Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê

  • rojane
  • 14:37 27 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzidî, li kûçeya Şengalê ya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû zincîrkirin û lê hatibûn meşandin, meşa azadiyê li dar xistin. 

 
Bi nêzikbûna salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an a êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê re, jinên Êzîdî bi armanca protestokirinê dest bi rêze çalakiyan kirin. Di çalakiyan de hem ferman tê şermezarkirin hem jî daxwaza naskirina ‘Xweseriya’ Şengalê tê kirin. Duh jinên êzîdî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), li sûka ku jinên êzîdî dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, hatibûn zincîrkirin û reş hatibûn pêçan, meşeke watedar lidarxistin. 
 
Bi sedan jinên ku tevlî meşê bûn, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê desmalên spî pêçan, li refên pêş a meşê de jî komek jin bi armanca protestokirin û bibîrxistinê, xwe reş pêçan û destên xwe zincîrkirin. Di meşa de pankartên dirûşmên wekî; “Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire” û “Bimre Îxanet” hatine nivîsandin, hatin rakirin.  Her wiha wêneyên dema fermanê jî hatin hildan û dirûşmên, “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “We çi divê Xweserî” qêriyan.
 
'EM BI HEV RE DIJÎN' 
 
Endama TAJÊ Şemê Remo, di dawiya meşê de bi boneya salvegera fermanê axaftineke kurt kir; ”Îro ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an me li Suka Kevin meşek li darxist. Ciwanên me weke sembol cilên reş li xwe kirin û zendên xwe zincîr kirin, ji ber di fermanê de wiha li keçên me jî kirin û birin. Lê emê bi têkoşîna xwe bi herkesê bidin qebûlkirin ku jenosîda li ser Êzîdiyan pêkhatiye, nas bikin.”
 
'WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'
 
Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî di meşa protestoyî de axivî û got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li vê sukê bi sedan keçên me hatin girtin û kuştin. Me xwest em bi vê meşê fermana bi ser me de hatiye, bibîra herkesê bixin. Me êş û azarên gelek mezin dîtin. Lê ji vir şunde em heya ku xweseriya xwe ava nekin emê her tekoşîna xwe bidomînin, ji ber enceq em dikarin wiha pêşî li fermanan bigirin.”
 
'KOMKUJÎ KIRIN Û DI GORÊN KOMÎ DE VEŞARTIN' 
 
Piştî axaftinan di meşê de berdevka TAJÊ Sebiha Sebrî daxuyaniya TAJÊ xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em dikevin 7’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tabaxa 2014’ an. Wê demê ji ber bê berpirsiyarî û îxaneta hêzên herêmê û bêdengiya cîhanê li Şengalê civaka Êzidî Fermana 74’ an jiyan kir. Bi dehan keçên Êzidî ji bona nekevin nava lepên hovên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin, demarên destê xwe qut kirin û dawî li jiyana xwe anîn.Di rojên herî zor û zehmet de ku civaka Êzidî ber bi qirkirin û tinebunê ve diçû, şagirt û şervanên Rêber Apo ji çiyayên azad û rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şingalê û bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ ji bona parastina civaka Êzidî bi sedan şehîd dan. Bi mudaxeleya şervanên azadiyê re rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî hat girtin.”
 
“JI PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ RE NA'
 
Di daxuyaniyê de siyaseta hêzên cîhanî ya beramber êrîşên li ser Êzîdiyan jî hate rexnekirin û ev tişt hate gotin: ”Li beramberî jenosîda li ser civaka Êzidî cîhanê gûh û çavê xwe girtin, ker, kor û lal bûn. Hîna fermana li ser civaka Êzidî wek jenosîd li giştî cîhanê de bi fermî nehatiye nasîn û hesab ji berpirsan nehatiye xwestin. Di vî demê dawiyê de li hin welatan ferman wek jenosîd hat niqaşkirin û hinek welatên weke Belçîka jî bi fermî jenosîd qebûl kirin.”
 
Di daxuyaniya TAJÊ’ê de daxwaza Xweseriya Şengalê hate kirin; ”Em hevpeymana 9’ê Cotmehê weke berdewama fermanê dibînin. Ji bo ku jenosîd dûbare nebin,divê îradeya gelê Êzidî ya li Şingalê were nasîn û esas girtin. Îrade û xweseriya Şengalê neyê nasîn tu wateya nasîna jenosîdê jî wê nebe. Divê Êzidî çarenûsa xwe diyar bikin. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdên 74 Fermanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wek jinên Êzidî soz didin ku emê bi nasîn û serxistina xweseriya Şengalê bersivekî dîrokî bidin 74 fermanan û emê bi îradeya xwe rê li ber jenosîdan bigirin.”
 
Di dawiya çalakiyê de hate gotin, wê rêze çalakiyên wan bidomin.
 

Sernavên din

30/07/2021
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan