Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye

  • rojane
  • 09:30 2 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn têkîldarî êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Federe axivî û diyar kir ku ev operasyon bi piştgiriya NATO'yê pêk tê. Efrîn destnîşan kir ku li dijî van êrişan pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye. 

Operasyona derveyî ya sînor a ku Tirkiyeyê di 23'ê Nîsanê de li deverên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve da destpêkirin didome.
 
Endama Dîplomasiyê ya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Necbîr Efrîn têkîldarî geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistana Federe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Efrîn diyar kir ku li dijî van êrîşan ew li herêmê xebatên cûr bi cûr didin meşandin û li dijî van êrişan pêwîstî bi Kongreyeke Jinan a Neteweyî heye. 
 
'EV ŞERÊ BI HÊZKIRINA PERGALA KAPÎTALÎZMÊ YE' 
 
Efrîn bal kişand ser armanca êrişên li dijî Herêma Kurdistanê pêk tên û wiha got: "Pergala ku têk diçe bi êrişên li ser xaka Kurdistanê dixwaze xwe bi hêz bike. Operasyonên ku dewleta tirk di 23'ê Nîsanê de li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dane destpêkirin, operasyoneke berfireh û giştiye. Helbet di vê operasyonê de armanc ne tenê tunekirina PKK'ê ye, armanca wan a esasî bi giştî gelê kurd e. Ji bo ku gelê Kurd bêdeng bikin û bi vî awayî bikin di bin desthilatdariya xwe de pêdivî bi vê operasyonê dîtin. Herkes dizane ku ev operasyon ne tenê ji hêla dewleta tirk ve hatiye destpêkirin, ev operasyon bi piştgiriya NATO'yê pêk hat. Çimkî dewleta tirk beşeke ji NATO'yê ye. Ji ber wê jî operasyoneke bi giştî li dijî gelê Kurd tê rêvebirin. Bi tunekirina hêzên demokrasiyê dixwazin sedsala 21'emîn bikin sedsala kapîtalîzmê û sermedariya xwe li ser lingan bisekînin. Ji ber ku dizanin ku pergala kapîtalîzm hêdî hêdî ber bi hilweşandinê ve diçe. Ev şer şerê bi hêzkirina kapîtalîzmê ye. Ew sedsala ku wan weke sedsala kapîtalîzmê bi nav kirî hêdî hêdî ber bi dawîbûnê ve diçe. Ji ber wê jî ji bo ku di pêşerojê de bikaribin xwe bi rêve bibin pêwistî bi şereke wiha dibînin."
 
'LI HERÊMÊ QETLÎAMÊ DIKIN' 
 
Efrîn di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku hêzên dagirker bi êrişkirinê dawiya xwe tînin û wiha domand "Her kes baş dizane ku kesê ku bikaribe li hemberî vê pergala kapîtalîst bisekine gelê Kurd e. Ji ber wê jî êrişeke pir dijwar û êrîşeke ku hemû teknîkên heyî pêk tînin didin meşandin. Dixwazin careke din enfalên ku li Kurdistanê  dane çêkirin li her çar perçeyên Kurdistanê pêk bînin. Ji bo ku çavê gelê Kurd bitirsînin û di vê sedsala pêşiya me de, daxwaz dikin ku tiştê ku gelê Kurd dixwaze xwe bigihîjînê û wê daxwaziya wan bidin sekinandin û wê armanca wan ji holê rabikin. Li dijî Başûrê Kurdistanê ne tenê êrişeke bi teknîkî, êrişeke çandî, aborî, siyasî û erdnîgarî heye. Li herêmê tenê êrişî li PKK'ê nakin, li tevî wê li herêmê qetlîameke pêk tînin. Bi giştî li ser xwezaya Kurdistanê êrişeke mezin heye. Li gel qirkirina xwezayê li ser ajalan jî qetlîamekî pêk tînin."
 
