Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin

img

COLEMÊRG - Li Geverê di dema derbasbûna wesayîta eskerî de teqînek çêbûbû û piştî teqînê 7 kes hatibûn girtin. Fûat Oyman ku li cem şivanan bû got: "Em çûn ku em eskeran xelas bikin, lê em gulebaran kirin." 

Di 27'ê Tîrmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê, dema wesayîta eskerî diçû teqînek pêk hatibû. Piştî teqînê 7 kes hatibûn binçav kirin û paşê bi îdiaya "Xerabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatibûn girtin. Malbata şivan Levent Dere û Harûn Ortaş tiştên qewimîn vegotin. 
 
'TU SÛCÊ KURÊ MIN TUNE YE' 
 
Kadriye Ortaş, dayika Harûn Ortaş got: "Bûyer li gundê Yekmala Jorî çêbû. Kurê min ji bo heywanên xwe av bide, ew biribûn robar. Wê kêliyê birçî dibe û tevî hevalê xwe xwarinê dixwe. Ma çi haya kurê min û hevalên wî ji teqînê heye. Ma zanibûna dê li wir bisekiniyana. Tu sûcê kurê min tune ye, haya wî ji tiştekî tune bû." 
 
8 ROJAN ÎŞKENCE
 
Dayik Ortaş, destnîşan kir ku kurê wê Ortaş û hevalê wî Levent Dere 8 rojan hatine îşkencekirin û got: "Şev û roj li min bûn yek. Êdî xew bi çavên min nakeve. Nedihiştin parêzer biçin cem zarokên me. Sedem jî ji ber şopên îşkenceyê bû. A kirin zilm e. Bila dev ji vê zilmê berdin." 
 
ESKERAN GEF LI WAN XWARIYE 
 
Ayfer Dere, hevjîna Levent Dere jî anî ziman ku Dere ji bo zarokên xwe yên nexweş derman bike şivantî kiriye û got: "Hevjînê min di dema şivantiya xwe de gelek caran bi gefên eskeran re rû bi rû ma. Piştî dinya germ bû, heywan birin zozanan. Piştî çû zozanan, eskeran jê re got 'Çima tu tê vira. Hûn nikarin bên vira. Em nebînin hûn careke din werin.' Gava hevjînê min îtiraz kiriye, dîsa gef lê xwarin. Paşê hevjînê min radibe heywanan ji wir dibe, tîne cihekî nêzî gund. Gava tê wir teqîn çêdibe. Piştî teqînê kincên wî jê dikin û wî îşkence dikin. Me gelek caran serlêdan kir ji bo em wî bibînin. Lê nehiştin. Ez çûm cem dozger, lê li min jî nenêrî. Ji ber ku hevjînê min û yên li cem wî îşekence kiribûn, nehiştin em wan bibînin. Em dixwazin hevjînê min û hevalên wî bên berdan." 
 
‘EM ÇÛN EM ESKERAN XELAS BIKIN' 
 
Şivan Fûat Oyman ku piştî îfadeyê hat berdan, behsa roja bûyerê kir: "Me heywanên xwe diçêrand. Gava teqîn çêbû, em û hevalên xwe û yên li wir em çûn ku em eskeran xelas bikin. Lê nehiştin em nêzî wan bibin. Ji ber ku em gulebaran kirin, em jî ber bi gund ve reviyan. Piştî teqînê esker hatin gund û em binçav kirin. Di binçavan de ew bi dijwarî îşkence kirin. Tenê me xwest em eskeran xelas bikin, wekî din tu sûcekî me tune ye. Dixwazin bûyerê têxin stuyên hevalên me. Halbûkû tu sûcekî wan tune ye. Gundî hemû li wir bûn. Cîhan hemû dizane tu sûcê wan tune ye." 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

04/08/2021
23:55 Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê
21:02 Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin
18:38 Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye
17:10 Ji KCK'ê daxuyaniya şewata daristanan
16:56 Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin
16:56 Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin
16:49 Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
16:19 HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev
16:17 Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin
16:03 Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin
16:03 OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:10 Li Amedê 3 gundan kirin qarantînayê
14:49 Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin
14:41 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
14:34 Li çiyayê Cudî şewat derket
14:29 Xizmên girtiyan: Tecrîdê demildest rakin
13:22 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
13:20 Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake
12:25 Rapora meha tîrmehê: Tundî li 15 rojnamegeran hat kirin
12:11 300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin
12:10 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:28 Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin
11:24 Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin