12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye

img

WAN - Li Westanê jinên ku hem li nav erdan hem jî li malê dixebitin, diyar kirin ku rojê 12 saetan dixebitin lê heqdesta wan 65 TL ye. Jinan, destnîşan kirin ku nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin. 

Li Taxa Etalan a navçeya Westan a Wanê, jinên ku li nav erdan dixebitin, heqê keda wan bi dest wan nakeve. Jinên karker, rojê 12 saetan dixebitin, lê heqdesta wan tenê 65 TL ye. Her wiha piştî karê nav erd, karê malê jî dikin. 
 
Jinan behsa zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin kirin û diyar kirin ku heqê keda wan bi dest wan nakeve. 
 
KEDA JINÊ
 
Zubeyde Yîgît (30) ku nêzî 10 sal in li nav zeviyê firingiyan dixebite, anî ziman ku serê sibehê saet di 7'an de tên nav erd û heya 6'ê êvarî dixebitin, lê tenê ji bo navrojê saetekê bêhna xwe didin. Yîgît, da zanîn ku heqdesta wan a rojane 65 TL ye û got: "Ev heqdesteke kêm e, lê em mecbûr in. Kardêr wisa li hev dikin û ev qasî didin me. Car heye em hefteyê rojekê dixebitin. Karê me karekî zehmet e û sîgorteya me jî tune ye. Yanî heqê keda me bi dest me nakeve. A zehmet jî, tav e. Li van deran keda jinê bi tu awayî nayê hesibandin. Ev tişt tenê ne li wanê, li her derê heye." 
 
HEM LI NAV ERD HEM LI MALÊ DIXEBITE 
 
Hameyî Yîgît (35) jî anî ziman ku 10 sal in vî karî dike û bi vî karî debara xwe dike. Yîgît got: "Hevjînê min naxebite. Ez debara malê dikim. Em li nav zeviyê firingiyan dixebitin. Em firingiyan berhev dikin, wan dixin qaseyan û dişînin. Hema bibêje em hemû karî dikin. Mêr jî tenê wan bar dikin. Gava tên çandin jî em tên dixebitin. Paşê em şitilan datînin û bi dû re jî em ser wan bi kîsikan digirin. PIştî vê jî em tevrikê dikin. Gava firingî mezin dibin em wan bi darikan ve girêdidin. Gava tam çêdibin jî em wan berhev dikin. Ez hem li vir hem jî li malê dixebitim. Gava êvarî diçim malê, karê malê dikim û xwarinê çêdikim. Li vir diwestim, gava diçim malê jî karine divê bikim hene." 
 
HEQDESTEK KÊM 
 
Yîgît, destnîşan kir ku heqdesta wan pir kêm e û bi zorê bi vî pereyî debara xwe dikin û got: "Xwarina me aydê kardêr e. Em tenê navrojê dixwin. Em taştê û şîvê li malê dixwin. Heqdesta me ya rojane 65 TL ye. Tiştek jî pê nayê, lê em mecbûr in vî karî bikin." 
 
HEM DIBISTAN HEM KAR 
 
Esra Yîgît (20) jî 8 sal in vî karî dike û di ber re jî ji bo zanîngehê li dersan dixebite. Yîgît got: "Gava min nû dest bi vî karî kir, pir biçûk bûm û kardêran nedihişt bixebitim. Paşê xebitîm. Li Westanê gelek kes bi vî karî debara xwe dike. Hem diçim dibistanê hem jî dixebitim. Havînê dixebitim, ji bo mesrefa xwe ya dibistanê." 
 
Yîgît got: "Carinan serê sibehê em nikarin rabin ser xwe û bi şev jî ji ber êşa piştî xew bi çavê me nakeve. Lê ji ber ku em mecbûr in, em vî karî dikin. Em dixwazin hem ji bo xwe hem jî ji bo malbata xwe tiştekî bikin. Hindik be jî em alîkariya malbata xwe dikin. Lê heqê keda me bi dest me nakeve." 
 
MA / Ozlem Yayan 
 

Sernavên din

07/07/2021
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin