulûba Zanistê ya Londrayê” ku endamê wê ye, ji bo tiştekî ku hema bibêje pêkanîna wê ne mimkun e şert digire û hemû serweta xwe datîne holê. Li gor vê wê di 80 rojî de li derdora dinyayê bigere. Hem jî bêyî rêya hewayî û bêyî planeke wî hebe. Fogg, tevî cîgirê xwe dide ser vê riyê. Roj heye li ser pişta fîlan, roj heye bi tirênê an jî bi keştiyê rêwîtiya xwe didomîne. Di vê rêwîtiyê de bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Di dema vê rêwîtiyê de geh mirovên talûke geh jî xefiye didin dû wan. Gelo Fogg gera xwe ya li derdora dinyayê di wext de diqedîne yan na? Ev romana bi nav û deng jî êdî bi wergera Aynur Ilı dê li ser zimanê zarokên Kurd bigere. 
 
Ev 10 pirtûkên ku weke Seta Klasîkên Zarokan hatiye amadekirin dê bala mezinan jî bikişîne. Hem li pirtûkfiroşan hem jî li ser malpera https://aramyayinevi.com hûn dikarin xwe bigihînin van berhemên hêja. 
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

29/06/2021
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin