Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin

  • rojane
  • 09:01 19 Tîrmeh 2021
  • |
img

MELETÎ - Kana madenê ya ku berî 20 salan li taxa Dedeyazî ya Elewî lê dijîn hat avakirin, jiyana zindî tune dike. Darên mişmişan ji ber tozê hişk dibin. Xaniyên welatiyan jî ji ber wesayîtên tonaja giran zirarê dibînin. 

Tesîsa Dewlemendkirina Bêjandina Şikandin û Kana Hêsin, di sala 2001’an de li Taxa Dedeyazi ya girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê hat avakirin. Ev tesîs bandoreke mezin li jiyana zindî ya herêmê dike û her ku diçe têk dibe. Di heman demê de xebatên kana madenê tesîreke neyînî li gundan dike û zirara herî mezin jî dide Gundikê Yellî Gedikê. Xirbeyên ji kanê tên derxistin, bi kamyonên erdhezandinê ji nava gundik tên derxistin. Ji ber derbasbûna komyonên barên giran, gelek malên gundiyan zirar dîtine û bi sedan darên mişmişan di  nava tozê de mane. 
 
BAX Û BAXÇEYÊN WAN TUNE BÛN 
 
Kazim Ocal, diyar kir ku ew bi qasî 400 salane li gund dijîn û debara xwe bi cotkirina axê dikin. Ocal, anî ziman ku ji sala 2001’an ve madenê 4 dest guhertin û wiha axivî: “Niha şîrketa bi navê Serhat Madencîlîk kanê di xebitîne. Xirbeyên ji kanê derdixin, bi kamyonên hafriyetê, di nava gundê me re derbas dikin. Ji ber toza kamyonan darên mişmişan hişk bûn. Herî dawî em neçar man ku daran bibirin. Em debara xwe bi mişmişan dikin. Em neçar man ku niha debara xwe qut bikin. Ji ber ku ji ber vê rewşê em nikarin hilberî bi dest bixin. 120 darên min hebûn. Min salê 5 ton mişmişên hişk bi dest dixist. Lê hemû ji ber vê tozê hişk bûn. Dîsa darên mişmijê yên din jî hişk bûn. Baxçeyê min ê 25 salan tune bû.”
 
GANDORA ERDHEJÊ
 
Ocal, da zanîn ku têkildarî hişkbûna daran wî li dozgeriyê gilî kir û wiha got: “Çandiyar anîn vê derê. Gotin dar ne ji ber tozê hişk bûne, lê zirara wê çêdibe. Gotin di nava rojê av didin. Belê bi trektorekê rê av didin, lê di vê germe de piştî nîv saetê rê cardin ziwa dibe û toz radibe. Qaşo navê vê jî kirine avda rê. Rê diber mala min re derbas dibe. TIR’ên 60 tonî di nava gund re derbas dibin. Her ku ev TIR derbas dibin malên me dihejin. Weke ku erd biheje. Me ev rewş ji qeymeqamtiyê re jî got, lê tiştek nekir. Serlêdana me ji ber rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) a ku ji kanê re hatiye dayîn, nehat qebûl kirin. Ji ber ku rapora ÇED’ê heye, vê rewşê guncaw dibînin. Em hemû ji toza kanê bandor dibin. Me bertek nîşan da û rê girt. Lê fermandarê qereqolê em hişyar kirin û got bi rêyên qanûnî li mafê xwe bigerin. Me bi rêyên qanûnî jî li mafê xwe geriya, lê tiştek derneket holê. Hemû daxwazên me hatin red kirin.” 
 
‘HEYWANÊN ME GIHA PEYDA NAKIN’
 
Îmam Şevkî Ocal ê 73 salî jî, dest nîşan kir ku ew ji ber kana madenê bi her awayî zirarê dibînin û wiha got: “Ji ber toz û dûmanê em nikarin li ber malên xwe rûnin. Rojê 10 -20 kamyon derbas dibin. Em li vê derê heywanan xwedî dikin. Heywanên me jî bi bandor dibin. Ev di vî emrê xwe de li dû heywanan baz didim. Hemû giha dibin toz. Ji ber vê heywan giha nabînin. Hin caran pir kêm mîne ku kamyon li pezê min bikin. Em her roj vê tozê nefes digirin. Toz zirarê dide her tiştî. Rêya ku di gund re derbas dibe, ne rêya kana madenê ye.”
 
DERBARÊ KANA MADENÊ DE 
 
Li Taxa Dedeyazi ya ku Elewî lê dijîn, xebatên derxistina metala hêsin di sala 2001’an de bi destê kesekê dest pê kir. Dûre şîrketa bi navê Madenvaniya Martût ket dewrê û heya sala 2008’an nefermî xebitand. Di rapora  ÇED’ê ya sala 2008’an de, hat diyar kirin ku kan 750 metreyan ji gund dure, lê di rastiyê de kan tenê 100 metreyan ji gund dûre. Dîsa di raporê de, ava vexwarin û avdanê ya li qadê tune hat hesibandin. Di duyemîn rapora ÇED’ê ya hat amadekirin de, hat destnîşan kirin ku di sala 2009’an de, kêmasiyên hebûn hatine temamkirin. Ligel ku xebatên dewam dikirin di sala 2015’an de hat rawestandin jî, şîrketa kuu îro di sala 2017’an de, kan dewr girt, xebatên xwe berdewam dike.
 
BIRYARA WALÎTIYÊ ŞAND ŞÛREYA DEWLETÊ
 
Niştecihên gund li ser vê yekê, li dijî raporên ÇED’ê li Dadgeha Îdarî ya Meletiyê doz vekirin û di dozê de qezenc kirin. Lê fîrmayê dosye şand Şûreya Dewletê. Şûreya Dewletê, yek ji du raporên ÇED qebûl kir. Li ser vê yekê li kanê cardin dest bi xebatê hat kirin. Şirketê, di sala 2018’an de, ji bo ku qada xebatê ya 24 hektarî derbixe 80 qatan, projeyek nû pêşkêşî rapora ÇED’ê kir. Gundiyan, di 30’ê Îlona 2020’an de, li dijî rapora ÇED’ê ya nû, li Dadgeha Îdarî ya Meletiyê doz vekirin. Di dozê de, biryara “6034 ÇED Erênî” li dijî hiqûqê hat dîtin. Lê Walîtiya Meletiyê û Madenvaniya Mîr Serhat li dijî vê biryara dadgehê, doz ji nû ve şand Şûreya Dewletê. Niha jî Madenvaniya Mîr Serhat bi awayekê aktîf xebata xwe ya madenê bi rêve dibe.
 
MA / Bariş Polat
 
 
 

Sernavên din

19/07/2021
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye