PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da

  • rojane
  • 09:08 30 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ayhan Seîd, birayê aktivîst Şivan Seîd ku li Dihokê tevî 4 rojnamevan û aktivîstan hatibû girtin û dadgehê bi giştî 30 sal ceza li wan birîbû, got: "PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da." 
 
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistana Federe, li rojnamevan û aktivîst Şervan Şerwanî, Şivan Seîd, Ayaz Kerîm, Harîwan Îsa û Guhdar Zebarî ku par li Dihokê hatibûn girtin, 6 sal ceza birî. 
 
Di 13'ê Hezîrana 2020'î de li Dihok, Behdînan, Amediye, Şêladizê, Qeladizê û gelek deverên din, di avêtina ser malan de nêzî 400 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 320 kes hatibûn berdan û 76 kes jî hatibûn girtin. Rojnamevan-aktivîst Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm ku di 16'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê hatibûn darizandin, 6 sal ceza li wan hatibû birîn. Parêzerên wan serî li Dadgeha Îstinafê dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û cezayê wan di 27'ê Nîsanê de hatibû pesendkirin. Parêzeran ji bo ceza bê xerakirin di 20'ê Gulanê de serî li Dadgeha Bilind dabûn, lê belê dadgehê serlêdana wan red kiribû û biryara xwe di 20'ê Hezîranê de bi awayekî teqez pesend kiribû. Ji xeynî van li rojnamevan Qehreman Şukrî jî ku di 26'ê Hezîranê de li Dihokê hatibû girtin û 5 meh in girtiye, 7 sal û li rojnamevan û aktivîst Umêd Beroşkî jî salek ceza hatibû birîn. 
 
Ayhan Seîd, birayê aktivîst Şivan Seîd, derbarê tiştên qewimîn û cezayên hatine birîn de axivî. 
 
PLANA VEŞARÎ
 
Seîd, anî ziman ku ji bo bêdengkirina aktivîst, rojnamevan û rewşenbîrên ku li Dihok, Behdînan, Amediye û gelek deverên din li ber neheqiyê rabûne, di 13'ê Hezîrana 2020'î de "planek veşarî" hatiye çêkirin. Ayhan Seîd, bilêv kir ku PDK xwestiye zext û zorîyên ku li Tirkiyeyê tên kirin, li Behdînanê bike. Seîd, destnîşan kir ku tiştên hatine kirin nayên qebûlkirin. 
 
ŞANO BÛ 
 
Seîd got: "Hêzên ewlehiyê yên PDK'ê bi awayekî bêhiqûqî bi 320 kesî re 'peymana ewlehiyê' îmze kir û ew berdan. Lê belê ev hem li dijî qanûnên Iraqê hem jî li dijî qanûnên Herêma Kurdistanê ne. Kesên hatin binçavkirin, bêyî bên dadgehkirin bi îmzekirina peymanê hatin berdan. 76 kesên din jî hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Ji van kesan 5 kes jî rojnamevan û aktivîst bûn. Di 15'ê Sibata 2021'ê de jî li van 5 kesan bi giştî 30 sal ceza birîn. Dadgehkirin, wekî şanoyê bû. Tu hêleke hiqûqî ya biryara navbirî tune ye." 
 
‘PDK, GEL ÇAVTIRSANDÎ DIKE' 
 
Seîd, destnîşan kir ku PDK xwestiye bi vê biryarê gelê Behdînan û Dihokê bêdeng bike û got: "Dixwazin vîna gelê Behdînanê teslîm bigirin. PDK, dixwaze gel çavtirsandî bike. Rojnamevan û aktivîstên hatin girtin, bi rojan li qadan li dijî pergala serdest, têkiliyên qirêjî yên PDK'ê û nelirêtiyên wê çalakî li dar xstin û nivîsandin. Mafên xwe yên qanûnî bi kar anîn. PDK, ji gel ditirse. Tiştên qewimîn, kêmasiyeke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê. Şerme e. PDK, guh nade daxwazên me. Guh nade demokrasiyê." 
 
‘PDK, XIZMETA TIRKIYEYÊ DIKE' 
 
Ayhan Seîd, bilêv kir ku rojnamevan û aktivîstan tu tiştekî şaş nekirine û got: "Piştî berxwedana Şêladizê, zext û zoriyên PDK zêde bûn. PDK, xizmeta Tirkiyeyê dike. PDK, dixwaze bi pergaleke dîktatorî gelê Başûr bi rê ve bibe. Li gor daxwazên Tirkiyeyê tevdigere. Tirkiye, dixwaze û ew jî rojnamevan û aktvîstan digire." 
 
‘EM SERBILIND IN' 
 
Seîd, diyar kir ku gel li ber van polîtîkayên PDK'ê radibe û got: "Em bi wan serbilind in. Li ber bêedaletî, dagirkerî, dîktatoriyê û dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn. Ew, lehengên gel in. PDK, divê dev ji van polîtîkayên xwe yên şaş berde. Ji ber axaftinên min û xebatên min, derbarê min de biryara girtinê dan. Ceza li kekê min birîn û yê min jî derbarê min de, biryara girtinê daan. Lê em ê bêdeng nemînin, em ê tim biaxivin. Ji ber biryara girtinê nikarim biçim Dihokê, niha li Silêmaniyeyê me." 
 
MA / Azîz Orûç

Sernavên din

01/07/2021
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin