STENBOL - Bavê penaberê ku avêtine ava Çemê Merîçê û agahî jê nayê wergirtin, Alî Ahmet Îsmaîl bang li rayedaran kir ku li tavilê lawê wî bibînin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo malbatên penaberên avêtine Çemê Merîça Edîrneyê û hêj winda ne, li komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên penaberan û parêzer beşdarî civ3inê bûn.
DIVÊ BERPIRSIYAR WERIN GIRTIN
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî da zanîn ku bûyerên wiha yên li hemberî penaberan rê li ber ferfretê vedike û li ser sînoran sepanên herî xerab tînin serê penaberan. Yolerî got penaber bi taybetî li ser sînorên Tirkiyê jiyana xwe ji dest didin û penaber naxwazin li Tirkiyê bijîn. Yolerî bal kişand ser îşkenceya li penaberên avêtine Çemê Merîçê hatiye kirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn didome û xwest li tavilê berpirsiyarê vê bûyerê werin girtin.
BILA PENABERÊN WINDA WERIN DÎTIN
Penaberek nexwest navê xwe bide diyar kir ku wî avêtine çem û li gel penaber Muhammet Îsmaîl û 5 kesên din dema xwestine ji Tirkiyê biçin Yewnanîstanê hatine girtin û leşkeran wan dabeşî grûpan kiriye. Penaber da zanîn ku piştî ku ji koma Muhammet Îsmaîl di nav wan de bûye 2 kesan avêtine çem agahî ji wan negirtine û got: “Em dibêjin ew hatine kuştin. Em dixwazin li tavilê winda werin dîtin û berpirsiyar werin girtin.”
JI BO LAWÊ XWE BANG KIR
Bavê Muhammet Îsamîl, Alî Îsmaîl anî ziman ku ji roja lawê wî winda bûye ve êşek mezin dikişîne û ji bo lawê wî û penaber werin dîtin banga lezgîn li rayedaran kir.
DESTÛRA LÊKOLÎNÊ NEHATIYE DAYÎN
Ji parêzerên li dozê dinêrin endamê OHD’ê Vedat Çagirtekîn jî destnîşan kir ku rewşek pir xeternak heye û walîtiya Edîrneyê destû nedaye wan bûyerê lêkolîn bikin.