'EV OPERASYONA NATO'YÊ YE'
 
Efrîn da zanîn ku Tirkiye ji hin hêzan piştgiriyê distînin û ji ber wê ji xwe bawer êriş dike û wiha got: "Armanca vê operasyonê ew e ku kapîtalîzmê li ser piyan bigire û vê pergalê bi hêz bike. A ditîr jî dewleta Tirkiyeyê xewn û xeyalên xwe yên Osmanî bi rêka vê êrîşê dixwaze pêk bîne. Em hemû jî dizanin ku cihên ku dewleta tirk şer dike, di berê de di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû. Ji ber wê jî Tirkiye di esasê xwe de van qadan weke qadên xwe hesab dikin. Wan xwe jî gelek caran gotiye ku wan qad dagir nekirine, ji xwe yê me ye. Ev operasyone operasyoneke NATO'yê ye. Her wiha ji derveyî NATO'yê jî gelek welatên desthilatdar jî hene ku piştgiriyê didin vê dagirkeriyê. Bi piştgiriya van şereke giran li herêmê tê meşandin. Li herêmê hemû teknîka xwe didin xebitandin. Çimkî dewleta tirk heger ev teknîk nebe, tu caran bi tena serê xwe nikare li ser xaka Kurdistanê şerekî bide meşandin. Neçare ku hevkareke wê hebe. Ji ber wê jî li tev hevkarên wan di heman demê de  Kurdên ku piştgiriyê didin vê dagirkeriyê hene. Bi piştgiriya wan re Tirkiye êrişên xwe zêde dike. Heger ne ji wan bûya, ev şer bi vî şêwazî wê negihîja armanca xwe ya û wê nekariba ku yek qadeke Kurdistanê dagir bikira. Lê mixabin ev hevkariya heyî zirarê dide." 
 
'PÊWÎSTÎ BI KONGREYA JINAN A NETEWEYÎ HEYE' 
 
Efrîn bal kişand ser xebatên jinan ên ku li herêmê tên meşandin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe "Em weke rêxistineke jin li ser xaka Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe didin meşandin. Weke RJAK'ê li beramberî vî şerê heyî em jî hewl didin ku bi xebat û çalakiyên xwe dengê xwe li hemû cîhanê re bidin bihîstîn. Ev têkoşîna me jî bi rêbazên cuda cuda tê meşandin. Bi xebat û çalakiyên cuda li hemberî vî şerî disekînin. Gelek welat û gelek kes rastiya vî şerî nabîne. Em jî weke rêxistina jin dixwazin bidin fêmkirin. Pêwîst dike ku em rûyê vî şerî yê rast bidin xuya kirin. Ji bo wê jî gelek çalakî û xebatên me didomin. Çimkî ev ne tenê di milê leşkerî de êrîş dikin, di hemû milan de êrîş dikin. Ji tiştê biçûk bigirin û heta tiştê mezin dixwazin bandoreke mezin li ser civaka başûr bikin. Ji ber wê jî di hemû aliyan de  hewledanên me hene ku, em bikaribin civaka başûr ji vî şerî xelas bikin û nehêlin ku bandor bibe. Bêgûman pêwîstî bi Kongreyeke Jinan a Neteweyî heye. Ji bo kongreyeke bi vî rengî xebat tên meşandin. Taybet ji bo ku em jin bigihîjine hev û bikaribin yêkitiyeke jinan bidin çêkirin, di wexteke gelek nêz de pêwîstî bi vê kongreyê heye. Bangawaziya me ji hemû Kurdan heye ku em ji bo avakirinê bibin yek. Ji bo ku em bikaribin li her çar perçeyan pergala xweser ava bikin pêwîstiya me bi yêkitiyê heye. Heger ev desthilatdar ji destê me biçe heta sedsaleke din jî em ê wisa bimînin."
 
'ÊRIŞA LI DIJÎ JINAN Û LI DIJÎ KURDISTANÊ HEMAN ÊRIŞ IN' 
 
Efrîn xwest ku li dijî êrişan herî zêde jin dengê xwe bilind bikin û vê bang kir: "Di wexteke wiha de yêkitiya jinan pêwîst dike. Çimkî ev êrîşa ku tê kirin zirara herî mezin dide jinan. Ev şer di hêla fîzîkî, siyasî û civakî zirarê dide jinan. Çimkî ew ên ku êrişî li ser Kurdistanê dikin, pergaleke desthilatdare. Ev pergal ku li dijî jinê û têkoşîna jinê ye. Ji ber wê jî yên ku ji vê desthilatdariyê zirar dibînin jinin. Ew pergala ku êrişî jinan dikin û niha êrişî Kurdistanê dike heman pergale. Ji ber wê jî jin hem di milê rihî, hem fizîkî û hem jî milê siyasî de gelekî bandor dibe. Ji ber wê jî pêwîstiya me bi Yêkitiyeke Netewî heye. Divê  ew milê ku jin jê zirar dibînin û jê tesîr dibe em nîqaş bikin û bi hêza jinê yêkitiyê ava bikin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

04/07/2021
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin