Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne

  • rojane
  • 12:35 13 Tebax 2021
  • |
img

ÊLIH - Malbata Ayhan Tatli yê ku di nava koma HPG’ê ya 3 kesan pêk tê de cih digire û 18 rojin bi tu awayî agahî jê nayê girtin a çû Hewlêrê, serî li Asayîşa PKD’ê da. Asayîşa PDK’ê ji malbatê re got agahiya wan jê nîne. 

 
Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêzî gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di 26’ê Tîmehê de, êriş kiribû û komeke HPG’e ya ji 3 kesan Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçoban a Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava pêk dihat winda bû. Piştî êrişê 18 rojin agahî ji koma HPG’ê nayê girtin. 
 
Tevî hemû bangawaziyên hatin kirin jî, PDK'ê hêjî li ser vê mijarê daxuyaniyek nedaye. 
 
MALBATA ÇÛ HEWLÊRÊ 
 
Malbata Ayhan Tatli yêku di komê de cih digire, ji bo ku derbarê aqûbeta kurê xwe de agahiyekê bigire, bi rojane di nava hewldanan de ye. Apê Tatli di 7’ê Tebaxê de, çû bajarê Herêma Federe ya Kurdistanê û bi rayedarên Asayişê re hevdîtin kir. Lê tu agahiyek ji bo apê Tatli nehat dayîn. 
 
Malbata Ayhan Tatli ya li bendê bû ku PDK derbarê lawê wan de daxuyaniyekê bide, hîn bû ku xizma wan endama YJA-Starê Gulgel Tatlî , li herêma Meydandere ya girêdayî gundê Marûnis a Colemêrgê, di şerî 26’ê Tîrmehê de, birîndar bûye û di 11’ê Tebaxê de, bi birîndarî hatiye girtin û şandine Girtîgeha Colemêrgê. 
 
Xwişka Ayhan Tatli Hasîbe Tatli ya ku li pey şopa birayê xwe ketiye, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'BI SALAN ZILM LI ME KIRIN’
 
Hasîbe Tatli, ya ku berî 20 salan ji navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji ber zext û zilma li wan dihat kirin neçar man ku li Êlihê bi cih bibin, wiha axivî: “Demekê li ser malbata me zilmek mezin a dewletê hebû. Gelek endamên malbata me hatin girtin û bi salan di girtîgehan de man. Bi salan zilm li me hat kirin. Ji ber van hemû sedeman birayê min Ayhan û xwişka min beşdarî gerîla bûn. Berî ku Ayhan biçe, li Êlihê şivantî dikir û derdiket zozanan.”
 
‘EZ BIRAYÊ XWE DIXWAZIM’
 
Tatli, fikarên xwe yên derbarê rewşa birayê xwe Ayhan Tatli de anîn ziman û wiha got: “Ji birayê min û hevalên wî ev 18 rojin agahî nayê girtin. Ez birayê xwe dixwazim. Birayê min mirî be jî, sax jî be, bila bidin me. Êdî bese. Bila dilê me ne şewitînin. Em 7 xwişk û birane. 18 rojin ne şev şeva me ye, ne jî roj roja me ye. Vê zilmê bi dawî bikin.”
 
‘AGAHIYA ME TUNEYE’
 
Tatli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Apê min ji bo ku rewşa birayê min hîn bibe, di 7’ê Tebaxê de çû Hewlêrê. Bi rayedarên Asayîşê re hevdîtin kir. Ji ber ku dayik û bavê min extiyarin nikarin biçin. Ji ber vê apê min çû. Lê rayedarên Asayişê ji apê min re gotin, ‘tu agahiya wan nîne.’ Dema ku apê min bi israr pirs dike, ji wî re dibêjin, ‘Mesût Barzanî li nexweşxanê tê dermankirin, dema ku dermankirina wî bi dawî bû, em ê we agahdar bikin.’ Em naxwazin li benda emeliyat û nexweşiya wî bimînin. Em demildest birayê xwe dixwazin. Êdî bese. Bila êdî dilê tu dayîkan neşewite.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ PDK’Ê DA
 
Xwişka Tatli, nêzîkatiya PDK’ê rexne kir û ev bertek nîşna da: “Me Mesut Barzanî wek bira didît. Lê ew bi dewleta Tirk re dijminantiya me dike. Em rewşa birayê xwe mereq dikin. Em dixwazin derbarê rewşa wî de agahî bigirin. Em nexwazin birayê min û hevalên wî teslîmî dewleta Tirk bikin.”

Sernavên din

17/08/2021
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn