Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê

  • rojane
  • 09:04 23 Tebax 2021
  • |
img

AMED - Mîhrîban Yildirim a di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de neçarî koçberiyê hat kirin û di vê pêvajoyê de mecbûr ma ku di xaneyeke ne serober de dimîne, diyar kir ku dewleta bi awayekê erzan mala wan kirî,  ew xistin nava xizantiyek mezin.

Li navçeya Sûr a Amedê, di 2’yê Kanûna 2015’an, qedexeyên derketina kolanan hatin îlankirin û nêzî 30 hezar welatî neçarî koçberiyê hatin kirin. Piştî şer û pevçûnên li navçeyê bi dawî bûn, di 21’ê Adara 2016’an de, li 15 texan, 6 hezar û 300 parsel ên li adaya 368 bi biryara Desteya Wezaretan, weka “Qadên bi rîsk” hatin îlankirin. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê piştî vê biryarê, bi lez û bez biryara gelemperîkirinê da. Li gorî danayên Odeya Avahîsazên Amedê, li navçeya Sûrê 4 hezar û 985 avahî ji ber şer û pevçûnan zirar dîtine. Li 6 taxên hatibûn gelemperîkirin hemû avahî hatin hilweşandin. Li şûna wan jî 500 mal û 200 kargeh hatin avakirin. 
 
Mîhrîban Yildirim yek ji wan kesan e ku ji ber polîtîkayên koçberkirinê yên li Sûrê mexdûr bûye. Yildirim a ku mala wê ya li Taxa Cemal Yilmaz di dema qedexeyê de bêkar bû û demekê bi dayika xwe re li mala xwişka xwe rûnişt, piştî mirina dayika xwe ji vê derê veqetiye û li xaneyeke ne serober a li Taxa Îskenderpaşa bi cih bû. 
 
BÊKARÎ Û BÊMALÎ
 
Yildirim a ku amûrên tenduristiyê difirot, di fîrmehek taybet de weke şêwirmendiya firotinê dixebitî. Piştî ku cihê karê wê hat girtin, bêkar ma. Bi destpêkirina şer re jî neçar ma ku mala xwe terk bike. Yildirim piştî windakirina karê xwe, mala xwe jî winda dike. Yildirim, bal kişand ser rewşa xwe û wiha axivî: “Di dema pêvajoya qedexeyê de mala me zirar dîtibû. Ji ber vê rayedaran ez ji malê derxistim. Piştî mehekê, ji bo tespîta zirar bangî me malê kirin. Dema ez hatim malê, di malê de tiştk saxlem nemabû. Hemû tiştên me parçe bibûn. Bêyî ku em tiştekê derxin, ji malê derketin.”
 
JI BO MAL 14 HEZAR TL DIYAR KIRIN
 
Yildirim, da zanîn ku tiştî tespîta xisar, ji Miduriyeta Polîsan a Navçeyê bangî me kirin û diyaloga xwe ya bi Midûrê Polîsan re kiribû wiha vegot: “Midur ji me re got, ‘îmze bavêjin û perê xwe bigirin.’ Dema min pirsa pere çiqas kir jî, got ’14 hezar lîraye.’ Li ser vê yekê min ji midur re got, ‘bi 14 hezar liran ezê nekarim lîsekê mirişkan jî bikirim. Biborîne, ez nikarim îmze bikim.’ Piştî tespît xisar hezar û 500 din jî dan min. Min ev hezar û 500 lîra jî girt. Ez neçar mam ku bigirim, ji ber ku ji min re gotin ‘Ger hûn bigirîn, bigirin, lê ger hûn nebin, em vî perejî nedin we. 
 
EŞYA Û PENCERE TUNEYE 
 
Yıldırım, da zanîn ku ev 3 salin di xaneyek neserober de dijî û wiha behs rewşa mala xwe kir: “Eşyayeke min ê rast û dirûst tuneye. Ji ber ku makîneya cilşûştinê tuneye, ez kincên xwe li mala cîranên xwe dişûm. Dîsa ava min a gerim tuneye. Ez li mala hevala xwe serê xwe dişûm. Pencereyên mala min tuneye. Sobe tuneye. Min vê zivistanê bi lihêfa hirî ya ku hevala min da bû min, derbas kir. Dewletê em ber bi vê xizantiyê ve dehf da. Ger dewletê ev yek nekiriba, ez ê niha li mala xwe bûma. Niha ji bo xanî ez 300 TL kirê didim. Dema ez çira li wir vemirînim, hundurê xanî mîna şikeftekê tarî dibe.”
 
Yıldırım a ku bi piştgiriya cîran û hevalên xwe li jiyanê digire, wiha bi dawî kir: “Ez nikarim hemû pêdiviyên xwe pêş wazî bikim. Ez li benda alîkariyê em.”
 

Sernavên din

28/08/2021
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin