Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn

  • rojane
  • 12:56 10 Tîrmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzerê 9 meleyên ku bi hêceta mewluda kurdî xwendine hatin girtin Huseyîn Bogatekîn, diyar kir ku dadgehê berî ku dest bi girtina îfadeyan bike biryara girtinê daye û ev yek di kompîturê de dîtine.
 
Di çarçoveya lepîrsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de polîsan di 3'ê tîrmehê de bi awayekî hemwext operasyon li dar xistibû û Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 28 kesan binçav kiribûn. Kesên hatibûn binçavkirin duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatibûn kirin û ji wan 9 kes hatibûn girtin. Balkêş bû ku ji meleyên ku xebatên wan ên komeleyê sûc hatin hesibandin re pirsên “Çima we xutbeya diyanetê ne xwend?” û “Çima hûn nimêj û dûayan kurdî dikin?” hatin pirsîn.
 
Îbrahîm Yalin ê 7 rojan di bin çavan de ma û bi şertê kontrola edlî hat berdan diyar kir ku di dema binçavkirinê de deriyê mala wî hat şikandin û tundiya psîkolojîk hatiye sepandin. Yalin, da zanîn ku dema li qereqolê bûn gelek kes ji ber nexweşiyên xwe rakirin nexweşxaneyê û Halîl Bûlût ê 82 salî gelek caran aciz bû. Yalin, bi lêv kir ku ev yek nayê qebûlkirin û anî zimam ku wêneyên ku dema li mizgeftê nimêj dikin weke sûc pêşkeşî wan kirine. 
 
WÊNEYÊN NIMÊJKIRINÊ
 
Yalin, diyar kir ku di dema îfade girtinê de zordarî li wan hatiye ferzkirin û wiha got: “Wan bi israr hewl didan ku nimêjkirina min krîmînalîze bikin. Digotin min ji rêxistinê re pere şandiye û li min qebûlkirina vê ferz dikirin. Wêneyên dema alîkariya ku me ji bo heqê av, ceyran û kirêya komeleya xwe kom dikir kişandibûn, danîn pêşiya me û hewl dan weke sûc bihesibînin.”
 
DEMA KURDÎ BE SÛC E
 
Yalin, da zanîn ku li Mizgefta Hz. Omer ya li Taxa Guvercîntepe ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê nimêja înê dane kirin û wiha axivî: “Sûcê me tenê ev e. Wekî din gelek meleyên me ji bo ku bi kurdî weaz dan hatin sûcdarkirin. Heke weaz dayîna kurdî sûc be niviyê Tirkiyeyê sûcdar e. Divê ev daraz ne li dijî me li dijî Xwedê hatibûya kirin. Bila biçin ji Xwedê re bêjin ‘te çima zimanê kurdî afirandî ye’. Bila dozê li Xwedê vekin. Heke hêza wan têra bike bila wî bidarizînin. Ji ber ku Xwedê ev ziman daye. Zimanê me yê dayikê kurdî ye. Îro li her derê welat bi awayekî azad Îngîlîzî tê hîn kirin û axaftin lê dema gotûbehs dibe kurdî sûc tê hesibandin.”
 
XUTBE SÛC HAT HESIBANDIN
 
Fahrettîn Ulgen ê bi şertê kontrola edlî hat berdan jî diyar kir ku bi dehan pirsên weke “We çima komele ava kir, hûn girêdayî KCK’ê ne, pereyê ku we kom dikir ku derê ve diçû?” ji wan hatine pirsîn û wiha got: “Pereyekî ku têra kirêya me neke dibêjin we ji çiya re şandi ye. Dîsa alîkariya me li jineke mûhtac kir jî sûc hatiye hesibandin. Gotin ‘we nedizanî ku lawê wê jinê terorîst e?” Lê lawêkî wê jinê li derve ye lawekî wê jî li eskeriyê ye. Li aliyê din hevdîtinên me yên telefonan û xutbeyên ku me kurdî xwendin sûc hatin hesibandin.”
 
MEZHEBA ŞAFÎTIYÊ JÎ SÛC E
 
Parêzerê endamên KÎD û DÎAY-DER’ê yên hatin girtin endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Huseyîn Bogatekîn jî da zanîn ku bi taybetî kurdî dikin mijara sûc û wiha got: “Muwekîlên me ji ber hin têgeh û peyvên kurdî bikaranîne hatin sûcdarkirin. Wekî din pêkanîna rituelên mezhebê şafî jî weke sûc danîn pêşiya me.”
 
DERKETINA DERVEYÎ DIYANETÊ
 
Bogatekîn, anî ziman ku bi pirsên weke “We çima xutbeya diyanetê ne xwend, çima hûn derdikevin derveyî şiroveyên diyanete, çima rituel û şiroveyên aîdî we hene?” sûc hilberandine û wiha berdewam kir: “Di van salên dawî de bi awayekî vekirî evqas azadiya ol û baweriyê nehatibû binpêkirin. Wekî din dema em li benda îfade girtina dadgehê bûn li hin rojname û malperên înternetê axaftinên serokê diyanete derbas bûn, van axaftinan bandor li girtina muwekîle me kir. Bi taybetî axaftineke wî ku muwekîlên me hedef bigire çêbû. Îdia kir ku 'Li dijî olê îslamê xebat tên bi rê ve birin'. Ji xwe biryara vê lêpirsînê hatibû dayîn.”
 
EM QEBÛL NAKIN
 
Bogatekîn, rewşa ku dema li benda îfade girtina Dadgeha Ceza ya Sûlhê disekînin, bûn şahid parve kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazim vê rêzaletê jî parve bikim. Dema em çûn dadgehê ji xwe di ekrana kompîturê de biryara girtinê hatibû nivîsîn. Ji bîr kirin ku vê veşêrin. Me wek parêzeran ev yek dît. Berî ku îfade bên girtin biryar hatibû dayîn. Ev rewş li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê hat jiyîn. Em vê rewşê qet qebûl nakin. Temenê hemû muwekîlên me jî di ser 70 de bûn. Ji bo ku di demekî nêzîk de werin berdan em ê hemû hewldanên hiqûqî bikin.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

13/07/2021
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê