‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'

img

RIHA - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salîh Karataş, diyar kir ku ji bo aşîkirinê baweriya gelê herêmê bi dewletê tune ye û banga aşîkirinê li gel kir.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ku di 2'yê tebaxê de parve kirin, ji bajarên rêjeya wê ya aşîkirinê 
 
kêm yek jê jî Riha ye. Rêjeya aşîkirinê ya Rihayê ji sedî 39,9 e. Hevserokê Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakê (SES) ya Şaxa Rihayê Salîh Karataş, rêjeya aşîkirinê ya bajarên herêmê nirxand û anî ziman ku ji ber şaşiyên di aşiyên berê de hatin kirin, gelê herêmê baweriya xwe pir bi aşiyê nayne. 
 
NEBAWERΠ
 
Karataş, anî ziman ku li Rihayê û bajarên din ên herêmê, ji ber pratîkên berê niha gel ji dewletê bawer nake û got: "Li gel vê nebewariyê, di warê ekîpmanê û serwextkirinê de jî kêmasî hene." 
 
Karataş, diyar kir ku gel aşiyên berê yên bi zanebûnî û şaş hatine kirine ji bîr nekiriye û got: "Di salên 1990'î de ji ber hin aşiyan mirov bi nexweşîna Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) ketin û hê jî ew travma li ser wan e. Zarokan bi aşiyên kevn û dozên kêm bi jehrê xistin. Lewma gava em bêjin rêjeya aşiyê kêm e, dê ne tespîtek rast be. Ev tenê sedemk wê ye." 
 
XIZMETA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Karataş, bilêv kir ku sedemeke din a kêmbûna rêjeya aşiyê jî nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî ye. Karataş got: "Em sendîka, bi salan e ji bo perwerdehia bi zimanê zikamkî û xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî têdikoşin, lê dewletê xwe li ker û lalîtiyê daniye. Dibêjin 'Teşxîsa rast jiyanê xelas dike.' Lê teşxîsên em datînin bes divê bi têkoşîna li dijî pirsgirêkên girêdayî Covîd-19'ê nesînordarkirî be. Heger em polîtîkayên bi salan e didomin bidin ber nîqaşê û çareser bikin, em ê encamekê bi dest bixin." 
 
Karataş, anî ziman ku îqtidara pêvajoya şewbê bi rê ve nebiriye û di warê aşiyê de jî serwextkirineke baş nekiriye. Karataş, bilêv kir ku piraniya welatiyan bi agahiyên şaş ên li ser medyaya sanal tên belavkirin re rû bi rû dimînin û got: "Her kes divê mafê jiyanê esas bigire û li gor wê tevbigere. Di warê aşiyê de divê dudilîbûyîne nemîne. Ewilî kedkarên tenduristiyê aşî bûn. Beriya aşiyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên mirin zêde bû. Her roj xebera mirina hevalên me ji me re dihat, lê piştî aşiyê ev rêje kêm bû. Rast e, rêjeya parastinê ya aşiya niha ji sedî 95 e. Agahiyên ku me jî li qadê bi dest xistine, vê yekê piştrast dike. Divê mirov li gor vê aşî bibin." 
 
JI BO JIHOLÊRAKIRINA NEKEWEHVIYÊ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN
 
Her wiha Karataş da zanîn ku li Rihayê di 15 rojan de hejmara nexweşan ji 65'an bûye 650 û piraniya van nexweşxan jî kesên ku aşî nebûne. Karataş got: "Hikûmet peywira xwe bi cî nayne û gelê me bi mirinê re rû bi rû dihêle. Em vê yekê qebûl nakin. Gava em polîtîkayên sal û nîvan dawî yên îqtidarê binirxînin, em dibînin ku tevdîrên girtine jî di çarçoveya fikarên aborî de ne. Şert û mercên aboriyê yên welêt dikin hincet û tenduristiya gel taloq dikin. Belê, demildest divê tevdîr bên girtin lê gava di warê aborî de tengijînek çêbibe û tevdîran sist bikin, em vê yekê qebûl nakin. Divê ji bo jiholêrakirina newekheviya di navbera herêman de hin gavên bên avêtin." 
 
Herî dawî Karataş diyar kir ku di warê xizmeta tenduristiyê de çi ji destê wan bê amade ne bikin. 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 
 

Sernavên din

04/08/2021
23:55 Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê
21:02 Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin
18:38 Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye
17:10 Ji KCK'ê daxuyaniya şewata daristanan
16:56 Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin
16:56 Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin
16:49 Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
16:19 HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev
16:17 Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin
16:03 Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin
16:03 OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:10 Li Amedê 3 gundan kirin qarantînayê
14:49 Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin
14:41 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
14:34 Li çiyayê Cudî şewat derket
14:29 Xizmên girtiyan: Tecrîdê demildest rakin
13:22 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
13:20 Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake
12:25 Rapora meha tîrmehê: Tundî li 15 rojnamegeran hat kirin
12:11 300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin
12:10 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:28 Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin
11:24 Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin