Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan

  • rojane
  • 10:18 27 Tîrmeh 2021
  • |
img

ÎDIR -Ji ber ku malbatan li hev anîbûn doz li 13 rûspiyan hatibû vekirin û bi sedan sal ceza li 9 rûspiyan hat birîn. Balkêş e 6 rûspiyên ku cezayê muebbetê li wan hat birîn temenê wan di seriya 70'yî de ye. 

Li Îdirê, bi angaşta ku di "Komîsyona Edaletê" de cih girtine derbarê 13 kesan de doz hatibû vekirin û ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê ve bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" û "têkbirina azadiya kes û talankirin" bi sedan sal ceza li 9 kesan hat birîn. Biryara bihincet hat aşkerakirin. balkêş e 6 kesên ku cezayên muebbetê li wan hatiye birîn temenê wan di navbera 70-74'an de ye. 4 kes jî hatine beraetkirin. Di hinceta biryarê de cih girtina navê kesan a di ewraqên ku di operasyonên leşkerî de hatine bidestxistin, daxuyaniyên şahidên nepen û bernameyên xwarinê  weke sûc hatine hesibandin. Hemû kesên ku hatine darizandin piştî biryara dadgeha herêmî ya derbarê xwe de hatine girtin. 
 
BI DEHAN SAL CEZA
 
Kerîm Boran ê 77 salî di çarçoveya lêpirsînê de di 27'ê mijdara 2017'an de hatiye girtin û di 2'ê adara 2018'an de hatiye berdan û di 15'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh, bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 42 sal û 2 meh û 7 roj ceza li Boran hatiye birîn. 
 
74 SALÎ YE CEZAYÊ MUEBBETÊ LI HATIYE BIRîN
 
Mehmet Çelîk ê 74 ku di çarçoveya heman lêpirsînê de di 16'ê mijdara 2015'an de hatiye girtin û di 26'ê cotmeha 2017'an de hatiye berdan û di 2'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 15 sal ceza li Çelîk hatiye birîn. 
 
Ferzende Elbî yê 72 salî jî di 9'ê cotmeha 2015'an de hatiye girtin û 26'ê cotmeha 2017'an hatiye berdan û di 2'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 20 sal ceza li Elbî hatiye birîn. 
 
Ehettîn Kaynar ê 72 salî jî ku di sala 2015'an de hatiye girtin û di sala 2017'an de hatiye berdan û 2'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 15 sal ceza li Kaynar hatiye birîn. 
 
LI EYWANA DADGEHÊ HAT GIRTIN
 
Abdulmecît Kaya 71 salî ku roja danişînê piştî biryara derbarê xwe de hat girtin jî bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 30 sal ceza lê hatiye birîn. 
 
CEZA HAT BARANDIN
 
Abdûllah Ateş ê 70 salî ku roja danişînê piştî biryara derbarê xwe de hat girtin jî bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 5 sal ceza lê hatiye birîn. Ji bersûcan Alî Tûrgût ê 55 salî jî bi angaşta "Em damtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ji bersûcan Mehmet Emîn Ay ê 58 salî jî bi sûcdariya "Gefê" 3 sal û 4 meh ceza lê hat birîn. Ji bersûcan Ahmet Yildirim ê 43 salî jî bi sûcdariya "Talankirina biwesf" 3 sal û 4 meh ceza lê hat birîn. 
 
Bûka Abdûllah Ateş, Kadîfe Ateş û hevjîna Kerîm Boran, Salîha Boran, bertek nîşanî biryarê dan. 
 
'BILA VAN MIROVÊN TEMEN MEZIN BERDIN'
 
Kadîfe Ateş, diyar kir ku xwezûrê wê Abdûllah Ateş tu sûcî nekiriye û tenê hewl daye pevçûnên di navbera malbatan de bi dawî bike û wan li hev bîne û wiha got: "Ji ber ku pirsgirêkên di navbera mirovan de çareser dikir rêz jê re dihat girtin. Ji ber vê doz lê hat vekirin û cezayekî neheq lê hat birîn. Gelek nexweşiyên xwezûrên min hene. Di hevdîtina dawîn de ji min re got ku êdî ew nikare li van deran bimîne. Got ku 40 roj in çayê nadin wan. Ev mirov nikarin bêgopal bigerin. Divê van mirovan li malên xwe ji nebiyên xwe hez bikin û rojên xwe yên dawîn derbas bikin. Bila van mirovên temen mezin berdin. Banga wijdan û însafê li wan dikim."
 
'DIVÊ EM LI REX HEV BIMIRIN'
 
Salîha Boran jî desntîşan kir ku hevjînê wê Kerîm Boran ji ber lihevanîna mirovan hatiye girtin û ev tişt got: "Mirovan ji hevjînê min re rêz digirt. Piraniya pirsgirêkan çareser dikir. Mafê kesî nedixwar. Sibê û êvarê ji bo meseleyên aştiyê dixebitî. Ji ber vê jî hat girtin. Mirovek temen mezin e û gelek nexweşiyên wî hene. Anjiyo bûye û ji gurçikên xwe aciz e. Her roj gelek derman dixwe. Di sala 2017'an de li Girtîgeha Panosê dema ku nimêj dike û diçe sercdeyê êdî nikare serê xwe rabike. Ji ber vê wî radikin nexweşxaneyê. Piştî ku hat berdan li Edenê emeliyat bû. Ez jî li vir perîşan bûm. Di derî de çavê min li rêya wî ye. Heke em bimirin jî divê em li rex hev bimirin. Ji bilî vê jî em tiştekî naxwazin. Kerîm li wir û ez jî li vir mirî me."
 
MA / Dîndar Karataş 

Sernavên din

30/07/2021
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan