Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye

  • rojane
  • 09:04 27 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Akademîsyen Feyzî Erçîn ku ji aliyê "rektorê qeyûm" ê nû yê Zanîngeha Bogazîçiyê ve peywira wî hat bidawîkirin, anî ziman ku israra îqtidarê ya ji bo qeyûm, hewldaneke bêhûde ye. 

Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 2'yê Çileyê de Prof. Dr. Melîh Bûlû wekî rektor tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû. Lê piştî protestoyên xwendekaran Bûlû di 14'ê Tîrmehê de ji peywirê hatibû girtin. Li şûna Bûlû, Prof. Dr. Mehmet Nacî Încî tayinî zanîngehê hat kirin. Bertekên xwendekar û akademîsyenan ên li dijî vê didomin.
 
Akademîsyen Feyzî Erçîn ku gava Încî wekîlê Bûlû bû û ew ji peywirê girtibû, berxwedana Bogazîçiyê nirxand. 
 
BERXWEDAN 
 
Erçîn, anî ziman ku roja ku Melîh Bûlû wekî "qeyûm rektor" hat tayinkirin hemû pêkhateyên zanîngehê dest bi protestoyê kirine û mudaxileyê piştî vê tayinkirinê dest pê kirin jî hem polîtîk in hem jî di warê hiqûqî de şaş in. Erçîn, bilêv kir ku lewma di 8 mehên borî de hem mafên xwe yên protestoyê bi kar anîne hem jî serî li rêyên hiqûqî dane. 
 
MULAQAT NEHATIN KIRIN
 
Erçîn, diyar kir ku piştî Încî wekî "qeyûm rektor" hatiye tayinkirin heyama duyem a berxwedan û protestoyên wan dest pê kirine û van heyaman wekî "Heyama qeyûm Melîh Bûlû" û "Heyama qeyûm Nacî Încî" bi nav kirine. Erçîn, da zanîn ku gava mirov li van her du heyaman mêze dike dibîne ku hem cudahiyên wan hem jî hêlên wan ên dişibin hev du hene. Erçîn got: "Dişibin hev, ji lew re biryar an bi wekaletî an jî bi awayekî hevkarî hatin girtin. Îmzeya qeyûmê niha Nacî Încî, li bin hemû biraran heye. Cudahiyên di navbera her du heyaman de jî, ji bo akademîsyenên li dijî tayinkirinê de, tu tiştî îfade nake. A rast cudahiya vê tayinkirinê ew e ku îqtidarê berxwedana Bogazîçiyê dît, ev kes tayin kir. Yanî divê mirov şîrove bike çima di van şertan de ev kes hat tayinkirin." 
 
Erçîn, da zanîn ku beriya tayinkirina dudoyan akademîsyenan di navberda xwe de 17 namzet diyar kirine û li hev kirine ku heger ji van kesan yek jê bihata tayinkirinê dê piştgiriya wî bihatana kirin û got: "Bi vê hat xwestin vê peyamê bidin, 'Em dixwazin vê meseleyê hel bikin û di nav me de ji bo çareseriyê gelek kese hene dikarin bibin namzet.'" 
 
Erçîn, bilêv kir ku lê belê tayinkirineke ecêb hatiye kirin û got: "Kesê herî xirab tayinkirin. Hem kesekî nû ye hem jî di nav kirinên heyama berê de cih girtiye. Bi vê tayinkirinê xwestin bêjin, 'hûn çi dikin bikin, em bi vî awayî dixwazin.'" 
 
ÎMZEYA ÎNCÎ LI BINÎ HEMÛ TEXRÎBATAN HEYE
 
Erçîn, destnîşan kir ku di dema Bûlû de zanîngeh pir hatiye texrîbkirin û li binî van texrîbatan îmzea Încî jî heye. Erçîn, anî ziman ku bi vê tayinkirinê de diyar bû ku dê Încî helwestine pir dijwar bigire û got: "Nacî Încî dixwaze vê bibêje, 'ez ê vê zanîngehê bi kulma hesinî bi rê ve bibim.' Em di serlêdana wî ya namzetiyê de, îmayên gefxwarinê dibînin. Jixwe rewşa Can Candan û ya min ku ders nedan me, mînak e ji bo vê." 
 
'HEWILDANEKE BÊHÛDE' 
 
Erçîn, destnîşan kir ku îqtidar ji ber ku rayên wê kêm dibin û êdî bala ciwanan nakişîne, di tayinkirina qeyûman de israr dike û got: "wer xuya ye azadiya li zanîngehan wekî sedema windakirina xwe dihesibînin. Ji lew re mirov hêzê ji pêwendiya di navbera pêkhateyên zanîngehê de digirin û dibînin ku cîhan ber bi ku ve diçe. Ev tişt jî helandina îqtidarê leztir dikin. Lewma dixwazin ciwanan bitepisînin û bitengijînin. Lê tişta dikin hewldaneke bêhûde ye." 
 
‘DÊ BERXWEDAN MEZIN BIBE' 
 
Erçîn, destnîşan kir ku ev hewldanên dawî yên vê ferasetê ne û got: "Em ê tu carî nehêlin mafên me bên xespkirin. Lewma em ê heya dawiyê xwedî li mafê xwe yên hilbijartin û bijartinê derkevin."
 
Erçîn ku got "Têkoşînên bi vî rengî dibin sedema serketinên mezin. Berxwedan dê xurtir bibe" anî ziman ku heger bi hev re tevbigerin dê bi ser bikevin û ji bo vê bal kişand ser piştgiriya raya giştî. 
 
MA/ Kadîr Guney

Sernavên din

31/08/2021
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin
13:40 Şewata li Korxol dewam dike
13:24 Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin
12:49 Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome
12:35 Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin
11:54 Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne
11:10 Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin