Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe

  • rojane
  • 09:22 1 Tîrmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Gundiyên gundên Şirnexê bêyî destûra Walitiya Şirnexê nikarin bikevin gundên xwe. Jinên gundî bertek nîşanî vê rewşê dan û ev tişt gotin:" Bi vî awayî dixwazin gundê me bêmirov bihêlin." 

 
Di salên 1990'î de li Şirnexê bi hezaran gundan ji ber zextên dewletê vala bûn. Dema pêvajoya çareseriyê; di navbera salên 2013-2015'an de vegera gundan dest pê kir û gelek gundên vala careke din şên bûn. Lê piştî ku di sala 2016'an de careke din operasyonên leşkerî li herêmê dest pê kirin, careke din gundî neçar man ku terka gundên xwe bikin. Zêdetirî 2 salan e gundiyên ku dixwazin biçin gundên xwe di nuqteyên leşkerî de bi seatan tên sekinandin.
 
Li gundên Cifanê, Gilindor, Akêt û Nêvava yên Şirnexê gundî ji bo ku têkevin gundên xwe ji Walitiya Şirnexê destûrê dixwazin. Tevî destûra Walitiyê jî têketina gundan bi hinceta operasyonan  tên asteng kirin. Gundiyên ku 2 sal in bê destûr nikarin bikevin gundên xwe, rez û baxçeyên wan hişk dibin. Jinên gundê Cifanê bertek nîşanî vê pêkanîna dewletê dan û gotin ku armanca nehiştina têketina gundê wan talankirina xwezaya Kurdistanê ye.
 
'TEVÎ DESTÛRA WALITIYÊ ME BERNADIN' 
 
Ji gundê Cifanê Zeynep Tunç, diyar kir ku demeke dirêj e nikarin bi rehetî bikevin gundê xwe û wiha got: "Ev nêzî 2 salan e leşker li ser rêya gundê me nuqteya lêgerînê danîne. Ji me re dibêjin, 'heta ku hûn ji Walitiyê destûr nexwazin nikarin bikevin gund. Di malbatê de hûn çend kes biçin gund pêwîste hûn yek bi yek navên wan binivisînin û bibin Walitiyê'. Rez, baxçe, xanî û çandiniya me li wir e. Lê ev 2 sal in ji me re astengiyê derdixin. Dema ku em diçin gund tevî destûra Walitiyê jî me bernadin. Bi seatan li ber tavê me didin sekinandin.  Di lîsteyê de navê kesekî tenê jî nebe, me hemûyan vedigerinîn. Heftaya borî me zarokên xwe birin. Me got, 'em ê 2 şevan li gund bimînin'. Lê nehiştin em bimînin. Me ji wan re got, 'destûra walitiyê heye'. Gotin, 'hûn namînin'. Em 2 seatan li ber wê tavê man nehiştin em biçin."
 
'LI GUND DE DAREK NEHIŞTINE KU EM DI BIN SIYA WÊ DE RÛNIN' 
 
Di berdewama axaftina xwe de Tûnç, da zanîn ku dewlet bi van pêkanîna dixwaze ku gundan vala bike û ev tişt got: "Ev 2 sal in li gundê me birîn û şewitandina daran dane destpêkirin. Ev 2 sal in kar û xebata wan li gund bûye dar birîn. Ji ber ku bikaribin daran bi rehetî bibirin nahêlin em bikevin gund û ji me re astengiyan derdixin. Lê ew çi jî bikin em ê dev ji axa xwe bernedin. Rêya 10 gundan li ser gundê me de derbas dibe. Kesê ku ji Walitiyê destûr nexwaze nikare bikeve gund. Em dixwazin bi rehetî biçin gundê xwe û vê dorbeçê ji ser gundê me rakin." 
 
'REZEN ME HIŞK BÛNE'
 
Medîne Bîlîk jî bi lêv kir ku ji ber têketina wan a gund tê astengkirin bax û baxçeyên wan hişk bûne û wiha axivî:"Di berê de em bi rehetî diçûn gund. Lê di van salên dawî de em nikarin biçin gund. Heta ku em destûrê negirin nikarin bikevin gundê xwe. Ji zarokên me yên biçûk heta yên mezin divê em yek bi yek destûr bigirin. Em diçin bi seatan me didin sekinandin û pişt re me ber didin. Çûyîn û hatina me gelek zehmet bûye. Malên me hene li wir, darên me fêkiyên me hene. Debara me hemû li ser gund e. Gelek caran em diçin lê tevî destûrê jî nahêlin em bikevin gund. Em hefteyê carekî diçin gund. Rezen me hişk bûne. Heger ku em çûn gund jî divê em bi şev nemînin. Ji ber ku ji bo mayînê destûr nadin." 
 
'EM Ê BI ÇI DEBARA XWE BIKIN?' 
 
Ji gundiyan Gulîstan Bayik jî bal kişand ser zehmetiyên çûyîn û hatina wan a gund û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Her 3 caran carekî divê em biçin gund avdanê bikin. Lê dema ku em diçin gund em gelek zehmetiyê dikêşin. Bi taybetî jî nahêlin ku zarokên me bikevin gund. Em ji vir seat 6'an diçin, li wir seatekî me didin sekinandin. Em nikarin li bajaran debara xwe bikin. Heger gundên me jî li me qedexe bikin em ê çawa debara xwe bikin? Em dixwazin ji çûyina gundên me re serbestî hebe."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/07/2021
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin