AMED - Di danişîna doza ku Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan de ku polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir, dadgehê biryara dewama girtina Gokkan da û dozê taloq kir.
Rûniştina 22yemîn a doza ku Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi îdiayên "rêvebiriya rêxistinê kiriye” û “endama rêxistinê ye” tê darizandin li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.
Di rûniştina ku gelek aktîvîstên TJA’yê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn de, malbat, parêzer, beşdar û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji aliyê dadger ve ji salonê hatin derxistin.
Li ser vê yekê polîsan êrişî beşdar, parêzer û malbatê kirin. Di heman demê de polîsan xwest ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkan binçav bikin. Her wiha xwişka wê Mihrîcan Gokkan ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.
DOZ HAT TALOQKIRIN
Rûniştina dozê tenê bi beşdariya parêzeran berdewam kir. Parêzeran parastina miwekîla xwe Gokkan kir û xwestin were berdan. Dadgehê daxwaza berdanê red kir û biryara domandina girtina Gokkan da û danişînê taloqî 20'ê cotmehê kir.